Profesor Daniel Bochsler, Şêwirmendê Wezareta Derve ya Swîsreyê ji bo Pêşxistina Demokrasiyê: Sîstema federal tenê bi destûrê nayê avakirin û pêdivî bi çanda siyasî ya hevbeş, hevsengî û lihevkirinê heye
Profesor Daniel Bochsler, Şêwirmendê Wezareta Derve ya Swîsreyê ji bo Pêşxistina Demokrasiyê: Sîstema federal tenê bi destûrê nayê avakirin û pêdivî bi çanda siyasî ya hevbeş, hevsengî û lihevkirinê heye
Daniel Bochsler, profesorê zanistên siyasî ye li Zanîngeha Ewropaya Navîn (Central European University), her wiha mamoste ye li Zanîngeha Belgradê û Zanîngeha Zurichê. Nivîs û lêkolînên wî tekezî li ser mijarên "partiyên siyasî, hilbijartin, federalîzm û demokrasiya rasterast, guhertina rejîman û serxwebûna neteweyan" dikin, ku ev mijar pir girêdayî babeta pirrengiya neteweyî û pêkhateyên cuda yên dewletê ne. Ji ber asta bilind a lêkolînên wî, saziyên fermî yên dewletê li Swîsreyê wekî "Wezareta Derve, Parlamentoya Federal û Kantonan" şêwirmendî pê re kirine. Ji bo axaftina li ser tecrûbeyên berawirdî yên di navbera modelên cuda yên sîstema federal û nirxandina şikestinên sîstema federal li Iraqê, me ev hevpeyvîna taybet ligel Profesor Bochsler pêk anî.
- Gava em lêkolînên berawirdî derbarê modelên sîstema federal dixwînin, em dibînin ku Swîsre wekî mînakeke kevnar û serkeftî ya sîstema federal li ser asta cîhanê tê pênasekirin. Gelo li derveyî wê destûra ku ji bo vê modelê hatiye dîzaynkirin, faktorên din ên taybetmendiya civakê çi ne ku bûne sedem di welatekî pirnetewe û çandên cuda de, sîstema wan di wê astê de serkeftî be?
Prof. Bochsler: Aramiya siyasî ya Swîsreyê, tenê ne ji ber hebûna destûreke baş e, sedema vê jî ew e ku destûr bi tenê têrê nake ji bo ku li welatekî pirpêkhate û pirçand aramî çêbibe. Min di lêkolînên xwe de amaje bi çend xalên sereke kiriye derbarê hevkariya navbera kantonan û proseya dabeşkirina desthilatan di navbera wan de, û min tekezî li ser çendîn faktorên derveyî destûrê kiriye. Şêwaza hukimraniya kantonan cureyek e ku li benda biryara hikûmeta federal namînin û ew bi xwe bi rêya danûstandin û lihevkirinê pirsgirêkên xwe çareser dikin; ev bûye kevneşopiyek ku berî serî li yasayê bidin, hewl didin di nav xwe de li hev bikin.
Aliyekî din ê ku pir girîng e amajê pê bikim ew e ku partiyên siyasî yên Swîsreyê li ser bingeha ziman nehatine dabeşkirin, wekî ku di hinek sîstemên federal de tê dîtin. Berovajî vê, partiyên siyasî yên Swîsreyê seranserî ne û endamên van partiyan hemû zimanên cuda yên wekî "Fransî, Almanî, Îtalî" li xwe digirin. Ev bixwe faktorekî girîng e ji bo ku tu partiyek nikaribe tundrewiyê li hember zimanekî din bi kar bîne, ji ber ku dê dengderên xwe ji dest bide. Vê yekê pireke peywendiyê ya pir girîng ava kiriye. Her wiha pêkanîna demokrasiya rasterast (referandum) ku rojane dikarin yasayên parlamentoyê red bikin an sererast bikin, faktorekî din e ji bo rêgirtina li serdestiya piraniyê li ser kêminiyê û zemîna lihevkirinê di navbera kantonên cuda de ava kiriye. Loma ev faktor (lihevkirin, partiya seranserî, proseya demokrasî) jîngehek ji bo baweriya bi hev çêkiriye ku dikare bi hêsanî ligel çand û zimanên cuda serederiyê bike. Lewma encam ev e ku saziyên federal di nava jîngeha baweriya bi hev û bêalîbûna siyasî de kok berdane û birêve diçin, loma di dema çêbûna qeyranekê de jî ev çanda siyasî sîstemê radigire û diparêze.
- Federasyona Yekîtiya Ewropayê wekî modelek bêhempa ya federasyona ne-dewletî tê polînkirin. Taybetmendiya saziya vê federasyonê di du astan de ye; li Brukselê biryar bo hemû federasyonê tê dayîn li ser asta niştimanî, di dewletan de jî biryar bo navxwe tê dayîn û Dadgeha Bilind a Ewropayê jî dadwer e di navbera wan de. Gelo ev model dikare li wan dewletan jî bê dubarekirin ku dabeşbûna kûr tê de heye, wek mînak Iraq?
Prof. Bochsler: Yekîtiya Ewropayê ew yek îsbat kiriye ku çawa bi rêya "serweriya qat bi qat – Layered sovereignty" federasyon dikare serkeftî be, gava mekanîzmaya dadwerî ya bihêz ligel hevgirtina saziyî ya hevaheng tê kirin. Loma sê taybetmendî ji bo wan dewletên ku pirrengî û dabeşbûna neteweyî û olî hene, bi hev ve girêdayî ne û eger rêz li van sê faktoran bê girtin, aramî tê holê ku ev in:
Hebûna dadgeheke bihêz û bêalî li ser asta federasyonê ku şiyana yekalîkirina nakokiyên astên cuda yên hikûmetan hebe. Wek mînak li Ewropayê "Dadgeha Dadwerî ya Ewropayê (ECJ)" xwediyê biryara dawî ye û welatên endamên federasyona Ewropayê rêz li biryarên wê digirin.
Di nava federasyonê de pêwîst e forumên danûstandinê yên mayînde di navbera hikûmetan de (permanent intergovernmental negotiation forums) hebin, ku tê de serkirdeyên herêmî û desthilatên federal li ser bingeha wekheviyê bicivin û bi rêya danûstandinan pirsgirêka navbera herêman û hikûmeta federal çareser bikin.
Hebûna desthilateke dadwerî ku pir bi hestiyarî desthilatan di navbera hikûmeta herêman û hikûmeta federal de dabeş bike, û di heman demê de ev desthilata dadwerî ji bo berjewendiyên giştî yên welat daxwaza biryara hevbeş bike, wate divê hikûmeta federal û hikûmeta herêman bi hev re biryarê bi awayekî hevbeş bidin.
Ji aliyê prensîban ve dibe ku ev sê taybetmendî ji bo Iraqê biguncin, bi şertekî ku lîstikvanên siyasî rêz li desthilata dadwerî bigirin û hewlên xwe bikin yek, ji bo ku îdareyeke bihêz ava bikin û biparêzin, lê ji aliyê pratîkî ve ev ji bo Iraqê karekî hêsan nabe.
- Destûra sala 2005an bi zelalî û eşkereyî pênaseya wê yekê kiriye ku Iraq dewleteke federal e. Gelo ji nêrîna lêkolînên berawirdî ve, ew made kîjan in ku di nava destûra Iraqê de hene û bûne faktorek ji bo şikestina sîstema federal û heta niha jî nehatiye karîn sîstema federal bê avakirin?
Prof. Bochsler: Di destûra Iraqê de cureyekî lêlîbûn û nezelaliyê di madeyên destûrî de heye û tefsîrên cuda li xwe digire, loma her ji serî ve zemîneke lerzok ji bo avakirina sîstema federal jê keteve. Ji wan jî, di vê destûrê de bi zelalî proseya dabeşkirina desthilatan di navbera herêm û hikûmeta federal de nehatiye diyarkirin û cureyek nezelalî heye derbarê birêvebirina sektora petrol û gazê, her wiha budce û dosyeya ewlehiyê, ku qadeke zêde ji bo milmilane ya siyasî vekiriye. Ji ber vê yekê li şûna ku madeyên vê destûrê bi temamî desthilatên herêman û hikûmeta federal ji hev cuda bike, di gelek sektoran de madeyên destûrî desthilatên herêm û hikûmeta federal tevlîhev dike û dibe hevbeş di navbera her du aliyan de. Ev jî pirsgirêkan bê çareserî dihêle û nakokî bi berdewamî kiriye emrê waqî' (fakta heyî).
Serbarê hemû van tiştan, nebûna mekanîzmayeke cîbicîkirinê ya serbixwe mîna "dadgeheke federal a bêalî" bûye sedema wê yekê ku nezelaliya madeyên destûrî wekî çekeke siyasî bên bikaranîn û li dijî herêman bên emilandin. Loma eger ji nêrîna lêkolînên berawirdî ve tefsîra rewşa Iraqê bikin, her destûreke federal ku çavkaniyên nakok û lawaziya desthilata dadwerî bi hev re bicivîne, ew ê teqez welat rûbirûyê pirsgirêka birêvebirinê ya pir metirsîdar bibe, wekî wê encama ku me li Iraqê dît.
- Li gorî texmîna we, pirsgirêka cewherî ya Iraqê di dîzayna destûra federal de ye, an karakterên siyasî li ser asta herêm û navendê ew vîna wan tune ye ku proseya dabeşkirina desthilatan wekî xwe di navbera herêm û hikûmeta federal de cîbicî bikin?
Prof. Bochsler: Bêguman her du mijar jî sedemên sereke ne ji bo şikestina sîstema federal li Iraqê. Lê karayî û bandor ji bo çêkirina biryara siyasî (Political agency) di encamê de dê yekalîker be ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Loma eger destûrek pir baş jî hatibe nivîsandin, ev destûr dê rûbirûyê şikestinê bibe eger karakterên siyasî di çêkirina biryarên çarenivîssaz de amade nebin hevkariya hevdu bikin û bi hev re bigihîjin lihevkirinê (sazanê). Ligel hemû van tiştan jî, nezelaliya madeyên destûrî yên Iraqê derbarê xwedîderketina li çavkaniyan û desthilatên ewlehiyê, bûne handerê wê yekê ku elîta siyasî li herêm û Bexdayê stratejiya "qezenc û winda" (zero-sum) li hember hevdu pêk bînin, ne ku stratejiya "her du alî qezenc bikin" (Win-Win). Loma ji bo şikestina sîstemê tenê sedem nezelaliya madeyên destûrê nîne, belkî siyasetmedarên bihêz û xwedîbiryar xwe ji bo serxistina hukimraniya hevbeş li ser asta dewletê terxan nekirine. Lewma nezelaliya madeyên destûrî derî ji bo milmilane bi rêya tefsîra cuda bo madeyan vekir, di heman demê de nebûna îradeya siyasî jî bû garantiya wê yekê ku pirsgirêk û milmilane berdewam bin.
- Li gorî wan lêkolînên ku te li ser civakên piştî şer û welatên post-komunîst li naverasta Ewropa û herêma Balkanê kirine, gelo çi hevşêweyiyek di binyata peykera siyasî ya wan dewletan û rewşa niha ya Iraqê de dibînî?
Prof. Bochsler: Di navbera dewletên post-komunîst û rewşa niha ya Iraqê de du xalên hevşêwe hene ku pir balkêş in:
Yekem: Li her du deveran sîstema hizbî û dabeşbûna kûr heye, ku ev jî rêgir e li pêşiya wê yekê ku elîta siyasî bikaribe hevpeymaniyê di navbera pêkhateyên cuda de ava bike û jîngehekê çêbike ku di navbera pêkhateyên cuda de baweriyê ava bikin. Bêguman hebûna baweriyê di navbera pêkhateyên cuda de faktora herî girîng e ji bo aramiya sîstema federal, ku ev di rewşa niha ya Iraqê de tune ye.
Duyem: Saziyên sereke yên dewletê wekî dadgeha federal, saziyên darayî, encûmenên hevbeş ên navbera hikûmeta herêman û hikûmeta federal; ev sazî li Balkan û Iraqê jî hatine polîtîzekirin. Bi awayekî eşkeretir, aliyên siyasî yasa, destûr û sîstemê wekî amûrekê ji bo milmilaneya siyasî bi kar tînin, ne wekî sîstemekê ji bo hevahengî û hevkariya navbera herêm û hikûmeta federal. Loma pirsgirêkên sîstema siyasî li Balkan û Iraqê wê yekê nîşanî me didin ku tenê dariştina destûrê ne girîng e, belkî dabeşkirina desthilatan di asteke bilind û bi wekhevî de pêdivî bi saziyên cihê baweriyê û hevkarî û hevahengiya navbera wê elîtê heye ku şiyana biryardana siyasî heye. Eger ev tune be, şikestin dê çarenivîsa sîstema siyasî be.
- Di gelek boneyan de tecrûbeya hukimraniya Herêma Kurdistanê wekî mînakeke serkeftî ji bo sîstema federal li Iraqê tê dîtin. Gelo tecrûbeya Herêma Kurdistanê wekî herêmeke federal dikare bibe şêwazeke berfirehtir ji bo beşên din ên Iraqê jî?
Prof. Bochsler: Herêma Kurdistanê ew yek îsbat kiriye ku wekî hukimraniya xwerêveberiya bime'ne (meaningful autonomy) ew şiyan ava kiriye ku piştevaniya saziya kar û aramiya rêjeyî bike. Lê ev serkeftina tecrûbeya Herêma Kurdistanê girêdayî wê rewşê û sexkirina zemîneke siyasî ya guncaw e ku kariye pêkhateyeke siyasî ya yekgirtî li herêmê ava bike, her wiha rêşûnên rêkûpêk ji bo dabînkirina aramiyê bîne holê, her wiha berê jî rasterast kontrola çavkaniyên siruştî di destê wê de bûye. Ligel wê yekê ku Herêma Kurdistanê waneyên pir bi sûd pêşkêş kirine di warê avakirina sazî û birêvebirina dahat û hukimraniya herêmî de, lê ev model bi hêsanî bo beşên din ên Iraqê nayê veguhastin. Ji ber ku veguhastina vê modelê pêdivî bi mekanîzmayekê heye li ser aştiya niştimanî ji bo baweriyê, dabeşkirina dadperwerane ya çavkaniyan, navbeynkariya bêalî. Loma serkeftina tenê herêmekê nikare hemû sîstema federal biguherîne û rast bike.
- Bi berçavgirtina wê bêbaweriya kûr a ku niha di navbera Bexda û Hewlêrê de derbarê maf û dabeşkirina desthilatan de heye, gelo guhertina arasteya danûstandinan ber bi modela "konfederalî" ve dê bibe arasteyeke realîsttir (waqî'îtir) ji bo bidestxistina aramiyeke demdirêj li gorî hewldana ji bo dubare zindîkirina vê sîstema şikestî ya federal a ku niha heye?
Prof. Bochsler: Konfederalî dibe ku çareseriyeke demkî be, ji bo ku berkeftinên navbera herêm û hikûmeta federal kêm bike, bi rêya dayîna mafê xwerêvebirina zêdetir bo herêmê. Lê metirsiya cudabûnê jî zêde dike, ku ev jî berjewendiya hevbeş a navbera her du aliyan lawaz dike. Loma ji bo niha ya Iraqê dibe ku serîlêdana bo konfederaliyê çareseriyeke demkî be ji bo rêkxitina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê, lê aştiya bilind û bime'ne ew e ku her du alî hevahengî û hevkariya navbera xwe bikin berjewendiya hevbeş.
