• Saturday, 31 January 2026
logo

Jan Rovny, Profesorê Zanistên Siyasî li Enstîtuya Lêkolînên Siyasî li Parîsê ji bo Gulan: Divê çareseriya pratîkî ji bo pirsgirêkên pratîkî were girtin

Gulan Media December 16, 2025 Dîmane
Jan Rovny, Profesorê Zanistên Siyasî li Enstîtuya Lêkolînên Siyasî li Parîsê ji bo Gulan: Divê çareseriya pratîkî ji bo pirsgirêkên pratîkî were girtin

 

Jan Rovny, profesorê zanistên siyasî ye li Navenda Lêkolînên Ewropî û Siyaseta Berawirdî li Enstîtuya Lêkolînên Siyasî li Parîsê. Di lêkolînên xwe de tekez dike li ser siyaseta nakokîxwaz li Ewropayê, bi armanca balkişandina li ser xetên nakokiya siyasî li welatên cûda, ligel girîngîdan bi wan mijarên ku partiyên siyasî li ser hevrikiyê dikin û ew stratejiyên ku digirin ber xwe. Gulan hevpeyvînek ligel wî pêk anî, ku tewerên wê girêdayî bûn bi nakokiya siyasî, nasnameya siyasî û pêwendiya navbera komên kêmîne û piranî û çend mijarên din ên peywendîdar.

Wek dergehek ji bo gotûbêj û hevdîtinê, em dixwazin rohnkirinekê bidin, derbarê hizrên serekî yên li pişt lêkolînên we sebaretî nakokiya siyasî, nasnameya siyasî û bandora dabeşbûnên civakî û etnîkî li Ewropayê li ser jiyana demokratîk a hevçerx?
Ez di lêkolînên xwe de pişta xwe bi karên her yek ji "Seymour Martin Lipset" û "Stein Rokkan" girêdidim ku nîqaşa wê yekê dikin, dabeşbûnên civakî yên serekî bandora wan li ser rengrêjkirina zemîna siyaseta demokratîk heye, herwiha karên "William Riker", ku berevajî wan bawer dike ku stratejiya jîrane ya siyasetmedaran daner û palderê siyasetê ye. Loma nakokiya siyasî dikeve bin bandora dabeşbûnên kûr ên dîrokî ku geşe dikin û berdewam ji aliyê siyasetmedaran ve şirove dibin û kar li ser tê kirin. Piraniya lêkolînên min tekez dikin li ser têgihiştina bandora siyasî ya mijarên aborî, bi taybetî ew metirsiyên civakî yên cûrbecûr ku ji guhertinên teknolojîk û pêşveçûnên civakî yên civakên piştî pîşesaziyê ve jêder girtine. Bi heman awayî, min lêkolîn li ser bandora mijara nasname û mijarên ne-aborî li ser siyasetê kiriye. Di nav zanistên civakî de nasname hevşan e bi îdeolojiyên mezin ên roja îro, lîberalîzm û sosyalîzm, lê em wisa bawer in ku nasname mijareke pêş-modern e, yan jî dijî wê ye. Di encamê de em wisa difikirin ku nasname mijareke taybet û berevajî nakokiya siyasî ya îdeolojîk e, ku em bi piranî wê girêdidin bi siyaseta aborî ve. Ligel wê jî û heta di sedsala 21ê de, hemûyan nasnameya me heye û hinek ji wan ji bo me gelek girîng in. Ez di lêkolînên xwe de behsa wê yekê dikim ku çawa daxwazên siyasî û çawa nûnertîkirina kêmîneyên etnîkî dikarin naverokeke îdeolojîk ji bo nakokiya siyasî ya demokratîk dabîn bikin.
Li gorî lêkolînên we, kêmîneyên etnîkî piştgiriya saziyên lîberal dikin ji pêgeha lawaziyê ve, ne li ser bingeha pabendbûneke fikrî. Gelo ev çi ji me re dibêje derbarê lawazî û bihêziya standartên demokratîk û ev çi dijwariyekê ji bo nêrîna kevneşopî ya girêdayî lîberalîzmê ve dirust dike?
Ez ji vê xalê dest pê dikim ku kêmîneyên etnîkî kêmîneyeke cêwî ne (du alî ne), ya yekem, berevajî piraniyê, gelek bi girîngî û nîgeranî ve li şiyana parastina xeslet û taybetmendiyên komên xwe dinêrin, wate dixwazin rêz li van xesletên wan bê girtin, ev jî daxwazên kûr in û pêwîstiya wan bi bargiraniyek darayî ya mezin heye ku ji aliyê dewletê ve – wate ji aliyê piraniyê ve – li stû bê girtin. Ya duyem, wekî kêmîne egera wê heye ku her tim di proseyên demokratîk de li aliyekî bên hiştin (bên îhmalkirin), ev jî bandorê dike li ser wêya ku nikaribin armancên xwe yên taybet bi cih bînin. Ji bo ku di van şert û mercan de armancên xwe bi cih bînin, rêyeke wan a rewa li pêş e, ew jî piştgirîkirina wan prensîpên destûrî ye ku mafên kêmîneyan dabîn dikin û astengiyan li ser proseya biryardanê dirust dikin. Loma li vir piştgirîkirina lîberalîzmê ne helwesteke exlaqî ye, lê belê rêçkeyeke pragmatîk e, wate çareseriyeke pratîkî ya qebûlkirî ye ji bo pirsgirêkeke pratîkî ya girêdayî maf û berjewendiyên kêmîneyan ve. Lewma ez pêşniyara wê yekê dikim, hemû welatî û heta kêmîne jî ji aliyê pragmatîk ve piştgiriya demokrasiya lîberal bikin, ji ber ku her wek "Winston Churchill" dibêje: "Demokrasî xirabtirîn şêwaza hukimraniyê ye, lê hîn ji hemû wan şêwazên din ên hukimraniyê baştir e ku heta niha hatine ceribandin."
Gelek caran partiyên siyasî mijara komên etnîkî wekî amûrekê bi kar tînin, yan ji bo hestlivandina nasnameya kêmîneyan, yan ji bo kampanyayên hilbijartinê û bidestxistina dengan. Gelo siyaseta hestlivandina kêmîneyên etnîkî dibe sedema bihêzkirina demokrasiya pirrengî, yan jî daketina wê?
Di rastiyê de mijara bikaranîna komên etnîkî û armanc ji vê bikaranînê, mijareke girîng e. Li Ewropayê serkirdeyên neteweyî yên piraniyê vê mijarê bi kar tînin ji bo derxistina pêş a mijarên çandî û di vî warî de kêmîneyan dikin qurbanî û dengê koma piraniyê pê kom dikin. Bo nimûne, li welatên wek Bulgarîstan û Romanya, yan Slovakya, hin ji partiyên têkçûyî yên piştî hilweşîna komunîst ev mijar zindî kirin, herwiha partiyên radîkal ên rastgir ên Ewropayê jî vê karî dikin, ev kar jî bi awayekî sîstematîk û metirsîdar demokrasiyê lawaz dike. Ligel vê yekê jî dibe ku bandoreke demokratîk a erênî hebe eger ji aliyê nûnerên komên kêmîneyan ve bê kirin, ku armanca wan parastina mafê kêmîneyê ye. Di vê rewşê de bi piranî ev nûner hewla hevkariyê didin ligel aliyên lîberal ên nav piraniyê de, ev jî dibe sedema bihêzkirina aliyê lîberal û destûrî yê siyasetê, demokrasî jî bêtir zexm dibe. Çend şert û merc hene hevkariya vê proseyê dikin: Yekem, karekî baş e eger partiyeke kêmîneyê bingehke dengdanê ya berbiçav hebe, ku dikare nûnerên wan hevbeşiyeke baş hebin ligel komên din ên nav desthilata yasadanînê. Duyem, zemînê xweş dike ku "hevbeşên lîberal ên piranî" vekirî bin li hember hevkariyê. Sêyem, ew kêmîneyên etnîkî yên ku xesletên wan ên din hene – ji bilî xesletên olî – bêtir meyla wan heye ku nermbûneke wan a zêdetir hebe û hêsantir hevkariyê bikin. Di dawiyê de, girîng e ku nûxbeyeke siyasî ya navxweyî nûnertiya kêmîneyên etnîkî bikin.
Hûn di lêkolînên xwe de behsa wê yekê dikin ku mîrateya dîrokî bandor li ser siyaseta komên kêmîneyan û li ser binyada dewletê heye. Gelo tu wisa bawer dikî ku niha kîjan ji van girîngtir in û çawa mijara koçberî, yan guhertina demografî bandorê li ser pêşhateyên dehsalên dahatû dikin?
Têkildarî welatên Ewropayê, girîngtirîn pêşhate pêkhatî ye ji hebûna aliyên siyasî yên lîberal ên nav komên piraniyê, ku amadeyî hevkariyê ne ligel nûnerên komên kêmîneyan. Di van şert û mercan de ku nakokiyeke çandî ya tund heye – ku gelek caran dibe sedema pevçûna nêrînên plûral (fireyî) û neteweyî di civakê de – û zehmet e hêzên mezin ên piraniyê bibînin ku girîngiyê bi mijarên peywendîdar bi komên kêmîneyan bidin. Di nebûna hevbeşiyê de, hin ji palderên girîng ên lîberalîzmê rehendeke pratîkî wernagirin, ev jî wisa dike ku nûnerên kêmîneyan, yan hewla anîna pêş a hevkariyeke neberhemdar ligel aliyên ne-lîberal bidin, yan jî ew e ku bi temamî dest ji nûnertîkirina kêmîneyê berdin. Di heman demê de demografî jî roleke girîng heye. Gelek ji kêmîneyên dîrokî yên Ewropayê bêtir têkelî çanda piraniyê bûne, ev ji aliyekî ve ji me re dibêje ku dûrbûn û dijminatiya navbera kêmîne û piraniyê bi radeyeke zêde daketiye. Herwiha dibe bi wateya wê yekê be ku hejmara komên kêmîneyan ewqas kêm bûne ku nikarin piştgiriya nûnerên xwe bikin ji bo ku di warê siyasî de serkeftî bin.
Di karên xwe de hûn tekez dikin li ser wê yekê ku kêmîneyên etnîkî tenê li ser bingeha nasnameyê tevnagerin, belkî pêngavên stratejîk jî diavêjin di nav saziyên siyasî de. Gelo ev çi wateyekê dide ji bo wan gotûbêjên ku niha têne kirin derbarê siyaseta nasnameyê de, bi taybetî nakokiya navbera tokmeyiya (saxlemiya) demokrasiyê û nûnertiya tewerbend li ser koman di wan civakên ku zêdetir ber bi pirrengiyê ve diçin?
Di rastiyê de dibe ku di hin şert û mercan de mijarên girêdayî nasnameyê bi temamî yek bigirin ligel nakokiya demokratîk a îdeolojîk û belkî gelek caran mijarên peywendîdar bi nasnameyê ve bi awayekî avaker daxwazên îdeolojîk darêjin, ku dibe nûnertî bê kirin û gotûbêj derbarê wan de bê kirin di nav hukûmetê de, ev jî bandorê li ser bihêzkirina demokrasiyê dike. Ew rastiya ku dibe nûnerên kêmîneyan siyasetmedarên jêhatî bin û şiyana derbaskirina jîngeha stratejîk a sîstema xwe ya siyasî hebin, bi wê wateyê tê ku dibe ew jî siyasetmedarên çalak û bibandor bin.
Di dawiyê de em dixwazin li ser çarenivîsa partiyên siyasî bipirsin. Gelo hûn wisa bawer in ku di dawiyê de ev partî dibin toreke û tenê girîngî bi mijar û pirsgirêkan didin, di demekê de ku civak ber bi takekesîtiya zêdetir diçin û rehenda dîjîtal hildikişe û xelk jî bêtir gumanbar dibin li hember saziyên kevneşopî, yan jî ew e ku rojava wan ava dibe û jiyan û beşdariya siyasî di nav civakên demokratîk de reng û şêweyeke din werdigirin?
Erka herî bingehîn a partiyên siyasî pêkhatî ye ji hêsankirina aloziya mijarên siyasî yên cûrbecûr û dabînkirina pêşniyarên siyasî yên kurt û fêmbar ji bo welatiyan. Dahênanên teknolojîk û guhertinên civakî, bandora wan li ser van mijaran dibe, lê tiştekî ji wê naguhêrin ku civakên hevçerx bijardeyên siyasî yên zêde li pêşiya wan in. Partiyên siyasî alîkarê me dibin di hilbijartina van bijardeyan de û her demekê daxwaz û daxwaziyên me birin nav saziyên dewlet û hukûmetê, ew dê berpirsiyar bin ji gotûbêjkirina derbarê wan de û piştre bicihanîna wan. Bi vê yekê jî berpirsiyariya demokratîk diafirînin. Heta wî demî ku xelk beşdar bin di biryara siyasî û hilbijartina programên siyasî û çavdêrîkirina bicihanîna wan û heta wî demî ku demokrasiya me hebe, pêwîstiya me bi partiyên siyasî dibe.6

Top