John Dunn, Profesorê Beşa Zanistên Siyasî û Lêkolînên Navdewletî li Zanîngeha Cambridge ji Gulanê re: Siyaset xwedî rehendeke kiryarî ye û ya girîng ew encam in ku jê derdikevin
John Dunn, Profesorê Beşa Zanistên Siyasî û Lêkolînên Navdewletî li Zanîngeha Cambridge ji Gulanê re: Siyaset xwedî rehendeke kiryarî ye û ya girîng ew encam in ku jê derdikevin.
John Dunn, profesor e di Beşa Zanistên Siyasî û Lêkolînên Navdewletî li Zanîngeha Cambridge, pispor û şareza ye di çend warên girîng de, wek: teoriya siyasî ya hevdem, gelaşbûna (formbûna) dîrokî û lawaziya rewşenbîrî ya têgehên lîberal û sosyalîst ên girêdayî nirxên siyasî, fikra siyasî ya John Locke, rewt û rewrew (tevgera) siyasî ya dewletên hevdem ên cûrbecûr, û pêşveçûna dîrokî û girîngiya demokrasiyê di beşên cuda yên cîhanê de. Gulan hevpeyvînek pê re pêk anî, ji bo şirovekirina wan dijwarî û astengên ku rûbirûyê demokrasiyê dibin û, pirsa wê yekê ku gelo dibe di hemû rewşan de çaverêya wê yekê were kirin, ku demokrasî xwedî heman performans û encamê be, ligel çend pirs û mijarên din ên pêwendîdar.
Gelek behsa wê yekê tê kirin ku demokrasî şêwazekî xwestî yê hukimraniyê ye, herçend ev nayê wê wateyê ku tu kêmasiyeke wê tune ye, û rûbirûyê pirsgirêkan nabe, wekî ku Winston Churchill dibêje: «Demokrasî xirabtirîn sîstema hukimraniyê ye, lê digel vê yekê jî ji hemû sîstemên din baştir e», pirs ev e ew kîjan pirsgirêk û dijwarî ne ku di vê demê de pêsîra demokrasiyê girtine?
Ya ku pir zelal e, ew e ku ev pirs ji welatekî bo welatekî din cûda ye, digel vê yekê jî, dibe ku em bibêjin belkî tu welatek tune be li cîhanê ku performansa hikûmeta wê ya niha cihê heyirînê be, an jî belkî em bikaribin bibêjin ku hikûmeta piranîya van welatan bi vî awayî ne. Di rastiyê de sedemên cûda û cûrbecûr hene ji bo vê rewşê. Divê em amajê bi wê yekê jî bikin ku pênaseyek tune ye ji bo demokrasiyê ku hemû li ser hevbîr bin, wate tiştekî tenê yê cîgir hebe di vî warî de ew e ku pênaseyek tune ye ku hemû li ser kok (lihevhatî) bin, ji wê jî zêdetir, demokrasî têgehek e ku çendîn ramanên berfireh tîne rojevê, ku dibe ku hinek ji wan bi hev re naguncin û yek nagirin, digel vê yekê jî gelek rejîm demokrasiyê wekî bingeh û binyada şerûiyeta (meşrûiyeta) siyasî ya hikûmetên xwe dadinên. Loma dibe ku nebe ku bi rêya hewildana ji bo zelalkirina ramanên demokrasiyê em kar bikin ji bo têgihiştina wan pirsgirêk û dijwariyên siyasî yên ku di beşên cûda yên cîhanê de li arê ne (hene), ji ber vê yekê dibe ku baştir be ku em hewla hizirkirinê li ser xwezaya pirsgirêkên siyasî bidin, ji ber ku bixwe demokrasî jî ku wekî çarçoveyeke rast ji bo rêkxistina siyasetê bangeşe (propagande) jê re hatiye kirin, têgeheke pêşxistî ye û ji bo demeke dûr û dirêj e di pêşveçûnê de ye. Bo nimûne hewl hatiye dayîn ji Ewropayê hinardeyî beşên din ên cîhanê were kirin, lê dibe ku ne rast be, bi wî awayî li meselê binihêrin ku ev bûbe sedema anîna arê ya şêwazekî ku garantiya performanseke kara ya hikûmetê bike li her cihê ku peyrew û piyade were kirin, wate şêwazekî amade û pêşwext û gelaşbûyî nîne ku em bikaribin bibêjin gava ku hate cîbicîkirin û hate girteber, êdî demokrasî encameke xwestî jê dikeve, ev pirs jî girêdayî ye bi pêwendiya navbera ramanên siyasî û mercên siyasî ve, ji ber vê yekê girîng e em ji wê fêm bikin ku çima bi vî awayî li demokrasiyê tê nihêrin û çima bi vî awayî hizir lê tê kirin.
Heke em bi awayekî rast ji bersiva we fêm kiribin, gelo dibe em bibêjin divê demokrasî xwedî binyad û pêkhateyeke amade û cîgir be û nabe di hemû mercan de wekî xwe were cîbicîkirin û çaverêya wê yekê jê were kirin ku encama xwestî jê bikeve?
Belê, ew bersiva min a pêşîn ji bo wê yekê bû ku ez bibêjim lojîkeke din heye ji bo wê yekê ku em hizir li şêwazekî din bikin heta bersiva wê pirsê bidin ka çima binyadeke diyarkirî ya hikûmî rewayetî û meşrûiyet heye, bi berawirdkirina digel binyadên din ên hikûmî, wate ji vî alî ve nêrîneke giştgîr û seranserî tune ye ji bo şirovekirina siyasetê. Xaleke din heye ku ez dixwazim em lê binihêrin, ew jî ew e ku siyaset pirtir rehend û rayeleke kiryarî (pratîkî) heye, wate dibe ku şêwaz û rêkareke cûda were girteber û piyadekirin, lê ya girîng ew e ku gelo encama wan karên ku encam didin dê çi be û dê bigihêje ku derê, ku dibe were gotin ku ev ne pirsek e, an bila bi gotineke din ew encama ku xelk dixwazin were arê, pirtir girêdayî wan pêngav û rêkarên kiryarî ye ku digirinber û kêmtir girêdayî wê yekê ye ku ka çawa hizir jê dikin.
Gelo dibe hûn vê pirsê pirtir zelal bikin?
Mebesta min ew e di jiyana bi kom a xelkê de nabe tenê û tenê ji nêrîn û goşenişîneke diyarkirî ve li meseleyan binihêrî, ji ber ku diyar e ku di jiyanê de û bi taybetî ya ku girêdayî be bi siyaset û pirsa hukimraniyê ve, çendîn pirsên din ên dijwar û giran hene, ku li me dikin ku dûr ji mijara meşrûiyet û rewayetiyê, li mijara wê yekê binihêrin ku xelk çawa hukimranî li wan tê kirin û çi şêwazek li hember wan tê piyadekirin. Loma eger em bersivê kurt bikin, ev ew pirs in ku bi şêweyekî bingehîn girêdayî cih an welatekî diyarkirî ne û bi mercên wî welatî û bi wê yekê ve ku çi tê de diqewime. Wate divê em li waqîa wê binihêrin.
Yek ji mijarên din ên girêdayî vê pirsê pêbawerî ye, ku behsa wê yekê tê kirin li ser asta cîhanê pêbawerî bi demokrasiyê, an bi saziyên demokratîk, wekî parlemento û dadgehan di daketinê de ye, hûn çawa li vê pirsê dinêrin?
Bila ez tiştekî din di vî warî de bibêjim, ew jî ew e ku li hinek cihên vê cîhanê pêbawerî bi performansa hikûmetên xwecihî (lokal) zêde bûye, dibe ku nebe em bibêjin ev tenê û tenê girêdayî dewletên demokratîk e, herwiha di vî warî de nimûneyên berevajî hene û dibe em amajê bi du nimûneyan bikin, yek jê bêguman dewleteke demokratîk a nûneratiyê ya rojavayî ye, ku helbet bangeşeya demokrasiyê dike, tenanet eger ji nêrîna demokrasiya rojavayî jî em lê nenihêrin, cureyekî taybet e bi fikra siyasî ya rojava. Mebesta min ew e hikûmeta vî welatî serkeftî bûye ku bi derbasbûna demê rewş û debara jiyana xelkê baştir bike. Ez di vî warî de hizir li welatê Swîsreyê dikim, eger li vir pirsa wê yekê bikin ka çawa divê em li dîroka vî welatî binihêrin? Wê demê dibe em bibêjin ku dîrokeke wê ya cûda heye di dîroka demokrasiya nûneratiyê ya rojavayî de, lê tevî wê yekê ku serkeftî jî bûye di baştirkirina jiyana xelkê de, dibe ku nikaribe bi ast û radeyeke mezin alîkar bin ji bo ku li cihên din were cîbicîkirin, ji ber ku li vî welatî şirove û lîkdaneweya taybet bi xwe heye ji bo demokrasiyê. Nimûneya din, an ya min nav lê kir nimûneya berevajî, welatê Çînê ye, ji ber ku eger em li vî welatî binihêrin bangeşeya wê yekê dike ku welatekî pir pêşketî ye li ser bingeha wê yekê ku kariye hikûmetekê damezrîne ku kara be û şiyana wê hebe performanseke baş hebe û karûbarên xwe birêve bibe. Dûv re ez bawer nakim ev bangeşeyeke pozbilindî û ji-xwe-razîbûn be, belkî ev bangeşeyek e ku paşxaneyeke mezin a dîrokî li pişt e, dîrokeke taybetmend û cûda. Eger ez mebesta bersiva xwe zelal bikim, ez bawer im ezmûna van herdu welatan, du nimûneyên baş in eger tu bixwazî hizir li meşrûiyet û rewayetiya hikûmetê bikî. Mebesta min ew e divê em wê li ber çav bigirin ku xelk û gelên van herdu welatan wekî hikûmeteke meşrû li hikûmetên xwe dinêrin, ev jî li ser bingeh û binyada ezmûneke komkirî (kelekebûyî) ya dîrokî ye, li şûna ku tekezî li ser raman û têgehan bikin di vî warî de. Lê dibe ku li vir em wê yekê jî zelal bikin ku hinek caran zêdebûna pêbaweriya giştî bi performansa hikûmetên xwecihî, an niştimanî, tenê ne girêdayî saziyên demokratîk e, bi wî awayê teqlîdî yê ku em jê têgihiştine. Di rastiyê de, em nimûneyên berevajî jî dibînin ku dijwariyê ji bo wê texmînê (grîmaneyê) dirust dikin a ku dibêje meşrûiyet û hukimraniya baş tenê û tenê girêdayî demokrasiya lîberal a rojavayî ne.
