Fars Îsa, Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ji bo Gulan: Piştguhxistina destûrê ji aliyê Iraqê ve, wekî fişareke siyasî û stratejiya lawazkirina qewara Herêmê tê bikaranîn
Fars Îsa, Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ji bo Gulan: Piştguhxistina destûrê ji aliyê Iraqê ve, wekî fişareke siyasî û stratejiya lawazkirina qewara Herêmê tê bikaranîn
Hikûmeta federal a Iraqê, her du moçeyên mehên yazdeh û dwanzdeh yên sala 2025an û moçeyên xercnekirî yên salên 2023 û 2024an ji bo karmendên Herêma Kurdistanê neşandiye. Ev tevî wê yekê ku li gorî rêjeya 14% ya hejmara rûniştvanan muamele bi yasaya budçeya Iraqê re nekiriye. Bi vê yekê Iraq li gorî destûr û yasayê muamele bi Herêma Kurdistanê re nekiriye û babeta moçeyê tevlî nakokiyan kiriye; di demekê de ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serkeftî rêkeftina sêalî ya hinardekirina neftê bi cih aniye û rojane 220 hezar bermîl neft radestî SOMO kiriye û bi qasî nîvê hemû Iraqê mehane dahatên ne-neftî ji bo wan dişîne. Ji bo axaftina li ser van mijaran û gavên dahatû yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta Iraqê, kovara Gulan dîdarek ligel Fars Îsa, Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê pêk anî.
Pirs: Bila di serî de li ser şayisteyên xercnekirî yên salên 2023 û 2024an û du moçeyên dawiya sala 2025an û çendîn şayisteyên din ên Herêma Kurdistanê bipirsim, ku Bexda bi hincet û behaneyên curbecur nedaye. Heta çi astê omîda te bi Bexdayê heye ku van şayisteyan bide?
Fars Îsa: Bêguman ew muameleya ku hikûmeta Iraqê ligel Kurdistanê dike, muameleyeke siyasî ye, ne muameleyeke destûrî û yasayî ye. Hikûmeta Iraqê hemû kart û amrazekê bikar tîne ji bo lawazkirina Herêma Kurdistanê û ziyan gihandina bi xelk û jêrxana aborî ya Herêmê. Gotara wan berevajî kiryara wan e. Rast e dibêjin em dixwazin taybetmendiya Kurdistanê li ber çav bê girtin, lê di kiryarê de ne wisa ye. Hewl tê dayîn ku Herêma Kurdistanê wekî kartonekê be û ji naverokê vala be; muameleyeke merkezî ya xirab ligel Herêmê tê kirin.
Bi dildayî ve ti urf û maddeyekî destûrî nîn e ku rê bide li welatekî, welatî û miletêk ji moçeyê bêpar bê kirin. Moçe wekî çekekê û amrazekê tê bikaranîn ji bo lawazkirin û şikandina îradeya welatiyan, an şikandina îradeya wî aliyê ku berpirs e li hember wan welatiyan; li Iraqê kar ji bo vê hatiye kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, siyaseteke zelal hebûye ku li Bexdayê çareseriya kêşeyan bê kirin. Çareseriyeke niştimanî be, ne ku li derveyî sînor bê ferzkirin. Ji ber wê jî piştî çend rojan ji sondxwarina cenabê wî li pêşberî Parlamentoya Kurdistanê û wergirtina posta Serokwezîr, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di meha Tîrmeha 2019an de cara yekem serdana Bexdayê kir; serdana Tehran, Enqere û Waşingtonê nekir. Ev bixwe peyameke pir girîng bû hem ji bo hikûmeta federal, hem ji bo aliyên siyasî yên Iraqê, hem jî ji bo kolana Iraqî û nuxbeyên siyasî ku: "Qenaeta me ev e, pêgeha stratejîk a Herêmê Bexda ye û kêşeyên me jî li Bexdayê li gorî destûr û danûstandina rasterast çareser dibin."
Ji ber wê biryar da ku çendîn lijne ji bo çareserkirina kêşeyên hilawistî (المشاكل العالقة) bêne pêkanîn, çi babeta darayî, çi ya neftê, çi ya ewlehî, maddeya 140 û hwd. Bi berdewamî şandên hikûmeta Herêmê amade bûn, ji bilî ku em wek nûneratiya hikûmetê li Bexdayê bûn. Ew pabendiyên ku li ser Herêma Kurdistanê bûn, hemû hatine cihanîn, lê cihê daxê ye ku hemû saziyên dewleta Iraqê wekî amrazekê hatin bikaranîn da ku li dijî Herêma Kurdistanê bin. Sê babetên sereke hebûn ku pêwîst bû yek bi yek werin çareserkirin da ku moçe an şayisteyên heqîqî yên Kurdistanê werin şandin: kêşeya neftê, dahata ne-neftî û babeta "Hejmariya Min". Ew hemû hatin çareserkirin lê babeta moçeyê bi dawî nehat û du moçeyên meha 11 û 12 yên sala 2025an nehatin xerckirin.
Pirs: Derbarê dosya nefta Herêma Kurdistanê, piştî civîna Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmetê amaje bi wê kir ku 220 hezar bermîl neft radestî SOMO hatiye kirin, lê belê ew her berdewam in li ser paşxistina moçeyê. Gelo hikûmeta Iraqê heta çi astê pabendî şefafiyeta dahata neftê ye?
Fars Îsa: Piştî ku hinardekirina neftê hat rawestandin, di 4/3/2023an de rêzdar Mesrûr Barzanî hat Bexdayê û ligel Mihemed Şîa Sûdanî û tîma hikûmeta federal yadastnameyek îmze kirin ji bo dubare hinardekirina neftê. Rêveberekî giştî (di wezareta neftê an SOMO de bû) hewl da rêkeftinê têk bide û hinek tiştên nû behs kirin ku li dijî destûrê bûn. Rêzdar Mesrûr Barzanî berê xwe da birêz Sûdanî û got: "Ez nehatime gotûbêj bikim, ez hatime îmze bikim, yanî rêkeftinê bikim." Di wê civînê de yadastnameyek hat îmzekirin ku pêşre hatibû amadekirin.
Piştre ji meha Hezîranê heta Çiriya Paşîn a sala 2023an, nêzîkî 12 milyon bermîl neft (bi hûrgulî 11 milyon û 800 hezar bermîl) me radestî wan kir. Ev wek pabendiya Herêmê hat cihanîn, lê mixabin pabendiyên li ser hikûmeta federal ku xerckirina lêçûna neftê ye, heta niha nehatine xerckirin. Derbarê dahatên ne-neftî jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend bûye bi wê beşê ku bi destûr û yasayê para federal e. Dahata me li gorî dahata ne-neftî ya hikûmeta federal pir zêde ye. Sedema kêmiya dahata wan vedigere bo gendelî, xirab bikaranîn û ew bexşînên ku di bac û gumrikê de bi navê projeyên hikûmî didin hinek aliyan. Tevî ku em her meh 120 milyar dînî dahata ne-neftî radest dikin, dîsa jî muameleyeke siyasî bi me re tê kirin û her sal du-sê moçeyên me dimînin.
Pirs: Nexwe budçeya 2026an heger li gorî rêjeya rûniştvanan be 14% ye, yanî şayisteyên me pir ji wê zêdetir in ku bi perçe perçe û kêmasî didin me?
Fars Îsa: Belê, li gorî budçeyê be para Herêmê pir zêdetir e, lê heta niha ew li ber çav negirtine. Piştî serjimêriya rûniştvanan, rêjeya rastîn derket, her çend sedî sed ne rast e ji ber ku hinek navçeyên îdarî yên Kurdistanê li ser Iraqê hatine hesibandin û maddeya 140 nehatiye çareserkirin. Heger rêjeya me 10% derketiba, wan dê yekser bi 10% muamele kiriba, lê ji ber ku 14% derketiye, niha piştguh dixin. Di sala 2026an de em ê hemû hewla xwe bidin ku ew şayisteya darayî di budçeyê de bê çespandin. Bo vê jî pêwîstiya me bi piştgiriya aliyên siyasî yên Kurdistanê heye.
Pirs: Heta çi astê nebûna yekrêziyê an perşebilaviya aliyên Kurdî, ku di dosyaya neteweyî de hinek alî helwestên wan xirab in, bandor kiriye li ser lawazbûna pêgeha Herêmê?
Fars Îsa: Hemû destkeftên me li Iraqê piştî sala 2003an, di wê demê de bûn ku em yekrêz û yekdeng bûn. Bi taybetî PDK û YNK ku wê demê faksiyoneke Kurdistanî ya hevbeş hebû. Lê piştî wê mixabin me nekarî destkeftan zêde bikin an yên heyî biparêzin, ji ber ku kêşeyên hundirê Kurdistanê hatin birin bo qada Iraqê. Ferhenga me û ya aliyên siyasî yên Iraqê cuda ye; dema ew lawaz dibin em alîkariya wan dikin, lê gava em di kêşeyan de bin, ew vê wekî derfetekê bo lawazkirina me dibînin.
Pirs: Nexwe babeta moçeyê ji bo wê bû ku kêşeyan kûr bikin da ku maddeya 140, şayisteyên Pêşmerge, qerebokirina Enfalê û mafên din werin piştguhxistin?
Fars Îsa: Wan dîtinek heye: her roj kêşeyekê dirust bikin da ku kêşeyek din ji bîra me bibin. Me bi tiştên wek moçe, derman û bazirganiyê ve mijûl dikin da ku hikûmeta Herêmê bikeve bin fişara welatiyan û em tawîzan bidin. Lê kêşeya me ya bingehîn maddeya 140 e. Divê kadroyên Kurdistanî bala xwe bidin ser vê maddeyê. Ew behsa moçeyê bikin, em behsa 140 bikin. Ew behsa neftê bikin, em behsa 140 bikin. Çonke heger maddeya 140 hat cihanîn û sînor hat diyarkirin, gelek tiştên din dê bi hêsanî werin çareserkirin.
Pirs: Gelo di kabineya nû de çi bê kirin ji bo vejandina maddeya 140?
Fars Îsa: Di her pêkanîna hikûmetekê de li Bexdayê rêkeftineke siyasî tê kirin. Me her tim ev madde çespandiye, lê piştî pêkanîna hikûmetê van rêkeftinan piştguh dixin. Rêkeftinê bi me re dikin tenê wek pirekê ji bo derbasbûna qonaxê. Divê di hikûmeta nû de xişteyekî demkî ji bo cihbicîkirina qonaxên maddeya 140 (asayîkirin, amarkirin û rapirsî) bê danîn. Herwiha pêwîstiya me bi nûnerên bihêz heye; wek mînak di lijneya maddeya 140 de Iraqê kesekî wek Hadî Amirî danî, divê me jî di asteke wiha bilind de nûnerê xwe hebûya.
Pirs: Nexwe rêkeftina Şengalê jî bi heman şêweyî bû?
Fars Îsa: Rêkeftina Şengalê ya sala 2020an bi çavdêriya NY hat îmzekirin. Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed roleke mezin tê de hebû. Lê li Bexdayê îradeyek hebû ku neyê cihanîn. Yek xal jî nehat bicîhkirin. Bi demê lîstin heta hilbijartinên encumena parêzgehan û piştre behaneyên din dîtin. Wan hemû kart bikar anîn: dadgeh, parlamento, milîs û xalên gumrikê yên di navbera bajaran de. Ev hemû ji bo xinkandina aboriya Kurdistanê ye. Heger xweragiriya rêzdar Mesrûr Barzanî nebûya, qewara Herêmê dê di bin metirsiyeke pir mezintir de bûya.
Pirs: Tê gotin ku Iraq di sala 2026an de ji ber daketina nirxê neftê dibe ku rastî qeyraneke darayî bê. Di wê rewşê de em ê çawa mafên xwe bi dest bixin?
Fars Îsa: Rast e Iraq xwedî stratejiyeke aborî ya kûr nîn e, lê dewlet e û dikare xwe li ser pêyan bigire bi rêya yedeka banka navendî an deynkirinê. Ji bo me ya girîng ew e ku di budçeya 2026an de para 14% bibe xeta sor û moçe ji nakokiyên siyasî were derxistin. Divê para me were veqetandin û em wek herêmekê (ne wek parêzgehekê) muameleyê bi para xwe re bikin bi şêweyekî zelal û serbixwe.
