• Saturday, 31 January 2026
logo

Dr. Muhened El-Cibûrî, dîroknas û kesayetê naskirî yê Iraqî ji bo Gulanê: Rêbaza Barzan li ser nirxên rûmet û girêdana kûr a bi ax û xelkê re hatiye damezrandin.

Gulan Media December 16, 2025 Dîmane
Dr. Muhened El-Cibûrî, dîroknas û kesayetê naskirî yê Iraqî ji bo Gulanê: Rêbaza Barzan li ser nirxên rûmet û girêdana kûr a bi ax û xelkê re hatiye damezrandin.

Dr. Muhened Elî Ferhan El-Cibûrî, kesayetê Iraqî û mamosteyê dîrokê li Kolêja Edebiyatê ya Zanîngeha Kerkûkê ye. Bawernameya xwe ya Masterê li Zanîngeha Diyaleyê li ser mijara "Şêx Ehmedê Barzanî û bandora wî ya civakî û siyasî li Kurdistana Iraqê, 1896-1969" bi dest xistiye, her wiha têza xwe ya doktorayê li Zanîngeha Tekrîtê li ser "Eşîrên Barzan û rola wan li Iraqê, 1903-1958" nivîsiye. Ev dîroknasê Iraqî xwediyê çendîn lêkolînên girîng ên dîrokî ye. Gulanê hevpeyvînek ligel wî pêk anî ji bo gotûbêjkirina çemkê dadperwerî û xebata çekdarî li cem serkirdeyên Kurd li Barzan û rola wan ji bo parastina mafên gelê Kurd.


Weke dîroknasekî diyar ê Iraqî ku te analîza dîrokî û felsefî ji bo Rêbaza Barzanî kiriye, destpêkê em dikarin bizanin ka di lêkolînên xwe de tu çawa li wê zincîra guhertinan dinêrî ku ji serdema Şêx Ebdulselam ve heta cenabê Serok Barzanî rû dane? Gelo ev yek heta çiqas weke geşedaneke xwezayî ya xudî rêbazê bûye?

Barzan beşeke girîng a Herêma Kurdistana Iraqê ye û xwedî dîrokeke tijî şanazî û serwerî ye, bandor û şûnpêyên wê li ser Kurd û tevahiya Iraqê jî diyar û li ber çav in. Barzan xwediyê serkirdeyên bilind ên neteweyî ye ku parêzgarî li nasnameya neteweyî ya gelê xwe kirine. Cihê mixabiniyê ye ku ji ber bandor û zextên rejîmên dîktator û nijadperest, gelek ji dîroknas, rewşenbîr û kesayetiyên nav Iraq û herêmê di bin fişar û zextan de zilm li dîroka neteweya Kurd û serkirdeyên wê kirine; loma nabe wek dîroknasekî em giringiyê nedin vê dîroka kevnar û resen û lêkolînê li ser nekin.
Ez wisa difikirim ku ji wê demê ve ku Şêx Ebdulselamê Barzanî yê Duyem li hember desthilatdarên Osmanî rawestiya û dengê xwe ji bo daxwazkirina dadperwerî û îtîrafkirina bi mafên gelê xwe bilind kir, heta wê kêliya ku di sala 1914an de li Mûsilê hate şehîdkirin, cewherê Rêbaza Barzanî wek projeyeke exlaqî, rûhî û siyasî ya yekgirtî çêbû. Şêx Ebdulselam tenê serkirdeyekî siyasî nebû, belkî sembola çaksaziya civakî bû, belavkerê wê fikrê bû ku serkirdayetî ne desthilat e, belkî peyam e û maf bi şermî nayê xwestin, belkî bi seqamgîriyê tê standin; lewma wesiyeta wî ya nenivîskî ew bû ku Barzan wek dibistanek bimîne û venemire. Ev rêbaz li ser nirxên azadî, rûmet (keramet), rastgoyî û girêdana kûr a bi ax û xelkê re hatiye damezrandin.

Paşê Şêx Ehmedê Barzanî hat da ku wê peyamê biguherîne rewşeke rûhî ya bi rûmet. Reng e tiştê herî mezin ê ku Şêx Ehmed kiribe, pênasekirina wateya serkirdayetiyê li cem Kurdan bû, kir qurbanîdan ne xelat, kir rastgoyî ne tawîz û bû mînakeke zindî ji bo wê yekê ku serkirdeyê rasteqîn hêza xwe ji hezkirina xelkê werdigire, ne ji hejmara wan tifingên ku li pişta wî ne.

Dûv re Mela Mistefa Barzanî hat da ku vê rêbaza rûhî û exlaqî biguherîne projeyeke xebatê ya realîst (waqî'î), projeyeke ku sîmayên wê li çiya û newalan û di çeperên teng û di meşa penaberiyê ya dirêj de tê çêkirin. Mela Mistefa mînaka herî mezin ji bo serkirdayetiya cêgir (sabit) pêşkêş kir, ku herçiqas bahoz bi hêz bin ew natewe. Ji şerê yekem ê Barzan ve, heta geşta wî ya efsanewî bo Yekîtiya Sovyetê û heta vegera wî ya serkeftî, rûhê wî her heman ew rûh bû ku Şêx Ebdulselam dest pê kiribû. Vê yekê hişt ku xelk ne wek serkirdeyekî siyasî wî bibînin, belkî wek parêzerekî hebûn û maneweyê lê binihêrin.

Paşê Cenabê Serok Mesûd Barzanî al ragirt da ku Rêbaza Barzanî ber bi qonaxa dewlet, sazî û modernîteya siyasî ve bibe. Parêzgarî li neguherên Barzan kir û karî projeya rêbazê ji qonaxa berevaniyê bo qonaxa avakirinê, û ji qonaxa rizgarkirinê bo qonaxa seqamgîriya siyasî û ji karê nihênî bo qada navdewletî ya fereh veguherîne. Bi wê piteviya xwe ya naskirî û aramiyeke kûr karî wê fikrê biçespîne ku rûmet ne dirûşm e, belkî pîvaneke cêgir e ku dudilî yan hesabên teng jê nêzîk nabin. Reng e kêliya herî mezin ku Rêbaza Barzanî di serkirdayetiya wî de hatibe bercestekirin, di rojên herî dijwar ên şerê dijî DAIŞê de bû, dema ku bêyî dudilî di nav Pêşmergeyan de rawestiya û çawa ku Mela Mistefa dimeşiya, ew jî di nav wan de dimeşiya, wek ku peyama Barzan hemû di wê gavê de hatibe kurtkirin. Vê yekê kiriye ku Rêbaza Barzanî bibe dibistaneke bê hempa, kaniyeke ku serkirdeyan çêdike, ne tenê serokan.


Di beşeke nivîsên xwe de we amaje bi wê yekê kiriye ku gelê Kurd di navbera "gefên jinavçûnê" û "xebata maneweyê" de jiyaye, mîrasê Mela Mistefa Barzanî wek mînaka wê maneweyê tînin ziman. Gelo Rêbaza Barzanî çawa karî wê hevkêşeyê ji (berevaniya ji bo manê) biguherîne bo (çêkirina nasname û kiyanê)?

Bi wê dirêjbûna mezin ji sala 1914an heta 2025an, Rêbaza Barzanî tenê ne beşek e ji dîroka Kurdistanê, belkî bi temamî rûhê dîrokê ye û rêbazek e ku bîra her kesekî tîne yê ku lê hûr bibe, ku gel tenê bi hêz ranabin, belkî bi wan nirxan radibin ku wê hêzê ji ladanê diparêzin. Gelê Kurd ê Iraqê bi dirêjahiya çendîn sedsalan, li rûbereke teng di navbera du lêvarên pir dijwar de rawestiyaye: Gefa jinavçûnê li aliyekî û xebata manewe û xweragiriyê li aliyê din. Piştî dabeşkirina herêmê di encama Şerê Yekem ê Cîhanê û heta piştî damezrandina dewleta Iraqê ya nû, Kurd xwe di nav gêjâva milmilaniyên siyasî û leşkerî de dîtin, ku çendîn caran hewl dan dawiyê li hebûna wan bînin, yan di nav kiyanên mezin de wan bihelînin. Ligel wê yekê jî cografyaya Kurdistanê – ji Barzan heta Silêmaniyê – wek hilgirê rûheke ku şikandinê qebûl nake û bîranîneke ku ji bîr nake, ma.
Kurd di qonaxên yek li pey yek ên raguhastin, bombebaran, jêbirina mafan û hewldanên şêwandina çandî re derbas bûn, lê her carekê rêzên xwe rêk dixistin û ji wêraniyan amrazên berdewamiya xwe ava dikirin; tevî dorpêça xeniqîner, birçîbûn, qutkirina alîkariyan û wêrankirina gundan, ala xweragiriyê bi bilindî ma. Şalawa Enfalê di salên heştêyan ên sedsala borî de wek mînakeke tirsna ji bo asta gefa jinavçûnê derket ku Kurd rûbirûyê wê bûn; bi hezaran malbat di çend kêliyan de jinav çûn, lê tişta ku li pey Enfalê ma, ne mirin bû, belkî îradeya maneweyê bû.


Weke dîroknasekî, tu çiqasî bi wê yekê re hemfikir î ku dîroka Barzan û rêbaza wê ji bo qonaxa guhertinên mezin ên destpêka salên nodî û rûxana rejîma Beis û şerê DAIŞê zerûreteke dîrokî bû?

Ligel destpêka salên nodî û ketina beşek ji desthilata dewleta navendî, birînên rabirdûyê guherîn projeya avakirinê, sazî ji dayik bûn. Di her carekê de Kurd îsbat dikin ku ew tenê ji bo xwe naçin nav milmilaniya maneweyê, belkî ji ber wê yekê ye ku jiyana azad wek mafekî dibînin ku nayê bexşandin. Dûv re ezmûna şerê rêxistina DAIŞê mînakeke nû îsbat kir ku serbilindiya Kurd ne dirûşmeke edebî ye, belkî kirdareke dîrokî ye û reh û rîşên wê di serkirdeyên Barzan de dakutaye. Dema ku artêşa Iraqê bi temamî herifî, hêzên Pêşmerge li ser piyan man û berevanî li bajaran kirin ku hemû ne Kurd bûn û berevanî li mirovên ji hemû taîfe û ayînan kirin.
Reng e bahozên zêde gefan li gelê Kurd bikin, lê rehên ku ji çiyayên serkêş ên Barzan ve dirêj bûne, nayên hilkêşan. Reng e gelek were dorpêçkirin, reng e were raguhastin, reng e gundên wan werin şewitandin, lê eger îrade pitew be, wê demê jinavçûn cîh nabîne û manewe û xweragirî dê hezar û yek rûyî hebe.


We behsa qonaxa Serok Mesûd Barzanî kiriye ku weke "qonaxa veguhastina bo dewlet û saziyan" nav lê kiriye, lê di heman demê de we amaje bi wê dîmenê kiriye ku di şerê DAIŞê de xwe wek Pêşmergeyekî di çeperan de disekinî. Gelo ev têkelkirina kêmwêne di navbera (rûhê şoreşgerî) û (aqilmendiya siyasî û dîplomasî) de çawa bandor li ser guhertina nêrîna civaka navdewletî ji bo doza Kurd kir?

Nêrîna civaka navdewletî ya ji bo doza Kurd li ser destê Mela Mistefa Barzanî hate guhertin. Mîrasa Mela Mistefa Barzanî bingeheke pitew bû ji bo rêrewa gelê Kurdistanê ku ji dawiya salên heftêyan ve rûbirûyê tehediyên siyasî, civakî, emnî û aborî yên dijwar bûbû. Birêz Mesûd Barzanî ev mîras bi hîkmet û wêrekiyeke mezin hilgirt, da ku xewnên Kurd ber bi avakirina herêmeke seqamgîr û saziyên modern ve wergerîne. Rola wî di salên heştêyan de derket dema ku navçeyên Kurdî di bin stema serkut û awarebûn û şer de bûn, ku tê de hêzên Kurdî rêk xist û hemahengî ji bo parastina medeniyan kir û tora piştevaniya civakî damezrand, ku beşdar bûn di parastina seqamgîriyê de.
Bi derbasbûna demê re Birêz Mesûd Barzanî tekezî kir ser pêşxistina dewletê û çaksaziya îdarî û aborî. Bandora serkirdayetiya wî di mînaka zindî ya jiyana welatiyan de derket, dema ku bi hezaran aware û penaber vegeriyan navçeyên xwe ligel avedankirina gundên wêrankirî û dabînkirina xizmetguzariyên seretayî, her wiha piştevaniya jinê di civakê de hate kirin bi riya projeyên destî û çandinî û dayîna roleke çalak di jiyana civakî û aborî de. Di heman demê de asayîş û seqamgîrî li bajar û navçeyên sînorî parast, ku hişt veberhêner bi azadî kar bikin.

Tevî tehediyên aborî ji ber daketina nirxê petrolê û nakokiyên siyasî ligel Bexdayê û fişarên herêmî, Birêz Mesûd Barzanî wek sembola xweragirî û pêşkeftinê ma, ku hemû amrazên serkirdayetiyê bi kar anîn ji bo bihêzkirina avakirina saziyan û bidestxistina geşepêdana berdewam û parastina destkeftên civaka Kurdî. Amadebûna şexsî û biryarên wî yên yekalîker bandoreke rasterast li ser jiyana rojane ya xelkê hebûn; bi vê yekê serkirdayetiyeke hişyar berceste kir, ku xwediyê wêrekî û hîkmet û şiyana rûbirûbûna tehediyan e.

Ew rola ku Birêz Mesûd Barzanî di avakirina Herêma Kurdistanê de lîst, rengvedana dîtineke hûr û serkirdayetiyeke bê hempa ye, ku parastina nasnameya Kurdî û xweragirî li hember dijwartirîn qeyranan, ligel avakirina saziyên dewleta modern û danîna bingehên geşepêdana aborî û civakî, her wiha bidestxistina seqamgîriya emnî û pêşxistina perwerde û tenduristiyê kom kir. Bi wan karan jî mînakeke zindî ji bo serkirdayetiya hîkmetdar pêşkêş kir, ku daxwazan bo waqîekî berceste werdigerîne.

Mînakên zindî di avedankirina gundan, parastina medeniyan, ferehkirina zanîngeh û nexweşxaneyan û bihêzkirina derfetên kar ji bo gencan, rengvedana bandora rasterast a wî ne li ser jiyana welatiyan û wî dikin sembolekî nemir di bîranîna Kurd û rêrewa Kurdistanê de ber bi paşerojeke geş, ku tê de mîrasa wî wek çirayekê ji bo nifşên dahatû û stûneke ji bo bidestxistina pêşkeftin û xweşguzeraniya berdewam dimîne. Îro em dikarin bibêjin Serok Mesûd Barzanî sînorê rola xwe ya siyasî derbas kiriye da ku bibe beşek ji bîranîna gelekî bi temamî; bîranîneke ku nehatiye nivîsandin, tenê bi riya qurbanîdan û rastgoyî û cêgirbûnê nebe. Ji vir ve pêgehek hat ku gelên cûrbecûr li ser wê yekdeng in, ji ber ku ew tê de serkirdeyekî dibînin ku rûmeta mirov dixe pêş hemû tiştî, rastiyê dixe pêş berjewendiyan û paşerojê dixe pêş kêliyê.

Top