Rapora Meydanî ya Bazneya Guftûgoyê . . . Girîngiya enerjiyê di ji nû ve sazkirina stratejiya hevkêşeyên siyasî yên herêmê de Gulan Media 7ê Gulana 2024an
Rapora Meydanî ya Bazneya Guftûgoyê . . . Girîngiya enerjiyê di ji nû ve
sazkirina stratejiya hevkêşeyên siyasî yên herêmê de Gulan Media 7ê
Gulana 2024an
«Bazneya Guftûgoyê», di çarçoveya guftûgoya «Girîngiya enerjiyê di ji nû ve
sazkirina stratejiya hevkêşeyên siyasî yên herêmê de», raporeke meydanî li
tevahiya parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê amade kir. Di raporê
de nêrîn û ramanên hejmarek akademîsyen, pisporên jiyolojî û pisporên warê
enerjiyê hatine wergirtin. Li vir kurteya vê rapora meydanî pêşkêş dikin:
Dr. Hilovan Husnî: Samanên siruştî tenê hingê dibin nîmet ku bi rêveberiyeke
hîkmetane û dadperwerane bin ji bo xizmeta hemwelatiyan.
Iraq û Herêma Kurdistanê bûne qada hevrikiya di navbera Amerîka û Çînê de; ev
pêşbazî rasterast bi stûna piştê ya aboriyê, yanî enerjiyê ve girêdayî ye. Di
demekê de ku Çîn kiriyarê sereke yê petrolê ye, Amerîka sîwana darayî û ewlehiyê
ya welat pêk tîne. Parastina vê hevsengiyê pêdivî bi «bêlayeniyeke çalak» heye,
ji ber ku her lûskek ber bi cemsera rojhilat ve, metirsiya cezayên Amerîka û
hilweşîna bihayê dînarê li pey xwe tîne.
Tevî dahata salane ya 130 milyar dolarî, Iraq girtiyê «laneta çavkaniyan» bûye.
Nebûna stratejiyeke niştimanî û gendelî bûye sedem ku bajarê Besrayê ku «dayika
petrolê» ye, ji xizmetguzariya herî seretayî wek «ava paqij» bêpar bimîne.
Herwiha, hegemonyaya komên çekdar ên nadewletî gefeke kujer e li ser «ewlehiya
enerjiyê». Êrîşên li ser kêlgehên wek «Kormor» û boriyên veguhastinê, peyameke
nerênî ye ji bo veberhênerên cîhanî.
Dr. Amir Ebdullah Mecîd: Nebûna yasaya federal a petrol û gazê, mezintirîn
valahiya yasayî ye ku Iraq xistiye nav xitimiîna aborî.
Di cîhana îro de, enerjî tenê kelûpel nîn e, belku stûna piştê ya siyaset û
ewlehiya navneteweyî ye. Iraq bi destê «îflîca stratejîk» dinalîne; ji ber ku
tenê pişta xwe bi Tengava Hurmuzê ve girê dide û sûdê ji pêgeha cografî ya
Herêma Kurdistanê wekî rêreweke aram ber bi Ewropayê ve nagerîne. Kêşeya
bingehîn nebûna yasaya federal a petrol û gazê ye. Heya yasayeke niştimanî ya
şefaf neyê pesendkirin, samanên siruştî li şûna avadaniyê, dê wekî kartê fişarê
ji bo gendelî û hevrikiyan bimînin.
P.D. Xalid Heyder: Enerjî di cîhana îro de ne tenê kelûpel e, belku motora
sereke ya siyaseta navneteweyî û nexşesaziya jeopolîtîk e.
Devera Kendavê ku 20% enerjiyê cîhanê dabîn dike, bi sedema Tengava Hurmuzê bûye
şadewara aboriya cîhanî. Hevrikiya Amerîka û Çînê di cewherê xwe de şerê
enerjiyê ye. Di egera pekbûna Tengava Hurmuzê de, Iraq û Herêma Kurdistanê
dikarin bibin giringtirîn rêrewa alternatîf ji bo gihandina enerjiyê bo
Ewropayê. Piştî şerê Rûsya û Ukraynayê, Ewropa pêdivî bi gaza alternatîf heye û
Herêma Kurdistanê bi yedeka gaza xwe dikare roleke dîrokî bilîze. Projeya «Rêya
Geşepêdanê» (Development Road) ku bendera Faw bi Ewropayê ve girê dide,
derfeteke zêrîn e.
Mihemed Husên: Petrol û gaz li Iraqê ji nîmeteke niştimanî ve bûye laneteke
siyasî.
Samanên siruştî li Iraqê li şûna geşepêdanê, bûne sedema dirustbûna «aboriyeke
rentxer (rentier)» a lawaz. Nebûna yasaya petrol û gazê ji sala 2007an ve,
mezintirîn astenga yasayî ye ku kerta enerjiyê kiriye rehînê hevrikiyên Hewlêr û
Bexdayê. Tevî dahata zêde, hebûna 20% ya gel di bin xeta hejariyê de, mezintirîn
delîla şikesta kargêrî û gendeliyê ye.
Dr. Ednan Ehmed: Dîplomasiya enerjiyê, mertaleke niştimanî ye û ji tankên
serbazî bandortir e.
Iraq û Herêma Kurdistanê bi yedekên xwe yên mezin dikarin ji «devereke
pirsgirêkdar» bibin sentera «ewlehiya enerjiyê ya cîhanî». Herêma Kurdistanê bi
gaza siruştî dikare bibe alternatîfekî bi bandor ji bo bazarên Ewropayê. Dema ku
berjewendiya zilhêzan bi enerjiya me ve were girêdan, ewlehiya me ya niştimanî
dibe beşek ji ewlehiya cîhanî.
Dr. Rêber Fettah: Enerjî mîna xencereke du-devî ye; dikare bibe motora vejînê,
an bibe sedema tembeliya aborî û girêdayîbûnê.
Welatên Kendavê wek «Emarat û Siûdî» bi rêya «Vîzyona 2030» gava mezin avêtine
ji bo kêmkirina girêdayîbûna bi petrolê, lê li Iraqê petrol bûye sedema gendelî
û piştguhxistina çandinî û pîşesaziyê. Ji bo Iraqê ku piraniya petrola xwe ji
başûr hinarde dike, girêdayîbûna bi Tengava Hurmuzê metirsiyeke stratejîk e. Li
vir pêgeha Herêma Kurdistanê û xeta veguhastina petrolê di rêya Tirkiyeyê re,
dibe rêrewên alternatîf ên giring.
Dr. Newzad Cuma Hesen: Milîşya û valahiya yasayî, du astengên kujer in li ber
ewlehiya aboriya Iraqê.
Iraq di navbera kêra hevrikiya Amerîka û Çînê de şer dike. Parastina
«bêlayeniyeke erênî» tekane rê ye. Hegemonyaya milîşyayan û êrîşên wan li ser
jêrxana enerjiyê (wekî kêlgeha Kormorê), baweriya veberhêneran têk daye. Iraq
pêdivî bi dûrxistina destê çekdaran ji kerta enerjiyê heye.
Dilgeş Ehmed (Aborînas): Enerjî wekî hêzeke nerm, sedemeke giring e ji bo
bihêzkirina pêgeha siyasî ya Herêmê di cîhanê de.
Pirsa guherîna keşûhewayê êdî ne tenê mijareke jîngehî ye, belku ketiye navenda
biryarên siyasî. Herêma Kurdistanê dikare bi veberhênana di enerjiya rojê û
hîdrojenê de, baweriya kompanyayên cîhanî bi dest bixe. Guherîna ber bi
enerjiyê paqij ve, ne tenê gaveke teknîkî ye, belku guherîna felsefeya
hikumraniyê ye.
Roman Xelîl: Nebûna yasaya federal a petrol û gazê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê
tûşî naseqamgiriyê kiriye.
Ev valahiya yasayî bûye sedema «şerê deselatê» û ji nav çûna samanên niştimanî.
Bandora herî metirsîdar, paşveçûna baweriya kompanyayên petrolê yên cîhanî
(IOCs) ye. Veberhêner pêdivî bi diltewahiya yasayî heye. Tekane derketina ji vê
krîzê, derxistina yasayeke dadperwerane ye ku petrolê ji mijara hevrikiyê
biguherîne bo motora avadaniyê.
