• Tuesday, 10 February 2026
logo

ROJAVA – Jineke Kurd çekdarên DAIŞê dadgehî dike

Gulan Media February 18, 2020 Nûçe
ROJAVA – Jineke Kurd çekdarên DAIŞê dadgehî dike
Çekdarekî berê yê DAIŞê çaverê nedikir li dadgeheke Qamişlo bikeve ber pirsyarên dadgereke Kurd dema ku ket hola dadgehê.

Dadger Amîne ku ji ber sedemên emnî daxwaz kiriye tenê navê bêyî paşnav bê aşkerekirin, ji rojnameya Telegraph a Brîtanî re diyar kiriye “Li gor Îslama ku DAIŞê bîrokeya xwe li ser daniye, nêrîna li çavên jinan heram e” û bi ken jî dibêje, “Dibe salên dirêj çavên wî bi jineke weke min neketibin. Ji ber ku çend caran min ferman da ku li çavên min binêre, lêbelê red kir û bi dirêjahiya rûniştinê jî çavên wî her li erdê bû.”

Amîne yek ji wan çend dadgerên dadgeha taybet a bi keysên terorê ye li bajarê Qamişlo. Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, dadgeheke ji wî cureyê ji sifrê damezrandiye. Ne hikûmeta Sûriyê û ne jî civaka navdewletî îtîraf bi dadgehê nekirine ku heta niha kar li ser 6000 dosyeyan kiriye û hemû ew kesên ku hatine dadgehkirin jî xelkê Sûriyê ne.

Roja 6ê Sibatê, Rêveberiya Xweser, ragihand ew dê 1000 çekdarên biyanî yên DAIŞê jî dadgeh bikin ku ji 50 welatan ciyawaz in. Meha derbasbûyî, Ebdulkerîm Omer, Nûnerê Karûbarên Derve yê Rêveberiya Xweser, serdana Fînlandê kir û piştî kombûna li gel Pekka Haavisto, Wezîrê Derve yê Fînlandê, ragihand, “Plana me heye bo destpêkirina dadgehkirinê.”

Projeya pêkanîna dadgehê ya Rêveberiya Xweser li adara 2019 çê bûbû, lêbelê Rêveberiya Xweser ji aliyê civaka navdewletî ve îtîraf pê nehatiye kirin û her ev yek jî bû rêgir ku ew çekdarên DAIŞê yên biyanî li Rojavayê Kurdistanê bên dadgehkirin.

Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, sizaya sêderadanê hilweşandiye û ew endamên DAIŞê jî ku xwe radest dikin sizayên wan tên sivikkirin. Tundtirîn siza ku Amîneyê heta niha der kiriye, sizayê bendkirina heta hetayê bûye ku ev jî 20 sal bendkirin e. Weke ku ew dadgera Kurd dibêje, ev siza bo, “cîhadiyên girîng e”, wate emîr, serkirde û çekdarên bereyên pêş ên şer.

Piştî wan, cîhadiyên di pileya duyem de tên ku di rêveberiyên ayinî û serbazî yên DAIŞê de kar kirine û bo wan sizayê yek an du sal der diçe. Grûpa sêyem jî ku ji ‘neçarî’ wate bi (ji bo pere) kar bo DAIŞê kirine, bêyî ku di warê îdeolojîk de baweriya wan bi bangewaziyên DAIŞê hebe, ew di piraniya helatan de tên azadkirin.

Dadger Amîne, rojane çavê wê bi 5 gumanbaran dikeve ku hejmareke kêm parêzerê wan li gel e, lêbelê Amîne ne di wê baweriyê de ye ku girtîgeh çareseriyeke guncaw be bo ew ên tawanên mezin kirine û dibêje, “Ev kes metirsî ne bo hemû cîhanê... girtîgeh nikarin van kesan biguherin ku asayî dibînin destdirêjiyê li jineke Kurdên Êzdî bikin, wê bike kolin û dema ew jin bi gotina wî neke jî bikujin.”

Rêveberiya Xweser ku di serdema şerê navxwe yê Sûriyê de hat damezrandin, derfetên pêwîst li ber dest nînin bo ragirtina 2000 çekdarên biyanî û 12 hezar jin û zarokên DAIŞê. Her ji ber wê neçar bûye ku girtîgeh bo bendkiriyan bi tenê bin û jin û zarok jî li kampan bên ragirtin ku ji bo koçberan hatibûn avakirin ne ji bo DAIŞiyan.

Amîne dibêje, “Ew (çekdarên DAIŞê) hemû derewkerên gelek mezin in. Min bi xwe dîtiye ku çawa li gel televîzyonên cîhanê diaxivin û dibêjin, ew temîrkar û xwarinçêker bûn di nav DAIŞê de. Hemû ew kesên di dadgehên min de diaxivin, dibêjin, temîrkar û xwarinçêker bûn. Wisa lê tê ku mîna ti kes di DAIŞê de şer nekiribe.”

Yek ji wan sedemên welatên rojava bo wernegirtina DAIŞiyan, ku behs li ser dikin ew e, li gor wan komkirina belgeyên pêwîst li dijî wan çekdaran li Sûriye û Iraqê karekî hêsan nîne, her ji ber hindê eger ew çekdaran werbigirin, nikarin hukmekî tund li ser bidin.

Lêbelê dadgera Kurd dibêje, hejmareke zêde ya belgeyan li dijî wan gumanbaran li ber dest in ku piraniya wan şahidhalên sivîl ên li navçeyê ne, hinek ji belgeyan jî ji tora propagandayê ya DAIŞê bi xwe hatine komkirin, weke wêne, girtevîdeo û dosyeyên deng. Yek ji wan belgeyan jî ku bo wê rojnameya Brîtanî hatiye şandin, vîdeoyek e ku tê de çar zilam ciwanekê dikujin û di vîdeoyê de ew çekdar pê dikenin û alaya DAIŞê jî li pişt wan diyar e.

Amîne dibêje, “Yek ji wan anîn bo ber destê min, rûbirû, tawana xwe înkar dikir. Lêbelê dema min vîdeoyên zelal nîşanî wî dan, yek gotin bi wî re nema û bêdeng bû.”

Sala derbasbûyî, hêzên Tirkiyê û milîşeyên Sunne yên ser bi wî welatî ve, êrişî Rojavayê Kurdistanê kirin û dest bi ser herdu navçeyên, Serê Kaniyê û Girê Spî de girtin. Êrişa Tirkiyê piştî wê hat ku Donald Trump, Serokê Ameîrkayê di peywendiyeke telefonî de soz bi Recep Tayyîp Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê, da, di dema êrişa Tirkiyê de, Amerîka ne piştgiriyê dide û ne berengarî hêzên wan dibe.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di 5 salên derbasbûyî de, rola hêza piyade ya hevpeymanan di şerê li dijî DAIŞê de dît, lêbelê vê çi hevpeymaniyê ti destkevteke şênber bo Rêveberiya Xweser nebûye.

Dadgera Kurd Amîne dibêje, “Me şerê DAIŞê kir û em bi ser ketin, lêbelê (di wî şerî de) her tiştê me ji dest çû. Ew a me kir bi tiştekî neçû. Em bixwazin û nexwazin, Kurd heta niha di civaka navdewletî de îtîraf pê nehatiye kirin û di parastineke me tune ye (ku garantî be). Baş e çima hemwelatiyên xwe dadgehî nakin, çima dadgerên xwe nayînin vê derê û bi xwe hemwelatiyên xwe dadgehî nakin?”

Rudaw
Top