• Tuesday, 03 February 2026
logo

D. Ehmed Enwer Serokê Desteya Destpakiyê Herêma Kurdistanê ji bo Gulan: Digel Destpêka Kabîneya Nehemîn Pêngavên Çaksaziyê Zêdetir û Berfirehtir Hatin Kirin

Gulan Media October 16, 2025 Dîmane
D. Ehmed Enwer Serokê Desteya Destpakiyê Herêma Kurdistanê ji bo Gulan: Digel Destpêka Kabîneya Nehemîn Pêngavên Çaksaziyê Zêdetir û Berfirehtir Hatin Kirin


D. Ehmed Enwer Serokê Desteya Destpakiyê Herêma Kurdistanê ji bo Gulan: Digel Destpêka Kabîneya Nehemîn Pêngavên Çaksaziyê Zêdetir û Berfirehtir Hatin Kirin

Yek ji destkeftiyên kabîneya nehemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê, karkirina Desteya Destpakiyê û çavdêrîkirina proje û girêbestan û damezraweyên hikûmî û sektora taybet bû, heta radeyeke mezin hat karîn sînorek ji bo behderdana dahata giştî û gendeliyên mezin were danîn. Kovara Gulan di hevdîtinekê de digel Doktor Ehmed Enwer Serokê Desteya Destpakiyê Herêma Kurdistanê, pirsa çavdêrîkirin û şopandina dozan û cîbicîkirina sîstema dij-gendeliyê û bi-elektronîkîkirina damezraweyan û çend mijarên din ên têkildar gengeşe kir.

Bila em destpêkê ji vê pirsê dest pê bikin ku Desteya Destpakiyê çawa çavdêriya proje û girêbestan û damezraweyên hikûmî û sektora taybet dike, ji ber ku berê têgihiştinek hevpar hebû ku sektora taybet çavkaniya sereke ya gendeliyê ye, hûn çawa li vê mijarê dinêrin?
Parlamena Kurdistanê di sala 2011’an de yasaya jimare sê derxist, bi mebesta damezrandina desteyeke giştî, ango desteya destpakiyê li Herêmê, armanc jê çareserkirina pêwîstiyên Kurdistanê bû ji bo hebûna damezraweyeke ku bi sê mekanîzmayên sereke kar li ser rûbirûbûna gendeliyê bike:
Yekem: Xweparêzî û hişyarkirin, ku bi rêya civîn û bernameyên xwendinê tê kirin, bi tekezkirin li ser girîngiya parastin û hezkirina malê giştî.

Duyem: Çavdêriya yasayî, Desteya Destpakiyê li gorî yasayê xwedî desthilata şopandina hemû «biryar, girêbest, kar û çalakiyên» dezgehên giştî yên Herêma Kurdistanê ye, eger yasayî jî be, lê belê windakirina pereyê giştî tê de hebe, dikare daxwaza lêkolînê bike û prosesê rawestîne.

Sêyem: Lêkolînkirina dozên gendeliyê, ev beşa ye ku desteyên mîna me li cîhanê pê tên naskirin. Desteyê bi rêya xeta germ a belaş (1015), e-maîl, telefon, an jî rasterast ji welatiyan gilî werdigire, herwiha hejmareke zêde dozên mijarî ji damezrawe û dezgehên fermî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê û dadgehan jê re tên şandin. Ev doz di dezgeha lêkolînan de tên qeydkirin û li gorî cureyên wan (agahiyên destpêkê, daxwaza agahdarkirinê, an jî daxwaza cezakirinê) li ser wan lêkolîn tê kirin.

Piştî sala 2012’an, bi taybetî di sala 2014’an de ku me dest bi lêkolîn û wergirtina gilî kir, zêdeyî 1000 heta 1200 doz ji dadgehan re hatin şandin, niha jî bi navincî salane di navbera 250 heta 300 doz ji dadgehan re tên şandin, ango di vê kêlîkê de bi sedan dozên gendeliyê di sê rêveberiyên lêkolînê de li «Hewlêr, Silêmanî, Dihok» di bin çavdêriya serokatiya dezgeha lêkolînan de li ser wan kar tê kirin.

Derbarê sektora taybet jî, yasa bi zelalî amaje bi wê yekê dike ku deste dikare çavdêriya sektora giştî, ango sektora taybet bike, bi taybetî wan projeyên ku girêbestên wan bi sektora giştî re hene, mînak, eger şîrketek projeyeke hikûmî cîbicî bike, wek çêkirina rê û dibistanan, Desteya Destpakiyê xwedî desthilata lêkolînê ye. Herwiha di çarçoveya mekanîzmaya xweparêziyê de, deste dikare li ser çavkaniya dahata hemû projeyan, yekîtiyan, navendên çandî û olî û her damezraweyekê lêkolîn bike, ango eger deste guman bike ku çavkaniya dahata her damezraweyekê ku ne yasayî be, dikare daxwaza belgeyan jê bike, ev jî şîrketan digire nava xwe, bi taybetî yên ku bi hikûmetê re girêbestên wan hene. Rast e di van çend salên dawî de projeyên hikûmetê ji ber kêmbûna budceyê kêm bûne, lê ti astengî tune ye ku deste lêkolînê li ser sektora taybet neke.

Bi berçavgirtina qeyranên wekî «qeyrana darayî û kêmbûna budçeyê» û pêwîstiya çaksaziyê di hemû damezrawe û wezaret û dezgehên hikûmetê de, gelo wan çaksaziyên ku hatine kirin têr kirin, an pêwîstiya wan bi çaksaziyeke berfirehtir heye?
Herêma Kurdistanê di sala 2014’an de rûbirûyî sê qeyranên mezin bû «şerê terorîstên DAIŞ’ê, birîna budceyê ji aliyê Bexdayê ve, daketineke berçav a nirxê neftê», ev jî ji bilî lehiya aware û penaberan, ev qeyran bi rastî jî pir mezin bûn, em wê demê xwediyê sektoreke giştî ya mezin û zehf bûn, bi taybetî heta dawiya sala 2013’an ku budce stafa zêde di nav xwe de digirt.
Lewma, di salên 2014 û 2015’an de prosesek dest pê kir ji bo rêxistinkirina sektora giştî (terşîqkirin), kêmkirina lêçûnan û giringîdan bi çavkaniyên dahata din, ji ber ku wek hûn dizanin, mixabin niha jî zêdeyî %90’ê dahata me tenê pişta xwe bi neftê digire, ev jî metirsiyeke mezin e û her gava nirxê neftê dakeve, heta bi Iraqê re jî em dikevin nava pirsgirêkan.

Ev proses berdewam kir heta ku gihîşt qonaxa sererastkirina pêşnûmaya yasaya çaksaziyê li parlamentoyê di dewra berê ya parlamentoyê de, lê mixabin ji ber vetoyê yasa vegeriya û nehat cîbicîkirin. Digel destpêka kabîneya nû, pêngavên çaksaziyê zêdetir û berfirehtir hatin kirin, xetên giştî yên kabîneya nû gelek xalên giring li ser pêwîstiya çaksaziyê di hemû sektoran de hebûn, piştre jî yasaya çaksaziyê derket, ev yasaya çaksaziyê di «meaş, dermawe û rêxistin» de xalên pir baş û giring di nav xwe de digire, rast e hemû yasa nehatiye cîbicîkirin, lê belê hejmareke zêde ji bendên wê hatine cîbicîkirin, pêngavên baş jî hatine avêtin û tê çaverêkirin ku pêngavên nû jî bên avêtin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bilî yasaya çaksaziyê, hejmareke pêngavên giring ên din jî avêtine ji bo bi-elektronîkîkirina xizmetguzariyan û rêxistinkirin û kêmkirina yekîneyên îdarî di çarçoveya wezaret û dezgehan de, ku hemû jî layiqê destxweşiyê ne. Bernameyeke baş di holê de ye û tê pêşbînîkirin ku di yek du salên pêş de hemû xizmetguzarî bi elektronîkî bên kirin, ku xaleke pir giring e.

Bi-elektronîkîkirina xizmetguzariyan têkiliya rasterast di navbera welatî û karmend de ji holê radike, ev jî jîngeha gendeliyê bi awayekî berçav kêm dike, ji ber ku gava welatî pêwîstiya wî bi serdana ti dezgehekê nebe û bikare ji malê «daxwaza mola ajotinê, nûkirina pasaportê», an jî her xizmetguzariyeke din a hikûmî bike, wê demê karhêsaniyeke zêde tê kirin. Niha, di sektora bacê de kar li ser vê prosesê tê kirin, herwiha projeya «hesabê min» heta dawiya vê salê tê qedandin, bi hêviya ku hemû karmend meaşên xwe rasterast bi rêya hejmarên bankî yên xwe wergirin.

Rast e hin astengî hene û pêwîstiya wan bi mekanîzmayên çareseriyê heye, wekî çawa li Bexdayê nêzîkî çar pênc sal e ev proses hatiye cîbicîkirin, em bawer dikin ku kabîneya pêşerojê divê vê bernameyê mezintir û berfirehtir bike. Tê pêşbînîkirin ku di du sê salên pêş de Herêma Kurdistanê mînakeke xweşiktir a hikûmeteke elektronîk û xizmetguzarî pêşkêş bike, ev xaleke giring e ku hem dahatê zêde dike, hem lêçûn û pirsgirêkan kêm dike, hem jî jîngeheke baştir ji bo şefafiyet û lêpirsînê diafirîne û jîngeha gendeliyê bi radeyeke baş kêm dike.

Gelo di bin siha hewlên kabîneya nû de, gendelî di sînoran de bi awayekî berçav kêm bûye?
Bi eşkereyî ji we re bibêjim, gendelî ne tenê yek diyarde ye, belkî komek tawan e, wek dizîna samanên giştî, xerab bikaranîna desthilatê, destdirêjîkirina li ser sektora giştî, ev proseseke berdewam e û çareserkirina wê pêwîstî bi demeke zêde heye, damezrawe, welatî, hikûmet û parlamen jî di dema hebûna xwe de, hemû kar li ser vê mijarê dikin.
Em bawer dikin ku ew pêngavên hatine avêtin dê di pêşerojê de bandoreke baş li ser wan hebe. Diyardeya gendeliyê di hemû civakan de heye, lê girîng ew e ku digel hebûna vê diyardeyê, prosesa wergirtina gilî û lêpirsînê jî hebe. Beşek ji karê me xweparêzî ye û beşeke din jî hikûmet digire ser xwe, lê divê naskirineke baştir ji kar û çalakiyên me re hebe.

Mixabin wek hûn dizanin, em di çarçoveya welatekî de dijîn ku heta niha jî di rêza 25’emîn an 26’emîn welatên herî gendelî yên cîhanê de ye, lewma tevî hemû hewlên hikûmet û rêxistinên necivakî û damezraweyên çavdêriyê, em bawer dikin ku hîn rêyeke dirêj li pêşiya me heye. Em bi wan pêngavên hatine avêtin serbilind in, lê pêwîstiya me bi hewlên zêdetir heye ji bo kêmkirina berçav a gendeliyê.

Hûn bawer dikin ku serweriya yasayê di hemû herêmên welat de faktora sereke ye ji bo kêmkirina gendeliyê, bi taybetî li ser sînoran, û gelo damezrandina dadgehek taybet ji bo dozên gendeliyê pêwîstiyeke înkarnaker nîne ji bo ji holê rakirina gendeliyê?
Bêguman, serweriya yasayê xaleke pir girîng e, dema yasa serwer dibe, hemû welatî bêyî cudahiya reng, deng, rewşa civakî, an rewşa wan a darayî, li beramberî wê wekhev dibin. Yek ji fîlozofên mezin berî du hezar salan gotiye: «Rêzgirtina li yasayê bingeha jiyana medenî ye» lewma, yasa xaleke sereke û bingehîn e. Hemû welatên ku pêşketî û serkeftî bûne, damezraweyên cîbicîkirina yasayê jî, wek dadgeh û damezraweyên din, bi awayekî bibandor hatine dabînkirin.
Derbarê dadgehan de, wek hûn dizanin me daxwaz kiriye û me li ser damezrandina dadgeheke taybet ji bo dozên gendeliyê tekez kiriye. Berî du salan encumena dadwerî biryar da ku dadgehek ji bo vê armancê were terxankirin, lê berî ku bikeve qonaxa cîbicîkirinê, bi xwe encumena dadwerî biryara xwe guhert û biryar hat dayîn ku di çarçoveya her çar serokatiyên dadgehên temyîzê yên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê de çend dadgeh werin terxankirin, ango li şûna yek dadgehê, çar dadgeh. Ji aliyê pratîkî ve, niha ev dadgeh hene û hatine terxankirin, lê bêguman ev yek ji hebûna yek dadgeheke taybet cuda ye, bi taybetî ji bo tawanên mezin.

Em bi berdewamî daxwaz û zext li ser serokatiya parlamentoyê kirine û heta me pêşnûmaya yasayekê jî pêşkêş kir, parlamentoya berê ew pêşnûme wergirt, ku yek ji xalên wê ew bû ku encumena dadwerî bi yasayê were girêdan ku wê dadgehê damezrîne û terxan bike, lê mixabin pêşnûmaya yasayê piştî salekê ji mayîna wê li parlamentoyê vegeriya, bi hinceta ku pêwîstiya wê bi alîkariyeke zêdetir heye. Wek hûn dizanin, her yasayek eger di nav fraksiyonan de lihevkirin û xwestek nebe, derbaskirina wê ne hêsan e.

Lê belê, yasa derbas bû, em di nîyetê de ne ku digel destbikarbûna parlamentoya nû, careke din pêşveçûnê bidin wê pêşnûmayê. Yasaya me, yasaya jimare 3 a sala 2011, du caran di 2014 û 2019’an de hatiye sererastkirin, lê belê bêtir mekanîzmayên şeklî yên wekî hilbijartina serok û yên din guhertiye û gelek ji cewhera yasayê neghertiye, lê niha piştî heşt heta neh salan xebat bi vê yasayê, wek hûn dizanin her yasayek ku li ser erdê rastî tê cîbicîkirin, pêwîstî bi vekolînê heye. Digel pêşketin û geşbûna aborî û civakî de, pêwîstî bi nûkirinê heye. Em mijûlî vê yekê ne û Înşallah di pêşerojeke nêz de pêşnûmeyeke sererastkirineke berfirehtir û pêşketîtir amade bikin.

We li ser wê yekê tekez kir ku hin yasayan bi xwe rê li ber gendeliyê vedikin, an jî qelsiyên wan hene, gelo ev yasayan divê bên sererastkirin, an jî pêwîstiya me bi siyaseta cûda heye, ji bo rêvebirina dahatê? Çima pirsgirêka kêmbûna hejmara lêkolînerên dadwerî yên pispor û jêhatî heye?
Parlamena Kurdistanê di deverên cuda de nêzîkî 450 heta 500 yasa derxistine, ti yasayek bi eşkere rê nade gendeliyê, lê qul û kulek, an jî qelsî di yasan de gelek caran rê ji kesên fersendxwaz re vedike, ku jê sûd wergirin, herwiha nerêxistin, an jî nebûna hûrbînî di nivîsên yasan de pirsgirêkan çêdike. Mînak yasaya veberhênanê yasayeke pir baş bû, lê di sala 2007’an de derketiye, niha sala 2025’an e, ev yasa li ser erdê rastî kêmasiyên wê hene, her çend gelek ji veberhêneran bi dilsozî beşdarî prosesa avedankirina Kurdistanê bûne, lê hin jî wan xerab desthilata xwe bi kar anîne, an jî sûd ji wan qulikên yasayî wergirtine.
Ji bilî yasaya veberhênanê, gelek yasayên din jî hene, wek yasaya cezakirinê ya Iraqê, ku yasayeke kevn e û di sala 1969’an de derketiye. Rast e hin sererastkirin hatine kirin, heta sala 2003’an û piştî hilweşîna rejîma Sedam jî guhertin tê de hatine kirin, lê piraniya van yasayan pêwîstiya wan bi nûkirinê heye.

Derbarê xala duyem a pirsa we de, yek ji pirsgirêkên me yên demdirêj ji sala 2014’an ve ew e ku yasa bi zelalî berevajî Iraqê, rê nade desteya destpakiyê, ku bi xwe gilî werbigire û lêkolînê dest pê bike, belkî divê daxwazê ji dezgehên fermî bike. Mixabin, ev maf di sala 2014’an de ji desteya destpakiyê hat standin, ku zirareke mezin da bi xwe prosesê, wekî ku dibistanek, an jî zanîngehekê damezrînî, lê mamoste jê re dabîn nekî. Heta niha jî em ji kêmbûna hejmara lêkolînerên dadwerî diêşin, li hember sektoreke giştî ya zehf mezin ku zêdeyî 800 hezar karmend di nav xwe de digire, lê belê di her sê bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê de em tenê 21 lêkolînerên dadwerî hene. Herwiha hejmarek ji karmendên desthilata dadwerî jî alîkar in, lê ew karmendên desthilata dadwerî ne, ne yên desteya destpakiyê, ev pirsgirêkeke mezin e.

Çendîn caran me daxwaz kiriye ji bo damezrandina lêkolînerên dadwerî, lê yasa van desthilatan dide encumena dadwerî, em hêvîdar in ku di pêşerojê de ev proses bê cîbicîkirin. Ez bawer dikim ku Herêma Kurdistanê pêwîstiya wê bi herî kêm 70 heta 100 lêkolînerên dadwerî heye da ku bikare tevahiya qada Herêma Kurdistanê bigire nava xwe, bêyî wê kapasîteyê jî em kar û çalakiyên baş pêk tînin, lê belê çalakiyên me %70 heta %90 di sînorê sê bajarên sereke de asê mane. Tîmên me bêguman serdana Germiyan, Soran û Koyê jî dikin, lê eger kapasîteya mirovî û madî ji bo damezraweyê bê dabînkirin, deste dikare bi herî kêm 10 heta 20 carî ji niha bibandortir be.

Gelo ti dosyeke gendeliyê heye ku li ser refan mabe û hûn nikaribin destwerdanê tê de bikin?
Na, pirsgirêkeke me ya wisa tune ye, berevajî di sê mehên dawî de, bi taybetî li Hewlêrê, dadwerekî me yê pispor heye ku bi tena serê xwe li ser hemû dozan kar dike, hewl tê dayîn ku piraniya wan dozên ku ji sala 2020’an ve mane, li ser wan kar bê kirin. Ti doz li cem me nehatiye paşguhkirin, eger gilî li ser her kesekî be û di her astekê de be, em li ser wê kar dikin, biryara dawî jî vedigere dadgehan, ka gelo ew kes bi wan delîlên heyî tawanbar bûne, an na.

 

Gulan

Top