Rouzbeh Parsi, Profesorekî Dîrok û Mafên Mirovan ji bo Gulan: Neteweperweriya Kurdî ne amûrek bû ji bo sepandina serdestiyê, belkî projeyek bû ji bo naskirin û mayîna neteweyekê
Rouzbeh Parsi, Profesorekî Dîrok û Mafên Mirovan ji bo Gulan: Neteweperweriya Kurdî ne amûrek bû ji bo sepandina serdestiyê, belkî projeyek bû ji bo naskirin û mayîna neteweyekê
Profesör Rouzbeh Parsi, mamosteyê dîrok û mafên mirovan e li Zanîngeha Lund a Swêdê. Teza wî ya doktorayê li ser "Neteweperwerî û Rewşenbîrên Îranê di navbera herdû Şerên Cîhanê de" ye. Her wiha lêkolînerekî payebilind e li Peymangeha Yekîtiya Ewropayê bo Lêkolînên Ewlehiyê (EUISS) li Parîsê û li ser Îran û dewletên Rojhilata Navîn kar kiriye. Ji sala 2013an ve wek mamosteyê mafên mirovan dersan dide û di heman demê de serokê bernameyên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye li Peymangeha Swêdî bo Karûbarên Navneteweyî. Ew her wiha rêveberê Grûpa Lêkolînên Ewropî bo Rojhilata Navîn e. Di lêkolînên xwe de bal kişandiye ser wan karesatên ku di şeran de wekî jenosîd li dijî mirovahiyê hatine kirin. Ji bo axaftina li ser bingehên neteweperweriyê wekî çarçoveyek ji bo pêvajoya netewesaziyê û xebata neteweyan ji bo avakirina dewleta xwe ya serbixwe, me ev hevpeyvîna taybet bi Profesor Parsi re encam da.
Gulan: Di lêkolînên xwe de we li ser neteweperwerî (nasyonalîzm) û modernîteyê kar kiriye. Hun neteweperweriya Kurdî di çarçoveya teoriya "Netewesazî - Nation-Building" de çawa dibînin? Gelo Kurdan karîbûye wek neteweyek modern xwe pênase bike, di demekê de ku amûrên klasîk ên dewletê wek "artêş û dibistana yekgirtî" di destê wan de nebûne?
Rouzbeh Parsi: Ji bo têgihiştina neteweperweriya Kurdî, pêdiviya me bi lojîka "hêz û naskirinê" heye. Doza Kurdî vê yekê îsbat dike ku pêvajoya netewesaziyê ne pêvajoyeke "lîner" (rastxet) e; bi wî wateyê ku divê destpêkê ziman bibe yek, piştre sînor werin diyarkirin û sazî werin avakirin. Her wiha ev pêvajo bi temamî ne bi hebûna dewleteke xwedî serwerî ve girêdayî ye. Hişmendiya neteweyî ya Kurdî bi rêya ezmûna dîrokî ya hevpar, serkutkirin û bîranîna hevpar a wan karesatên ku hatine serê wan dirust bûye, ne ku bi rêya saziyên dewletê ev hişmendî ava bûbe. Ji ber vê yekê, nebûna dewletê nebûye asteng li pêşiya nasnameyeke Kurdî ya modern, belkî şêwaz û taybetmendiya nasnameyê guherandiye bo şêwazekî "xweragir, xwe-guncîner û piraniya caran jî berevankar". Ev nasname di bin zext û zordariyê de fîgur girtiye, ne ku ji jor ve hatibe dîzaynkirin.
Gulan: Hun behsa rola rewşenbîran di xeyalkirina neteweyê de dikin; di nebûna dewleteke serbixwe de, rewşenbîrên Kurd heta çi astê serkeftî bûn di guherandina nasnameya Kurdî ji nasnameyeke eşîrî û herêmî ber bi nasnameyeke neteweyî ya modern ve, ku bi têgehên wekî wekheviya zayendî û mafên kêmneteweyan re bigunca?
Rouzbeh Parsi: Di nav vê pêvajoyê de rewşenbîrên Kurd roleke diyarker lîstine di jinûve pênasekirina nasnameyê û guherandina wê ji girêdaneke herêmî û eşîrî ber bi girêdaneke neteweyî ya berfirehtir. Bi rêya edebiyat, ramana siyasî û berhemanîna çandî, wan nêrîneke nû ji bo "Kurdbûnê" (Kurdishness) amade kir. Wan nêrîneke modern û bawerî bi pirrengiyê di nav dîrokê de çandiye. Lê tevî van hemûyan jî, bêyî hebûna saziyên xwedî serwerî ku bikaribin van ramanan bikin qanûn di dadgehan de û bikin bernameyên xwendinê li welat, ew nêrîna nû ya Kurdbûnê tenê di kor û sîmîneran de dimîne û bi zehmetî dibin nirxên civakî yên cîgir û berdewam.
Gulan: Neteweperweriya Kurdî di navbera sê neteweperweriyên dewletî (Tirkî, Erebî û Îranî) de hatiye dorpêçkirin. Ji nêrîna "dîroka têgehan" ve, hun çi cudahiyê di navbera wê neteweperweriya ku dewlet piştgiriya wê dike û wê neteweperweriya Kurdî de dibînin, ku wek bizaveke rizgarixwaz her dem di nav têkoşînê de ye?
Rouzbeh Parsi: Cudahîkirina neteweperweriya Kurdî ji wê neteweperweriya ku ji aliyê dewletên Rojhilata Navîn ve hatiye berhemanîn, mijareke bingehîn e. Sedem jî ew e ku neteweperweriya dewletên Rojhilata Navîn her dem neteweperweriyeke serkutker û ji bo tinekirina yên din bûye. Bi rêya xwe-sepandin û jêbirina cudahiyan hewl dane welatên xwe bikin yek. Lê li beramberî vê, neteweperweriya Kurdî berevajî wê lojîka dewletî geş bûye. Neteweperweriya Kurdî ne projeyek bû ji bo sepandina serdestiyê, belkî projeyek e ji bo naskirin û mayîna neteweyekê, ne ku ji bo tinekirina pirrengî û jiyana bi hev re. Ji ber wê, wek bersivek ji bo marjînalîzekirin û çewsandinê, her dem tekezî li ser lêborîn û jiyana bi hev re kiriye.
Gulan: Di sîstema navneteweyî ya îro de ku hun wek pisporekî siyaseta derve tê de kar dikin, gelo modela "Dewlet-Netewe" (Nation-State) hîn jî tenê mifte ye ji bo parastina nasnameya neteweyan? Çima neteweyên bêdewlet wek Kurdan, dewletê wek tenê garantî ji bo mayîna xwe dibînin?
Rouzbeh Parsi: Bêguman têgihiştina cudahiya navbera neteweperweriya Kurdî û ya dewletî li Rojhilata Navîn alîkar e ku em bizanibin çima tevî gerdûnîbûn û modelên alternatîf ên hikumraniyê, hîn jî dewleta neteweyî ya hevdem wek navend û bingeh di sîstema navneteweyî de maye. Têgeha serweriyê heta niha jî wek amûrek ji bo parastina "maf, ewlehî û şeratiyê" tê dîtin. Ji ber vê yekê ye ku neteweyên bêdewlet xebat dikin da ku bibin xwedî dewleta xwe ya serbixwe. Di vê çarçoveyê de ji bo Kurdan, dewlet tenê xewneke romantîk nîne, belkî çarçoveyeke parastinê ye li dijî jêbirin, marjînalîzekirin û dubarebûna tundûtûjî û karesatan.
Gulan: Gelek caran tê gotin ku serxwebûna neteweyan dibe sedema bêîstîkrariyê (nasengiyê), lê gelo hun nafikirin ku veşartin û serkutkirina nasnameyên neteweyî (wek ya ku li Rojhilata Navîn li dijî Kurdan tê kirin), metirsiyeke mezin e ji bo "aşitiya herdemî" li herêmê?
Rouzbeh Parsi: Ew hincetên ku dibêjin "serxwebûna neteweyan" bi şêweyekî mecbûrî bêîstîkrariyê tîne, armanca wan ew e ku bandorên xirab ên serkutkirina demdirêj veşêrin. Ew nizanin ku serkutkirin dibe sedema kombûna çewsandî û birînên kûr ên bêdermankirî, ku di dawiyê de diteqin. Di doza Kurdî de, înkarkirina mafên Kurdan baweriya di navbera pêkhateyan û dewletên navendî de xera kiriye û jiyana bi hev re lawaz kiriye. Ji ber wê, ew îstîkrara ku bi rêya hêz û zordariyê tê sepandin, dibe ku di rû de saxlem xuya bike, lê di rastiyê de pûç e û zû diqede. Lê naskirina aliyê din bi rêya aştî û diyalogê, zemînekî baştir ji bo aşitiyeke berdewam amade dike.
Gulan: Wek profesorekî ku dersên "Sosyolojiya Jenosîdê" dane; nêrîna we çi ye li ser vê yekê ku dema em li pêvajoya "Enfalê" li Iraqê dinêrin, ev pirs çêdibe: Gelo ev tenê bertekeke leşkerî bû, an beşek bû ji projeyeke modern a "Dewlet-Netewe" ya Baasê ji bo tinekirina wan kesên ku di nav çarçoveya "neteweya Erebî" de cihê wan nedibû?
Rouzbeh Parsi: Ev têkiliya navbera neteweperweriya serkutker û pêvajoya dewlet-neteweyê bi şêweyekî trajedîk di doza Enfala dewleta Iraqê ya li dijî Kurdan de diyar bûye. Di vê çarçoveyê de, mirov nikare operasyonên Enfalê tenê wekî bersiveke leşkerî ji bo çalakiyên Pêşmerge bibîne. Belkî sîstema dewletê bi wî rengî hatibû avakirin ku her kesê bi nasnameya dewletê (ku qewmiyeteke serkutker bû) re nebe yek, divê were paqijkirin û jêbirin. Armanca Enfalê bi rêya hedefgirtina xelkê sivîl, wêrankirina gundan û hilweşandina binesaziya civakî, ne tenê şikandina neyarekî bû. Armanca dewleta Iraqê ew bû ku bi rêya Enfalê neteweyek bi navê Kurd nemîne û Iraq bibe yek civak û cudahiyên neteweyî tê de werin jêbirin. Di vê xelekê de, Enfal îsbat dike ku pêvajoya dewletsaziyê dema bi qewmiyeteke serkutker re dibe yek, li şûna ku aramî û xweşguzarî bîne, dewlet bi xwe dibe amûrek ji bo afirandina karesatên mirovî û tawana mezin a jenosîdê.
