• Saturday, 31 January 2026
logo

Christopher Mole, Profesorê Felsefeyê li Zanîngeha Kolombiyaya Brîtanî ji bo Gulanê: Ji bo têgihiştina pêşketinên nû yên teknolojîk pêwîstiya me bi ramaneke felsefî ya bilind heye

Gulan Media December 16, 2025 Dîmane
Christopher Mole, Profesorê Felsefeyê li Zanîngeha Kolombiyaya Brîtanî ji bo Gulanê: Ji bo têgihiştina pêşketinên nû yên teknolojîk pêwîstiya me bi ramaneke felsefî ya bilind heye

 

Christopher Mole, profesorê felsefeyê li Zanîngeha Kolombiyaya Brîtanî û serokê beşa sîstemên zanînê (cognitive systems) li heman zanîngehê ye. Ew pispor û taybetmendê karûbarên felsefî ye, bi taybetî ew mijarên felsefî yên ku di encama hewldana têgihiştina zanistî ya aqilê mirovî de derdikevin holê. Gulan di navbera hevpeyvînekê de çend mijar pê re gotûbêj kirin ku girêdayî hişmendî û hişyariya mirovî û ew pirsgirêkên etîkî ne ku di vî warî de derdikevin holê, bi taybetî ji ber sîstemên zîrekiya çêkirî (AI). Her wiha mijara ku gelo hişmendî û şiyana fikirînê li derveyî hebûna fîzîkî û ceste (laş) karekî pêkan e, yan fikirîn tenê berhema têkiliya nava demarxaneyan e; her wiha pêwendiya di navbera nêrîn û ramanên felsefî û pêşketinên teknolojîk de.


Gulan: Di destpêkê de em dixwazin ji vir dest pê bikin ku hûn bawer dikin ew nîqaşên exlaqî çi ne yên ku girêdayî hişmendiya di zindiyên nemirovî û di nav sîstemên zîrekiya çêkirî de ne, ew jî ji nêrîna pêwendiya di navbera aqil û ceste (laş) de?

Christopher Mole: Di rastiyê de, eger têgihiştineke me ya baştir di derbarê tora pêwendiya di navbera diyardeyên aqilî yên girêdayî mijarên etîkî û exlaqî de wekî "êş û azar, yan xwenasîn" bi mêjî, yan bi sîstemên fîzîkî û cesteyî yên din ên ku bi wan ve girêdayî ne hebe, dibe ku em bikaribin diyar bikin ku ev diyarde di nav ajalan û korpeleyan (embriyo) de jî hene. Ligel vê yekê û ji ber tunebûna teoiyekê di vî warî de, karekî dijwar e ku em îsbat bikin ku ev diyarde bi rastî hene û li dar in. Ji bo ku em hewl bidin bersiva pirsa we bidin, karekî zehmet e ku mijarên exlaqî bi awayekî yekalîker bên çareserkirin. Lêbelê nabê em bibêjin ku perdeyeke tarî bi ser nîqaşên exlaqî de hatiye dadan û nabe were gotin ku tu kar nayê kirin bo hewldana diyarkirina çawaniya bersivdana van pirsan. Mebesta min ew e ku heta eger em bizanin ka kîjan sîstem nîşandêrê van diyardeyên hişmendî ne û di kîjan sîsteman de jî rengvedana van diyardeyan nayê dîtin, dîsa jî hin pirsên girêdayî mijarên exlaqî yên dijwar bi vekirî dimînin.

Gulan: Nêrîna we di wê derbarê de çi ye ku dibêje em difikirin ji ber ku em bihiş (hişmend) in, wate gelo ev têgihiştineke bingehîn a sirûşta mirovî ye, yan ev ji bilî şaşiyeke felsefî tiştekî din nîn e?

Christopher Mole: Ez bi rastî nizanim mebesta we ji wê hevokê çi ye ku dibêje em difikirin ji ber ku em bihiş in. Digel vê yekê, her çawa be em dikarin bibêjin ku gelek ji ramanan di rastiyê de ramanên bihişmendî ne, lê di piraniya haletan de dibe ku neyê yekalîkirin ku gelo ew ramanên hişmendî bi diyarkirî çi cudahiyeke wan heye. Ev jî nayê wê wateyê ku em bikaribin înkara wê bikin ku hişmendî beşeke bingehîn a sirûşta aqilê mirovî ye. Ez bawer dikim eger em ne hişmend bûna, ne aqilê min û ne jî aqilê we bi rastî çênedibûn. Lê eger em li ser nêrîn û ramanên takekesî bifikirin, ne tevahiya aqilê mirovî, wê demê pir zehmet e em bikaribin îsbat bikin ku hişmendî roleke bingehîn di warê fikirînê de heye. Ji bo ku ez gotinê kurt bikim, ez bawer dikim ku dibe hin ramanên me yên diyarkirî yên takekesî yên hişmend ku hene, bi awayekî bêagahî (bêhiş) rû dabin.

Gulan: Di nêrîna we de, gelo tor û pêwendiya bingehîn di navbera têgihiştin (îdrak) û hişmendiyê de çi ye? Gelo cotek in ji hev qutbûyî ne, yan ji hevûdu çavkaniyê digirin?

Christopher Mole: Di bersiva xwe ya berê de heta radeyekê min ev mijar gotûbêj kir. Li vir dikarim vê zêde bikim ku dibe hin diyardeyên aqilî, wekî hestkirinên sade, di nav aqilekî de hebin, heta eger ew aqil bi radeyeke zêde jî nefikire; wate li vir dikare were gotin ku ev bêtir aqilekî seretayî yê hestyarî ye, ne aqilekî zanînî (kognîtîf) ye. Lê eger ev diyarde jî bihiş bin, dibe ku hişmendî bêyî têgihiştin (îdrak) hebe û dibe ku berevajiyê vê jî rast be. Dibe aqilekî jimêryarî hin diyardeyên zanînî li xwe bigire, bêyî ku ev diyardeyên hişmendî bin. Loma ji vê nêrînê ve, hişmendî û têgihiştin ji hev nayên qutkirin, ji ber ku dibe ne tesaduf be ku ev her du diyarde hevdemî hev bin û pêwendiyeke şirovekarî ya xurt di navbera wan de hebe.

Gulan: Çawa têgehên felsefî yên girêdayî hişmendiyê guherîn bi ser de tê, di encama zêdebûna agahiya me bi pêwendiya navbera aqil û cesteyê de?

Christopher Mole: Di rastiyê de ya ku cihê sernciyê ye ew e ku ji nîvê sedsala bîstan û vir ve, fîlozofan têgeha hişmendiyê bi awayekî bikar anîn ku nermbûneke zêdetir li xwe digirt, li gorî wê awayê ku niha em bikar tînin. Dibe ku beşek ji vê mijarê girêdayî be bi pêşveçûna pêwendîdar bi diyarkirina bingehê diyardeyên psîkolojîk di demarxaneyan de. Lê ji ber ku teoriyeke me ya têr û tije nîn e bo şirovekirin û lêkdanewa wê yekê ku çawa ew bingehê demarxaneyan diyardeya psîkolojîk dirust dikin, zehmet e nirxandinê bo pêşveçûna pêwendîdar bi pêwendiya ceste û mêjî ve bikin.

Gulan: Yekeke din ji pirsên girêdayî vî warî ew e: Gelo raman ji erkên fîzîkî yên mêjî bilindtir in, yan tenê komek diyardeyên girêdayî demarxaneyan in?

Christopher Mole: Ji bo em têbigihîjin ku çawa ramanên me biaqil in, baştir e em li pêwendiya navbera heyînekî (bûnewerekî) bifikir û jîngeha derdora wî binêrin. Mebesta min ew e em nikarin lêkdanewe û şiroveyeke baş bikin eger tenê em li mêjî bifikirin bêyî ku em jîngeha maddî li ber çavan bigirin.

Gulan: Gelo têgihiştina kûr a derbarê hişmendiyê de rê dide me ku em dubare şiroveyê bo pabendbûna exlaqî, yan nexweşiyên aqilî, yan heta şûnasa takekesî bikin?

Christopher Mole: Bêguman hin cureyên nexweşiyên aqilî hene ku dikare bêtir lêkdanewe ji wan re were kirin, eger ramaneke me ya baştir hebe derbarê tora pêwendiya navbera diyardeyên hişmend bi bingehên demarxaneyên wan ve. Dibe ku haleta şîzofreniyayê mînakeke baş be di vî warî de, ji ber ku hişmendiya van kesan di bingeh de tevlihev bûye û ev haleteke pir aloze. Heta eger têgihiştineke felsefî ya baştir jî li cem me hebe ji bo kiryarên tijî tevlihevî, dîsa jî em dûr in ji wêya ku em bikaribin çawa çareseriyeke bi bandor ji bo vê nexweşiyê pêş bixin.

Gulan: Ligel pêşveçûna şiyana mêjiyê mirovî ji bo ku di kat û satên xwe de dûvçûnê bo ramanan bike, di pêwendiya bi pêşveçûna teknolojîk ve, gelo tê gotin ku teknolojî şûna felsefeyê digire, yan dibe sedema xurtkirina wê?

Christopher Mole: Her tim pêwendiya navbera felsefe û pêşketina zanistî ya li ser teknolojiya, pêwendiyeke bi mij û moran (nezelal) bûye. Lê ez bawer dikim pêwîst e di vê demê de ramaneke me ya felsefî ya pêşketî hebe ji bo têgihiştina pêşketina teknolojiyên nû, ji ber ku ev pêşveçûn giringiyeke nû didin hin raman û pirsên me yên felsefî. Lê ev di heman demê de hem pirsgirêk e û hem nîmet e, ji ber ku zehmet e mirov bikaribe reşta ramaneke rast a felsefî leztir bike. Eger em vê bêtir zelal bikin, pêwendiya navbera felsefe û pêşveçûna zanistî – bi taybetî dema ku pêşveçûn bi sedema geşepêdana lez a teknolojîk bêtir berfireh dibe – hin gumanan bi ser de kişandiye.
Ji aliyekê ve dahênana teknolojîk dibe sedema berfirehbûna asoya çavdêrî û pîvanê, wate keresteyên nû ji bo nêrîna felsefeyê dabîn dike. Ji aliyê din ve, pêşketina teknolojîk dibe sedema tevlihevkirina çarçoveya teoriyan, bi awayekî ku felsefe nagihîje dubare dariştina wan, bi taybetî ev di vê serdemê de pir bi tundî derketiye pêş. Reşta bê pêşîne ya pêşveçûnan di warê zîrekiya çêkirî (AI) û biyoteknolojî û îdrakê de, pêwîstiya wan bi guhertinê heye di nêrînên felsefî de ku hevşan be bi van aloziyan re.
Wate ev pêşveçûn me neçar dikin ku em çavekî li pirsên bingehîn ên girêdayî hişmendî û şûnas û nirx û berpirsiyariyê bikin. Lê ev şûrekî devbuhar e (du dev e), ji ber ku di demekê de tîşkê dixe ser wêya ku pêwîst e ramaneke me ya felsefî ya zelal hebe, di heman demê de zextan dirust dike ku dibe bibe sedema lawazkirina proseyê fikirîna hêdî û kûr, ku felsefe pişta xwe pê girê dide. Di vî warî de astengî ew e ka em kîjan cure gotûbêja felsefî bigirin ber, ku hem bersivdêrê guhertinên teknolojîk be, hem jî bingeh û prensîbên felsefî jî piştguh neke.

Top