Michael Greve Profesorê Yasayê li Zanîngeha George Mason ji bo Gulanê: Hikûmeta Federal a Iraqê çavkaniyên dahatan qorx kirine û wekî karta fişarê dijî Herêma Kurdistanê bi kar anîne.
Michael Greve Profesorê Yasayê li Zanîngeha George Mason ji bo Gulanê: Hikûmeta Federal a Iraqê çavkaniyên dahatan qorx kirine û wekî karta fişarê dijî Herêma Kurdistanê bi kar anîne.
Michael S. Greve, mamosteyê yasayê ye li Koleja Yasayê ya Antonin Scalia li Zanîngeha George Mason li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevberpirsê Navenda Lêkolînên Kargêriya Dewletê di sîstema federalî de ye. Ew pispor e di warê "yasaya destûrî, karê dadgehan û desthilata dadwerî û yasayên bazirganî" de. Herwiha li ser asta Kongres û Encûmena Nûneran a wîlayetan, civînên guhdarîkirinê ji bo wî hatine encamdan û giringî bi nêrînên wî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan di navbera Kongres û Encûmena Nûneran a wîlayetan de hatiye dayîn. Ji bo axaftina li ser felsefeya federalîzmê û sedemên dîrokî yên ji bo penabirina bo vê sîstemê wekî sîstemeke hukimraniyê û berawirdkirina wê ligel sîstema federalî ya Iraqê, me ev guftûgo ligel Profesor Greve pêk anî.
Gulan: Sîstema federalî li gorî wî destûra ku jê re tê danîn, dabeşkirina durist a desthilatan e di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêman de. Wekî pisporekî destûrî, aya bavên damezrîner ên Amerîkayê di bingehê de ji bo kîjan mebestê hizir li wê yekê kirin ku sîstema federalî li welatê xwe tetbîq bikin?
Prof. Michael Greve: Sîstema federalî bi wî awayî hatiye dîzaynkirin ku bibe bersiveke destûrî ji bo pirsgirêkeke siyasî ku li welêt heye. Ev jî bi wê wateyê ye ku em çawa di nav dewletê de hikûmetekê ava bikin ku bikaribe li ser asta nîştiman biryarên yekalîker li ser çareserkirina pirsgirêkan bide, bêyî ku ev hikûmet (Hikûmeta Federal) ew qas desthilatê li cem xwe kom bike ku metirsiyê li ser "paşeroja azadiyê" dirust bike. Ji ber vê yekê, damezrînerên sîstema federalî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gihîştin wê têgihiştinê ku eger desthilatên hikûmeta federal neyên sînordarkirin, bi piştrastî dê bibe sedema wê yekê ku gefê li azadiya takan û tevahiya civakê bike.
Lewma, ev wê rastiyê ji me re eşkere dike ku damezrînerên sîstema federalî tenê ji bo li xwe girtina pirrengiya neteweyî û olî sîstema federalî ne damezirandine, belkî ji bo sînordarkirina desthilata hikûmeta federal û dabeşkirina desthilatan bûye di navbera hikûmeta federal û hikûmeta wîlayetan de. Bi vê yekê, cureyek ji jîngeha pêşbaziyê anîn meydanê ku çawa her desthilateke dadwerî çavdêrî û kontrola desthilateke din dike. Ev jî cureyek ji dîsîplîna xwezayî di nav wîlayetan de dirust dike ku berjewendiya xelkê xwe li ber çav bigire û zêdegaviyê di desthilatên xwe de neke. Ji ber vê yekê, ev pêşbaziya di navbera desthilatên dadwerî de di encama dabeşkirina desthilatan de, sîstemekê hildiberîne ku şiyaneke wê ya zêdetir ji bo parastina azadiyê hebe, ku ti hikûmeteke navendî (sentral) nikare bi wê astê azadiyê biparêze. Bi awayekî zelaltir, sîstema federalî teknîkeke destûrî ye ji bo rêgirtina li dirustbûna dîktatoriyetê.
Gulan: Di piraniya lêkolînên xwe de tekezî li ser wê yekê dikin ku armanca sîstema federalî di wê yekê de tê berçavkirin ku bi rêya sînordarkirina desthilatên hikûmeta federal, azadî di nav civakê de tê parastin. Pirsa me ev e: Ev mekanîzm li ser erdê waqî (pratîkê) çawa tê cîbicîkirin?
Prof. Michael Greve: Sîstema federalî bi rêya du mekanîzmayên sereke li welêt azadiyê diparêze:
Yekem: Desthilatan li ser karakterên cuda dabeş dike (Dispersed authority). Ev jî wateya wê ew e ku di navenda çêkirina biryarê de, karakterên cuda yên wîlayetan jî beşdar dibin û rê nade hemû çavkaniyên desthilatê di hikûmeta navendî de kom bibin. Ev dabeşkirina desthilatê jîngehekê tîne holê ku xwesteka serdestî û stemkariya aliyekî li ser aliyekî din zehmet be, ji ber ku tenê yek karakter nikare kontrola biryar û çêkirina siyasetê bike.
Duyem: Sîstema federalî pêşbaziyê di navbera herêm û wîlayetan de ji bo birêvebirinê dirust dike. Ji ber vê yekê, dema herêmek an wîlayetek azad e di birêvebirina navçeya xwe de, pêwîst e hukimraniya wê bersivdêra xwesteka rûniştvanên xwe be. Lewma, eger di wîlayetekê an herêmekê de hukimraniya baş neyê meşandin, baca zêde têxistin ser welatiyan, ev dike ku xelk û karsazên wê herêmê ber bi herêmên din ve koç bikin. Ji bo vê yekê, ev tirsa koça welatiyan ji bo ji dest dana sermayeguzariyê, dike ku hikûmeta herêman neçar bin baştir xizmeta xelkê bikin û azadiya wan jê nestînin. Ev jî bi wê arasteyê ye ku hikûmeteke asayî li derveyî sîstema federalî nikare wî karî bike.
Lê belê, ligel hemû van tiştan jî, pêşveçûnên nû astengî (challenge) ji bo wan mekanîzmayan dirust kirine ku min berê amaje pê kir, ku bûne sedema wê yekê desthilata kargêrî ya dewletê bi astekê berfireh bibe ku ti sînorek di navbera desthilata nîştimanî û hikûmeta wîlayetan de nemîne. Ev jî bûye sedem ku wîlayet bibin baskekî cîbicîkar ji bo çêkirina siyasetên sîstema federalî. Herwiha cîhangirî (globalîzasyon) jî bûye hander ku hemahengî li ser asta wîlayetan bilind bibe ji bo ser asta hikûmeta nîştimanî. Ev hemû aliyên heykelê pêşbaziyê yê sîstema federalî lawaz dikin, ku hokareke giring e ji bo parastina azadiyê. Ji ber vê yekê, parastina sîstema federalî pêwîstî bi wê yekê heye ku careke din sînorekî diyar di navbera desthilatên hikûmeta federal û hikûmeta wîlayetan de were danîn û wîlayet xwedî azadiya rastîn û tam bin di birêvebirina karûbarên xwe yên rojane de.
Gulan: Aliyekî din ku di vê guftûgoyê de em dixwazin tekezî li ser bikin, herdu têgehên "federalîzma pêşbaz" (competitive federalism) û têgeha "federalîzma hemaheng û hevkar" (cooperative federalism) e, ku li ser vî şêwazî we pir kar kiriye. Li gorî nêrîna we, ciyawaziya bingehîn di navbera van herdu şêwazan de çi ye û kîjan şêwaz şiyana wê heye ku lêpirsîna destûrî û geşepêdana aborî li ser asta dûrmewda (demdirêj) hilberîne?
Prof. Michael Greve: Di modela federalîzma pêşbaz (competitive federalism) de, wekî hikûmeteke serbixwe danûstandin ligel hikûmeta herêman û wîlayetan tê kirin. Ev hikûmet hewl didin siyaseta aborî ya xwe û karûbarên xwe yên rojane bi xwe rêk bixin û bi rêve bibin. Ev şêwaz zemîneyekê dirust dike ku dahênana zêdetir bê kirin, dibe hander ji bo bersivdan û lêpirsîna zêdetir. Bi vî awayî, di modela federalîzma pêşbaz de dengder dikarin wan kesên ku hukimraniya civaka wan dikin diyar bikin û eger performansa wan xirab be, di hilbijartinan de wan ceza dikin û deng nadin wan.
Lê di federalîzma hevkar (cooperative federalism) de ev araste berovajî ye. Şêwaza federaliyeta hevkar, berpirsyariya federalî û berpirsyariya herêm û wîlayetan bi rêya bernameyên hevbeş û dayîna budceya bi merc, bi temamî desthilatan tevlîhev dikin û bi pratîkî proseyê dabeşkirina desthilatan jê dibin. Ev jî dibe sedema wê yekê ku cureyek ji nezelaliyê di heykela diyarkirina berpirsyariyê de were holê. Her wekî mînak, dema siyasetek şikestê tîne, hikûmeta federal dixe stûyê hikûmeta herêman û bi berevajî ve jî hikûmeta herêman dixin stûyê hikûmeta federal. Ji ber vê yekê, di şêwaza federaliya hevkar de zêdetir dibe hander ji bo "kompromîsa siyasî" di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêman de, ne hukimraniyeke rastîn a serbixwe di nav herêman de.
Lewma ji ber van sedeman, di federalîzma pêşbaz de ku hikûmeta herêman pêşbaziyê li ser meşandina hukimraniya baş dikin, bibandortir in ji bo parastina serweriya destûr û pêşxistina aborî. Ji vê jî zêdetir, hikûmetan neçar dikin ku bersivdêra xwesteka welatiyên xwe bin, ji bo ku li ser sindoqên dengdanê xelata hukimraniya baş werbigirin. Herwiha ev şêwaz pir bi zelalî cudakirina desthilatan diparêze, ku ev jî ji bo sîstemeke federalî ya çalak pirseke pir giring û pêwîst e.
Gulan: Gelek sîstemên federalî di parastina hevsengiya destûrî de rûbirûyî pirsgirêkan dibin. Ev jî ji ber wê yekê ye ku desthilata dadwerî bêçare ye, an nikare sînorê desthilatên navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêman diyar bike. Ji bo vê yekê, di vê rewşê de pena dibin ber "Dadgeha Bilind a Federal". Li gorî nêrîna we, ev dadgeh çawa dikarin dûr ji siyasetê û siyasîkirina wan dadgehan, sînorê navbera desthilatan diyar bikin?
Prof. Michael Greve: Dadgeha Bilind a Federal roleke bilind dibîne di parastina tevahiya pêkhateyên sîstema federalî de. Dema aktorên siyasî xwesteka wê yekê ji bo wan dirust dibe ku desthilatên xwe berfireh bikin, divê dadgeha federal garantîkerê wê yekê be ku hemû astek ji astên hukimraniya welêt di çarçoveya destûrê de bimîne û parêzgariyê lê bike.
Erkê dadgehên federal tenê ew e ku parastina tevahiya heykela sîstema federalî bikin, ne ku bibin navbênkar di pirsgirêkên siyasî de. Ji bo ku ev dadgeh xwe ji siyasîkirinê dûr bigire, divê ew dadgeh pabend bin bi madeyên zelal ên destûrê, herwiha xwe dûr bigirin ji tefsîrkirina berjewendîxwaz (Value balancing) a madeyên destûrî. Pir zelaltir, karê dadgehên federal ew nîne ku biryar bidin kîjan siyaset ji ya din baştir e, belkî karê wan ê sereke ew e ku wan madeyên destûrî biparêzin ku yekalîker in ji bo parastina azadiyê. Ji ber vê yekê, eger dadgehên federal nikaribin sînorê cudakirina desthilatan biparêzin, sîstema federalî ji hev hildiweşe û desthilata navendî berfireh dibe û serxwebûna herêman tûşî daxwirînê (erosion) tê. Lewma divê cîbicîkirina desthilata dadwerî di çarçoveya prensîban de sînordar be û tekezî li ser parastina dîzayna destûrî bike, ne ku bandorê li ser encamên siyasî berçav bike.
Gulan: Dema welatek piştî salên dûr û dirêj ji pirsgirêk û şer, biryar dide ku sîstema federalî ji bo hukimraniya welatê xwe bi kar bîne, wek mînak Iraq di piştî sala 2005an de, aya giringtirîn ew garantiyên destûrî çine ku zemaneta wê yekê bikin sîstema federalî bibe faktorek ji bo seqamgîriyê (îstîqrarê), ne kûrkirina dabeşbûnan?
Prof. Michael Greve: Li welatên piştî şer û pirsgirêkan, federalîzm tenê ne ew e ku ragihandina şêwaza hukimraniyê di çarçoveya destûrekê de be, belkî pêwîstî bi damezrawe û handeran heye ku xwebirêvebirina asta herêman bikin xwebirêvebirineke rastîn a watedar. Giringtirîn zemanet ji bo serkeftina sîstema federalî, dabeşkirina zelal a desthilatan, serxwebûna rastîn a darayî ji bo herêman, û herwiha hebûna dadgeheke bihêz a federal e ku bikaribe sînorên destûrî biparêze û li ser hemû aliyan wekhev ferz bike.
Giring e bi heman astê destwerdana hikûmeta federal di siyaseta darayî ya herêman de were sînordarkirin, ji ber ku ev cure destwerdan dibin sedema wê yekê ku herêm bibe paşkoyê hikûmeta navendî û neçar be li ser mafên xwe tawîzên siyasî bide. Herwiha federalîzm tûşî şikestinê dibe eger bibe çarçoveyek ji bo dabeşkirina dahatê di navbera wan elîtên ku milmilaneuya siyasî dikin. Di şûna vê de, divê federalîzm bibe hander ji bo hukimraniya serbixwe, berpirsyarî û pêşxistina damezraweyên siyasî li ser asta herêman da ku bikaribe ew herêm bi awayekî bibandor û dûr ji destwerdana berdewam a navendê, hukimraniya herêma xwe bike.
Gulan: Di sala 2005an de piştî ku destûr ji aliyê gel ve hat pesendkirin, Iraqê xwe wekî dewleteke federal ragihand û îtîraf bi hebûna Herêma Kurdistanê kir. Ev du dehsal e (20 sal) ev sîstem tê meşandin, lê neseqamgîriyeke zêde di pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de hene. Li gorî nêrîna we, aya Iraq û Herêma Kurdistanê çawa dikarin sûd ji ezmûna sîstemên federalî yên din ên cîhanê werbigirin, ji bo ku bikaribin proseya siyasî rast bikin?
Prof. Michael Greve: Sîstema federalî li Iraqê ji ber nebûna damezraweyeke palder a bihêz ji bo hukimraniyeke baş û berpirsyar li ser herdu astên Bexda û Hewlêrê dinalîne. Hikûmeta Bexdayê dest daniye ser dahatan û wekî karta fişarê li dijî Hikûmeta Hewlêrê bi kar tîne. Vê yekê bingehên xwebirêvebirina rastîn û watedar li Herêma Kurdistanê lawaz kiriye. Van hokaran kiriye ku federalîzm bibe zincîreyek ji guftûgoyên danûstandin û tawîzkirinê, ne sîstemeke destûrî ya seqamgîr.
Berevajî wî waqicê Iraqê, sîstemên federalî yên serkeftî pir bi zelalî pişta xwe bi desthilata sînorên destûrî girê didin, rêdan bi çavkaniya dahata serbixwe ji bo hikûmeta herêman ku sîstema federalî amade be berevaniyê li serxwebûna hukimraniya herêman bike. Li van welatan kultureke siyasî ya bi wê astê diçînin ku xwebirêvebirina herêman mafê rewa yê rûniştvanên wê herêmê ye, ne ku wekî gefekê ji bo dewletê lê binêrin.
Di vê demê de, Herêma Kurdistanê li gorî navçeyên din ên Iraqê seqamgîrtir bûye. Niha li Herêma Kurdistanê li ser asta navxwe yekgirtîbûn heye, damezraweyên çalak û hesteke neteweyî û civakî ya hevbeş heye. Lewma divê hemû Iraq sûdmend bin ji bihêzkirina wan bingehên ku niha li Herêma Kurdistanê hene, ji bo ku piştrastiya wê yekê bidin welatiyên xwe ku xwebirêvebirina rastîn û watedar a herêman, li gorî destûr û yasayê parastî ye, ne ku pişt bi rêya tawîz û danûstandina siyasî were girêdan.
Gulan: Pirsa dawî ku mebesta me ye hûn li ser biaxivin; di nivîsên xwe yên vê dawiyê de hûn behsa wê yekê dikin ku guherînên yasayî û aborî bi berdewamî cureyek ji nehevsengiyê di navbera astên hikûmetê de di sîstema federalî de dirust dikin. Li gorî nêrîna we, mezintirîn astengî û di heman demê de mezintirîn derfet ji bo mayîna sîstema federalî wekî parêzerê azadiyê dê çi bin?
Prof. Michael Greve: Mezintirîn astengî dê berfirehbûna desthilata kargêrî ya dewletê be, ku cureyek ji dabeşkirina desthilatan di navbera hikûmeta federal û hikûmeta wîlayetan de şêlî (nezelal) dike û têkel dike. Bi vê yekê diyarkirina berpirsyariyê giran dibe, ku aya hikûmeta federal berpirs e an hikûmeta wîlayetan? Ev jî dike ku ziyan bigihîje azadiyên civakê.
Di heman demê de, dibe ku pêşhatên siyasî yên nû, derfeteke din ji bo nûbûna sîstema federalîzmê birexsînin. Bi taybetî ku ji ber berfirehbûna desthilatên kargêrî yên dewletê, bawerî bi damezraweyên nîştimanî kêmtir dibin û cemsergiriya siyasî zêdetir dikin. Herwiha guherînên bilez ên aborî, ev hemû dibin sedema wê yekê ku xelk vegere bo cureyek ji hukimraniya ne-navendî (decentralization). Bi vê yekê ew tê berçavkirin ku hukimraniya herêman dikare zêdetir bandorê li civakê bike, nexasim ji desthilata navendî ya dûrdest.
Mayîna federalîzmê girêdayî ye bi jinûve vejandina wan handerên damezraweyî ku di destpêkê de bûn sedema serkeftina federalîzmê, wekî hêlên zelal ên dabeşkirin û cudakirina desthilatan, xwebirêvebirina rastîn û watedar ji bo herêman, û pêşbaziya navbera wîlayetan. Ev wekî pêbawertirîn garantîkerên destûrî dimînin.
