• Friday, 30 January 2026
logo

Profîsor Heinz Gärtner, Serokê Bordê Şêwirmendiya Stratejî û Ewlehiya Hêzên Çekdar ên Nemsayê ji bo Gulan: Di niha de Yekîtiya Ewropayê ji wê yekê ditirse ku Donald Trump pişta xwe bide wan û wan li hemberî Rûsyayê bi tenê bihêle

Gulan Media January 17, 2026 Dîmane
Profîsor Heinz Gärtner, Serokê Bordê Şêwirmendiya Stratejî û Ewlehiya Hêzên Çekdar ên Nemsayê ji bo Gulan: Di niha de Yekîtiya Ewropayê ji wê yekê ditirse ku Donald Trump pişta xwe bide wan û wan li hemberî Rûsyayê bi tenê bihêle

Profîsor Heinz Gärtner, Serokê Bordê Şêwirmendiya Stratejî û Ewlehiya Hêzên Çekdar ên Nemsayê ji bo Gulan: Di niha de Yekîtiya Ewropayê ji wê yekê ditirse ku Donald Trump pişta xwe bide wan û wan li hemberî Rûsyayê bi tenê bihêle

Profîsor Heinz Gärtner, ustadê zanistên siyasî ye li Zanîngeha Viyanayê û Zanîngeha Danûbê û berê jî rêveberê akademîk ê Peymangeha Nemsayê ya Karûbarên Navneteweyî bûye. Xwediyê kursiya Nemsayê bûye li Zanîngeha Stanfordê, di niha de jî Serokê Bordê Şêwirmendiya Stratejî û Ewlehiya Hêzên Çekdar ên Nemsayê û Serokê Bordê Şêwirmendiya Peymangeha Navneteweyî ya ji bo Aştiyê (IIP) ye li Nemsayê. Ji bo axaftina li ser rewşa guherîna balansa hêzê li ser asta cîhanê û derketina pircemseriyê, me ev hevpeyvîn ligel wî encam da.

Gulan: Hûn pir behsa guherîna hevsengiya hêzê dikin. Gelo bi baweriya we cîhan bi temamî ber bi sîstemeke "pircemserî" ve gavan diavêje, yan hêj Amerîka wekî cemsera bilind dimîne?

Profîsor Heinz Gärtner: Ew dem û gav bi dawî hat ku Francis Fukuyama tê de pê bawer bû ku "cîhan bêyî eniyên li dijî hev diçe". Her wiha takcemseriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî ber bi pircemseriyeke wisa naçe ku tê de çend navendên hêzê heta radeyekê wekhev bin, belkî ber bi cureyek ji ducemseriya nû di navbera Amerîka û Çînê de gavan diavêje. Di vê hawêşeya nû de, Rûsya dibe hevalbendekî biçûk (Junior partner) ê Çînê; ji ber ku aboriya niha ya Rûsyayê bi qasî aboriya Îtalyayê ye û pişta xwe bi hinardekirina enerjiyê ji bo Çîn û Hindistanê girê daye. Ji vê zêdetir, Rûsya ji aliyê dewletên NATOyê ve hatiye dorpêçkirin û li Rojhilata Navîn jî bandora wê nemaye. Ji ber wê, Rûsya tenê wekî hêzeke herêmî ya xwedî çekên navokî dimîne ji bo rûbirûbûna Rojava li ser axa Ewropayê. Ev rastiya niha çêbûye, cîhan ber bi tengasiya ewlehiyê (Security Dilemma) biriye. Ev jî di encama tirsa ji êrîşekê serhildide ku aliyek digihîje wê qenaetê ku divê ji bo rûbirûbûnê amade be. Maneya ewlehiyê yanî nemana gefê, yan hebûna amadebaşiyê ji bo berevajîkirina gefê. Lewma nêrînên cuda li ser bidestxistina ewlehiyê hene; di vê de divê ji bo garantiya ewlehiyê, yan şiyanên serbazî bên zêdekirin, yan jî divê ew jîngeha ku gef tê de serhildidin were guherandin.

Di sala 1975an de bi rêya îmzakirina "Belgenameya Dawî ya Konferansa Ewlehî û Hevkariya Ewropayê" ji bo şikandina durêyana ewlehiyê, berevajî stratejiyên ewlehiyê yên niha, wê peymanê bi qest xwe ji nasnavên wekî "dijmin, neyar, rikber" dûr girt. Ev belgename di nav lûtkeya nakokiyên her du cemseran de û di serdemekê de bû ku serdema pêşbaziya çekdarkirinê bû û bêmitematiyeke mezin di navbera bloka Rojhilat û Rojava de hebû. Belê îro cîhan rûbirûyî pêşbaziyeke ewlehiyê ya nû bûye û nayê zanîn ka ber bi pircemserî yan ducemseriyê ve gavan diavêje.

Gulan: Wekî pisporekî di warê çekên navokî de, hûn dizanin niha metirsiyên belavbûna vê çekê ji berê zêdetir bûne. Gelo civaka navneteweyî divê çawa ligel vê metirsiya rastîn tevbigere?

Profîsor Heinz Gärtner: Berperçedana çekên navokî (Nuclear deterrence) rewşeke şilovaniyê ya derûnî ye ku di encama bertekekê de digihîje wê qenaetê ku aliyê beramber gefa hebûnê (existential threat) li te dike û tu bi temamî di rûbirûyê metirsiyeke mezin de yî. Nexwe ji bo ku aliyê beramber vê gefê bi cidî werbigire, divê ew çek bi başî hatibin bicihkirin û şiyana bikaranîna wan hebe. Ev jî bi wê maneyê ku çekên navokî tenê wekî amrazekî tirsandin û rêgirtinê nayên dîtin, belkî divê wekî çekê şer jî hesab ji bo wan were kirin. Stratejiya berperçedana çekên navokî di serdema Şerê Sar û nakokiya navbera bloka Rojhilat û Rojava de bi cureyekê hat pêşxistin ku bû sedema pêşbaziya çekdarkirinê. Ev ji ber wê bû ku ew kelênên teknîkî bi berdewamî di balafirên bombebar û roketan de çêdibûn û hewceyî bi tijekirinê hebû. Ji bo vê jî her du blokan hewl didan hegemonyaya xwe zal bikin bi rêya bilindkirina aloziyan (Escalation Dominance). Ev bi wê maneyê ye ku her du alî xwedî şiyana weşandina derba dawî ya cergbir in bi rêya bikaranîna çekên navokî. Damalîna rastîn a çekên navokî dibe ku tenê hingê rû bide ku berperçedana navokî ya du-alî bixe bin pirsê. Berperçedana çekên navokî nabe rêgir ji bo hilbijartina şer di navbera dewletên xwedî çekên navokî û dewletên xwedî çekên klasîk; wekî mînak şerên Korê, Vîetnam, Falkland, şerê navbera Hindistan û Pakistanê (ku her du xwedî çekên navokî ne), û her wiha şerê berevaniya niha ya Ukraynayê ligel Rûsyaya xwedî çekên navokî.

Gulan: Hûn yek ji alîgirên damalîna çekên navokî ne. Gelo di bin siha gefên navokî yên vê dawiyê yên Rûsyayê de, hêj gengaz e behsa cîhaneke bê çekê navokî were kirin, yan cîhan ber bi pêşbaziyeke nû ya çekdarkirinê ve diçe?

Profîsor Heinz Gärtner: Hewldana aliyekî yan dewletekê ji bo ku ewlehiya xwe baştir garantî bike, dibe dînamîkiyek û livîneke berdewam ku nearamî û dilgiraniya zêdetir ji bo aliyê beramber çêdike. Lewma gef dibin sedema gefên berevajî û bêmitematiya navbera wan hîn zêdetir dike. Di heman demê de veberhênan di çekdarkirinê de dibe sedem ku aliyê beramber jî bi heman şêweyî serî li çekdarkirinê bide. Tiştê ku di peywendiyên navneteweyî de jê re tê gotin "tengasiya ewlehiyê - security dilemma", bi rêya kêmkirina tevgerên gef-amêz li hemberî hev dikare were kêmkirin; ev jî bi rêya dîplomasî, guherîna zimanê gefê, amadekirina zemîna ji bo avakirina mitematiyê û peymanên kontrolkirina çekan û damalîna çekan pêk tê.

Gulan: Şerê Ukraynayê çawa pênaseya ewlehiya Ewropayê guhert? Gelo Ewropa dikare bêyî piştabestina temam bi Amerîkayê, sîstemeke ewlehiyê ya serbixwe ji bo xwe dabîn bike?

Profîsor Heinz Gärtner: Dewletên Ewropayê piştgiriya her biryarek giring a siyaseta derve kirine ku di serdema Donald Trump de hatiye dan, çi ew biryar li ser Rojhilata Navîn be yan Asyayê. Her wiha Yekîtiya Ewropayê bersiva erênî ya daxwazên Trump da ku daxwaz kiribû budceya xwe ya serbazî bi şêweyekî berfireh zêde bikin, daku Ewropa bikaribe li hember gefên Rûsyayê berevaniyê li xwe bike. Di niha de Yekîtiya Ewropayê ji wê yekê ditirse ku Amerîka bi serokatiya Trump pişta xwe bide Ewropayê û wê bi tenê bihêle, bi vê jî di warê berevaniyê de li hember Rûsyayê lawaz bibe. Lê dema ku dor tê ser qeyranên mezin ên cîhanê, herî kêm destpêşxeriya siyasî ji bo diyalogê ji aliyê Ewropayê ve hatiye pêşkêşkirin û bi kêmî Ewropa karibûye rolekê tê de bileyize; hemû destpêşxerî ji bo Amerîkayê hatine hiştin. Ji ber wê, dubare çekdarkirina Ewropayê bi tenê ne bes e, di demekê de ku destpêşxeriya siyasî ji bo diyalog û çareserkirina kêşeyan bi danûstandinê tune be.

Gulan: Gelek nivîsên we li ser têgeha "bêlayenî - Neutrality" ji bo dewletan hene. Gelo di vê serdema niha de ku hevalbendiyên serbazî (wek NATO) bihêz dibin, modela bêlayeniyê hêj dikare wekî rêyek ji bo parastina aştiyê çalak be?

Profîsor Heinz Gärtner: Dîrokê ji me re îsbat kiriye ku navçeyên bêlayen tenê di wan rewşan de rûbirûyî binpêkirinê dibin ku êrîşa du-alî ya dewletên şerker yan hevalbendiyên serbazî bikeve ser axa wan. Ew penda ku em ji vê ezmûnê fêr dibin ew e ku dewletên bêlayen dikarin xwe dûr bixin û nekevin nav şeran; ev jî bi rêya pabendbûna wan bi pêşkêşkirina hevkariya du-alî pêk tê. Lewma hilbijartina bêlayeniyê ji bo hinek rewşan bijardeya herî baş e, lê Ukraynayê nekarî vê pêk bîne. Heke beriya êrîşa Rûsyayê ya sala 2022an û heta di destpêka şer de jî bêlayenî hilbijartibaya, dê pir baştir bûya û xwe ji wî şerî dûr dixist ku niha tê de maye.

Dewletên bêlayen li hemberî bihayên mirovî ne bêlayen in; berevajî vê, dibin bêlayenên çalak û li hemberî binpêkirinên tirsnak ên mafên mirovan, jenosîd û karesatên şer helwest werdigirin û neçar nabin helwesta hêzên mezin yan hevalbendiyan bişopînin. Ji vê zêdetir, dewletên bêlayen dikarin di nav Neteweyên Yekbûyî de, di nav siyaseta derve û ewlehiya Ewropayê de çalak bin û karê xwe bikin, yan heke ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve rê pê hatibe dan, dikarin beşdarî pêvajoyên aştiyê bibin. Nexwe helwesta bêlayeniya çalak tam berevajî wê ye ku mirov ji dûr ve li şer binêre. Ev bi wê maneyê ye ku dema guncaw be, destpêşxeriya siyasî ji bo çareseriya aştiyane dike, û gava dem ne guncaw be jî xwe ji şer dûr dixe. Ji ber wê, heta ku şer û nakokiya navbera hevalbendiyên serbazî hebe, bijardeya bêlayeniyê jî dê hebe.

Gulan: Di nav cergeya nakokiyên jeopolîtîk ên Rojhilata Navîn de, Herêma Kurdistanê çawa dikare peywendiyên xwe ligel dewleta Iraqê birêk bixe?

Profîsor Heinz Gärtner: Yek ji serkeftîtirîn rêkxistina xwebirêvebirinê, modela "Tîrola Başûr" (South Tyrol) e li Îtalyayê, ku dikare dersên pir ji vê modelê werin fêrkirin. Ev dever ku niştecîhên wê bi Almanî diaxivin, ji aliyê xudî almanî-axêvan ve di nav Îtalyayê de tê birêvebirin. Dewleta Îtalyayê mafekî pir berfireh daye vê herêmê, wekî "azadiya olî, mafê xwendinê, bikaranîna zimanê xwe, hilbijartina encumena nûneran û dabînkirina pişka guncaw a budceyê". Lewma Herêma Kurdistanê dikare sûdê ji vê ezmûnê werbigire. Dikare bi eşkereyî daxwaza modelekê wekî Tîrola Başûr a Îtalyayê ji Bexdayê were kirin. Bêguman herêma Tîrolê jî piştî Şerê Cîhanî yê Yekem hat xistin ser Îtalyayê, lê niha xwediyê baştirîn xwebirêvebirina xwe ye. Ev dikare bibe nexşerêyek ji bo çareserkirina kêşeya Kurd li Iraqê jî.

Top