• Friday, 30 January 2026
logo

Dr. Sean Yom, pisporê siyaseta berawurdkarî û têkiliyên navneteweyî yên Rojhilata Navîn ji bo Gulan: Girîng e Herêma Kurdistanê têkiliyeke zelal li ser bingeha serweriya yasayê bi Bexdayê re ava bike

Gulan Media January 17, 2026 Dîmane
Dr. Sean Yom, pisporê siyaseta berawurdkarî û têkiliyên navneteweyî yên Rojhilata Navîn ji bo Gulan: Girîng e Herêma Kurdistanê têkiliyeke zelal li ser bingeha serweriya yasayê bi Bexdayê re ava bike

 


Dr. Sean Yom, pisporê siyaseta berawurdkarî û têkiliyên navneteweyî yên Rojhilata Navîn ji bo Gulan: Girîng e Herêma Kurdistanê têkiliyeke zelal li ser bingeha serweriya yasayê bi Bexdayê re ava bike

Dr. Sean Yom, profesorekî alîkar ê zanistên siyasî ye li Zanîngeha Temple û pispor e di warê siyaseta berawurdkarî û têkiliyên navneteweyî yên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de. Ew her wiha lêkolînerekî payebilind e di Rêxistina Demokrasiyê de ji bo Cîhana Erebî (WAWN). Wî xebatên akademîk ên pir hûr û kûr li ser dewletên Erebî û Kendavê kiriye û giranî daye ser xwezaya dewletên herêmê. Ji bo axaftina li ser bingeha meşruiyetê (rewabûnê) di dewletên Rojhilata Navîn de û nebûna zemîneyeke guncav ji bo hikûmraniya baş, me ev hevpeyvîn bi wî re encam da.

Pirs: Di piraniya lêkolînên xwe de hûn balê dikişînin ser hêz û mayîna rejîmên totalîter, an jî yên ku hilbijartinan dikin lê her weha desthilatên xwesepên in li Rojhilata Navîn. Li gorî nêrîna we, tevî zêdebûna fişaran, guhertinên civakî û zêdebûna nerazîbûna xelkê, sedema mayîn û berxwedana van rejîman ji bo çi vedigere?
Dr. Sean Yom: Ji bo em bi awayê herî baş ji mayîna rejîmên otorîter û dîktator ên Rojhilata Navîn fam bikin, girîng e em encamên stratejiyeke siyasî di nav rewşeke piralî de bixwînin, ne wekî haceteke çandî ku goya gelên herêmê bixwe daxwaza wan rejîmên otorîter û dîktator dikin. Ev rejîm ji bo ku di desthilatê de biminînin, rê û taktîkên cuda bikar tînin; wekî perçekirina hêzên opozîsyonê û zextkirina li ser wan da ku nekaribin rola xwe bilîzin, an jî hewl didin yekrêzî û yekitiya nav elîta desthilatdar bi rêya afirandina berjewendiyên bihêz biparêzin. Ji vî alî ve jî, dewletên Rojhilata Navîn her tim serî li wê yekê dane ku hêzeke derveyî bibe hevalbendê wan û wekî mertal wan biparêze.

Di beşek ji lêkolînên xwe de ku min bi taybetî li ser rejîmên padîşahî kar kiriye, min tekezî li ser wê kiriye ku mayîna van rejîman girêdayî avakirina hevalbendiyeke berfireh e li ser asta civakê, ku hêz û eşîrên cuda li dora xwe kom dike. Her wiha, elîta desthilatdar çavkaniyên dahatê wekî serwet û samana siruştî ya neft û gazê di destê xwe de kom dikin, bi vî awayî piştevaniya derveyî ji bo mayîna xwe peyda dikin. Ev jî dîsa nîşan dide ku xelk ji wan rejîman hez nakin, lê alternatîfeke din nabînin.

Li ser asta civakê, tirsa ji "nediyariyê" (Uncertainty) faktorek pir girîng e. Ev jî ji ber wê yekê ye ku xelk heger ji sîstemê razî nebin jî, alternatîfeke guncav li ber çavan nînin û ditirsin ku ketina wan rejîman bibe sedema kaos û şerê navxweyî, bi vî rengî aboriya welat bikeve bin bandora enflasyon û hilweşînê. Ev rewş jî nabe cîgirekî pêbawer ê wan rejîman û bixwe dibe faktorek ji bo mayîna rejîmê û berdewamiya desthilatdariya wê.

Pirs: Piştî sala 2010an û serhildanên ku jê re dihat gotin "Bihara Erebî", asta pêşbîniyan ji bo guhertina siyasî li welatên vê herêmê bilind bû, bi wê hêviyê ku werçerxaneke mezin çêbibe û dawî li rejîmên stemkar bê. Lê ev pêşbînî ne tenê rast denerketin, belku berevajî bûn. Gelo sedema vê yekê qelsiya saziyan e, şikesta serkirdeyên siyasî ye, an vedigere bo wan astengên kûr ên li Rojhilata Navîn hene?
Dr. Sean Yom: Bi dîtina min ne tenê sedemek heye ku rewş berevajî bû û werçerxan çênebû, belku divê em hemû wan faktoran binirxînin ku te behs kirin, ji ber ku ev faktor bi hev re kar dikin. Bo nimûne, serhildanên welatên Erebî qelsiya kûr a saziyan li tevahiya herêmê eşkere kir. Her wiha li wan derên ku saziyên dewletê lewaz in an jî siyasî kirine, ev bûn sedem ku pêvajoya werçerxana siyasî biguhere bo şerekî "Zero-sum" (yan ez yan tu) ji bo manê, ne ku zemîneyek be bo diyalog û çaksaziyê.

Bêguman şikesta serkirdayetiyê rola xwe hebû, lê kêşeya kûr a wan civakan ew bû ku partiyên siyasî yên birêxistinkirî û civaka medenî ya çalak nebûn. Ji bilî vê, asta aboriya welat ne di wê astê de bû ku bersiva daxwazên welatiyan bide.

Di piraniya wan rewşên piştî serhildanên Bihara Erebî de, me dît ku ew elîtên siyasî yên ku cihê desthilatê girtin, zû bûn serkutkar. Di beranber de, tevgerên opozîsyonê bi perçebûyî man û tenê wek kardanewe (reaksiyon) li hember rewşê man. Nexwe, ev ji me re dibêje ku dîktatorî tenê nayê wateya redkirina daxwaza demokratîk, belku nîşana wê nehevsengiyê ye ku di navbera desthilata cîgir a dewletê û cîgirên nû de çêbûbû.

Pirs: Di beşek ji lêkolînên xwe de hûn tekez dikin ku meşruiyeta siyasî ya dewletê tenê bi hilbijartinan çênabe. Gelo di niha ya Rojhilata Navîn de çi celeb meşruiyetek girîng e û gelo çavkaniya vê meşruiyeta ku niha li herêmê heye, bi derbasbûna demê re kêm nabe?
Dr. Sean Yom: Pir kêm caran li Rojhilata Navîn hilbijartin û hevrikiya dadperwerane dibin bingeh bo meşruiyeta siyasî. Di şûna wê de, meşruiyet zêdetir di encama girêdana performansa hikûmetê û nîşandana nasnameya fermanrewa wekî sembola neteweyî an olî û avakirina paşxaneyeke dîrokî tê afirandin. Ev bi taybetî di rejîmên padîşahî de, desthilata sembolîk û malbatî roleke bi bandor di meşruiyetdayîna fermanrewatiyê de lîstiye. Wekî min di lêkolînên xwe de behs kiriye, yek ji girîngtirîn şiroveyan bo mayîna rejîmên padîşahî vedigere bo wê meşruiyeta kevneşopî ya ku di nav kûrahiya resenatiya çandî an dîrokî de reh avêtiye. Padîşah bi vî awayî tên nîşandan ku ew li ser serê kêşme-kêşên siyasî yên rojane ne. Lê belê, her ku guhertinên demografîk, enflasyona aborî û bilindbûna daxwazên xelkê çêdibin, piştbestina rejîman bi "mehsûbiyet û sembolîzmê" roj bi roj zehmettir dibe. Niha xelk li "meşruiyeta performansa hikûmetê" dinêre; bi zelalî li benda wê ne ku hikûmet çawa xizmetguzariyên bingehîn peyda dike. Nebûna geşepêdana aborî ya berdewam, karê rejîman giran kiriye. Di niha de, dijwariya mezin a li pêşiya rejîman ne tenê parastina meşruiyetê ye, belku ew e ku çawa xwe bi rewşa guherî re biguncînin.

Pirs: Rojhilata Navîn her tim bûye qada hevrikiya hêzên derveyî yên mezin û hêzên mezin ên herêmê. Gelo encamên vê hevrikiyê û destwerdana hêzên derveyî çi bandorekê li ser geşepêdana siyasî li vê herêma hestiyar dike?
Dr. Sean Yom: Dînamîkên hevrikiya hêzên herêmî û destwerdana navneteweyî li şûna ku sîstema siyasî ya heyî biguherînin, zêdetir rejîmên heyî bihêztir dikin. Hevrikiya hêzên herêmî ber bi wê ve diçe ku kêşeyên herêmî (lokal) bike navneteweyî û kêşeyên navxweyî biguhere bo "şerê wekaletê" (Proxy struggle). Ev rewş gihîştina bi lihevhatin û peymanê pir zehmet dike. Piştgiriya derveyî (çi leşkerî, darayî an dîplomatîk) dibe sedem ku rejîm ji fişarên navxweyî rizgar bibin û wan fişaran kêm bike ku bo çaksaziyê pêwîst in. Ji vî alî ve jî, destwerdana derveyî pir kêm dibe faktorek bo dabînkirina bingehên saziyî ku bo geşepêdana siyasî ya demdirêj pêwîst in. Hêzên derveyî her çend bandorê li ser encaman bikin jî, tu carî nabin cîgirê meşruiyeta navxweyî an şiyana saziyên dewletê. Hinek caran destwerdana biyanî bûye sedema îstîkrareke demkî, lê şert û mercên ku bo avakirina sîstemeke siyasî ya rast pêwîst in, hilweşandine.

Pirs: Herêma Kurdistanê di nav sîstemeke federal û hawirdoreke herêmî ya pir bi pirsgirêk de ye. Ji perspektîveke berawurdkarî ve, çi merc pêwîst in da ku Herêma Kurdistanê wek modeleke îstîkrar û karîger a hikûmraniyê di nav Iraqê de geşê bike?
Dr. Sean Yom: Ji perspektîfa berawurdkarî ve, serkeftina xweseriya herêmî ya di bin dewletê de (Subnational-Autonomy), kêmtir bi deqên destûrî ve girêdayî ye, belku zêdetir bi pêbaweriya sozên siyasî û hêza saziyan ve girêdayî ye. Ji bo Herêma Kurdistanê, yek ji rêyên sereke ew e ku têkiliyeke zelal û rasterast li ser bingeha serweriya yasayê bi Bexdayê re ava bike, bi taybetî derbarê dabeşkirina dahatan, hevahengiya ewlehiyê û çareserkirina kêşeya navçeyên nakok. Heger ronahiyek li ser van pirsan neyê avakirin, pêvajoya siyasî her tim dê bi neîstîkrarî bimîne. Her wiha, bi heman qasî girîng e ku li navxweyî Herêma Kurdistanê saziyên dewletê bên xurtkirin. Hebûna saziyên bihêz, serweriya yasayê, kargêriya profesyonel û danîna sînoran ji bo desthilata partiyên siyasî pir pêwîst in. Ev ne tenê bo hikûmraniya baş, belku bo parastina qeyana (statûya) Herêma Kurdistanê di nav hawirdoreke herêmî ya dijwar de pêwîst e. Xala dawî ku ez dixwazim destnîşan bikim ew e ku îstîkrara Herêma Kurdistanê bi hevsengiya derveyî ya berfireh ve girêdayî ye; ango dewletên cîran û hêzên mezin hebûna Herêma Kurdistanê ji tunebûna wê çêtir bibînin. Ev jî tê wê wateyê ku paşeroja Herêma Kurdistanê bi qasî bandora herêmî, bi pêbaweriya saziyên navxweyî tê diyarkirin.

Top