• Friday, 08 May 2026
logo

Ferhad Mihemed, endamê Bazneya Guftûgoyê: Enerjî di dema niha de zimanekî dîplomatîk e û nexşeya hevpeymaniyên cîhanî diyar dike

Ferhad Mihemed, endamê Bazneya Guftûgoyê: Enerjî di dema niha de zimanekî dîplomatîk e û nexşeya hevpeymaniyên cîhanî diyar dike

Ferhad Mihemed, endamê Bazneya Guftûgoyê: Enerjî di dema niha de zimanekî
dîplomatîk e û nexşeya hevpeymaniyên cîhanî diyar dike

Ferhad Mihemed, endamê Bazneya Guftûgoyê û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di guftûgoya vê carê de ya bi navê
"Girîngiya enerjiyê di ji nû ve darştna stratejiya hevkêşeyên siyasî yên herêmê
de", dîtin û pêşniyarên xwe bi vî rengî anîn ziman:

Di serdema îro de, enerjî êdî ne tenê wekî kelûpeleke bazirganî ya sade tê
dîtin, belkî bûye zimanekî siyasî û dîplomatîk ê pir bi hêz ku nexşeya
têkiliyên navdewletî û hevpeymaniyên stratejîk di asta cîhanê de diyar dike.
Herêma Rojhilata Navîn û bi taybetî Herêma Kurdistanê, ji ber cihê xwe yê
cografî û hebûna wê yedeka mezin a neft û gazê, her dem di navenda guhertinên
jeopolîtîk û hevrikiya hêzên mezin de bûne. Dîroka vê herêmê nîşanî me dide ku
xêzkirina sînorên siyasî û derketina piraniya şer û kudetayan, bêtir ji
peywendiya wan bi mafên gelan an demokrasiyê re hebe, ji bo parastina
berjewendiyên kompanyayên mezin ên enerjiyê û dabînkirina ewlehiya sotemeniyê bo
welatên xwedî hêz bûye. Ev yek jî wiha kiriye ku enerjî bibe dînamoyê sereke yê
hemû bûyerên siyasî.

Herêma Kurdistanê bi xwedîbûna serweteke xwezayî ya mezin û yedekeke pir zêde ya
hîdrokarbonê, xwedî pêgeheke jeostratejîk a bêhempa ye di asta cîhanê de.
Xwedîbûna 45 mîlyar bermîl yedeka neftê, ligel hebûna 22 trîlyon pî sêca gaza
xwezayî, Herêma Kurdistanê xistiye nav nexşeya enerjiyê ya cîhanî. Ger em bi
çavekî hûr li van jimaran binerin, ji bo me diyar dibe ku heke Herêm wekî
qewareyeke serbixwe were hesabkirin, di warê yedeka neftê de dê di rêza dehem a
cîhanê de cih bigire. Her ev dewlemendiya mezin bû ku piştî sala 2003an, bala
kompanyayên mezin ên wekî "ExxonMobil", "Chevron" û "Total" kişand da ku
sermayeyên xwe li vê axê bixebitînin.

Di dema niha de, yek ji astengên herî mezin û dijwar li pêşiya geşepêdana vê
sektorê, eqliyeta navendgeriya mutleq e ku li Bexdayê serdest e. Wekî pispor
amaje pê dikin, desthilatdarên Bexdayê hêj bi eqliyeta beriya sala 2003an û bi
serlêdana yasayên kevin, dixwazin kontrola sektora neft û gazê tenê di destê wan
de be û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê paşguh bixin. Ev hevrikiya navbera
Hewlêr û Bexdayê ne tenê kêşeyeke teknîkî yan darayî ye, belkî hevrikiya navbera
du felsefeyên bi temamî ji hev cuda yên hikumraniyê ye; felsefeyek ku baweriya
wê bi prensîbên federalîzm û dabeşkirina desthilatan heye, û felsefeyek ku hêj
di nav bazneya navendgeriyeke tund de maye û dixwaze hemû biryar tenê di bin
destê wezaretek navendî de bin. Nebûna yasayeke nîştimanî ya nûjen ji bo neft û
gazê, astenga herî mezin e li pêşiya rakêşana veberhênana biyanî, çunkî sermaye
û kompanyayên cîhanî her dem li pey jîngeheke yasayî ya seqamgîr û zelal
digerin da ku ji parastina berjewendiyên xwe piştrast bin.

Ji perspektîveke jeopolîtîk a kûr ve, guhertinên bilez ên bazara enerjiyê ya
cîhanî, bi taybetî piştî destpêkirina şerê Rûsya û Ukraynayê di sala 2022an de,
careke din û bi şêوەyekî balkêş girîngiya stratejîk a neft û gazê ji bo hemû
cîhanê selmand. Her çend di civaka navdewletî de hewleke cidî heye ji bo
derbasbûna ber bi "enerjiya kesk û dostê jîngehê", lê rastiya aboriya cîhanî ji
me re dibêje ku ji bo çendîn dehsalên din jî, mirovahî dê her hewcedariya wê ya
mecbûrî bi çavkaniyên hîdrokarbonî hebe. Di vê hevkêşeya aloz de, Herêma
Kurdistanê ji ber pêgeha xwe ya cografî ya kêmwêne û ketina wê di navbera
cemserên mezin ên enerjiyê de, xwedî derfeteke zêrîn e da ku rola "pira
peywendiyê" bigire ji bo veguhastina enerjiya Iraq û welatên Kendavê ber bi
Tirkiyeyê û ji wir jî bo bazarên Ewropayê. Ev pêgeh gava girîngiya wê dibe duqat
ku em dibînin Geroava Hurmuz (Strait of Hormuz) berdewam rûbirûyî gefên girtin û
naseqamgiriyê dibe. Li vir e ku hinardekirina neft û gaza Iraq û Kurdistanê di
rêya boriyên Herêmê de, wekî yekane alternatîfa aram, ewle û stratejîk
derdikeve pêş ji bo derbasbûn ji hevrikiyên navdewletî yên herêma Kendavê.

Ji bo ku Herêma Kurdistanê bikaribe vê derfeta dîrokî bi serkeftî bikar bîne û
pêgeha xwe di nexşeya enerjiyê ya cîhanî de cih bike, pêdivî ye sê gavên
bingehîn û çarenûssaz bavêje: Yekem, yekxistina gotara siyasî û medyayî di
navxwe de û amadekirina gotareke nûjen bi zimanê erebî, da ku bikaribe rastî û
mafên destûrî yên Herêmê bi şêوەyekî bandorker bigihîne nav dilê biryardanê li
Bexdayê û hemû raya giştî ya Iraqê, bi mebesta rakirina gumanan. Duyem,
aktîfkirin û bihêzkirina kompanyayên nîştimanî, da ku bibin motora sereke ji bo
veguhastina teknolojiyên pêşkeftî û ezmûna kompanyayên cîhanî bo navxweya
Herêmê. Sêyem û ya herî girîng, parastina jîngehê û hewldan ji bo
pirrengkirina çavkaniyên dahatê ye, çunkî piştevastina mutleq bi dahata neftê,
metrsiyeke mezin e ji bo ser aboriya paşerojê.

Di encam de, divê were teqezkirin ku paşeroja geş a enerjiyê li vê herêmê tenê û
tenê bi gihîştina rêkeftineke siyasî û yasayî ya giştgir, şeffaf û dadperwerane
di navbera Hewlêr û Bexdayê de ve girêdayî ye. Ger navend û herêm wekî du
hevparên rastîn û di bin sîwana destûrê de serederiyê bikin, Iraq dikare bibe
yek ji dabînkerên herî pêbawer ên enerjiyê di asta navdewletî de. Bêyî hebûna
biryara siyasî ya wêrek û aqilmendane, dahata neft û gazê li şûna ku bibe sedema
xweşguzeraniyê, dê tenê bibe paşkoya hevrikiyan û rawestandina jêrxaneya welat.
Lê bi îradeyeke nîştimanî ya yekgirtî û dûrbîniyeke stratejîk, mirov dikare vê
samana xwezayî ya mezin bike hênika aştiyeke berdewam û motora aboriyeke xurt ku
jiyaneke şayiste û tije dadperwerî ji bo hemû pêkhateyên nîştiman û nifşên
paşerojê dabîn bike.

Top