• Thursday, 14 May 2026
logo

Kerkûk - Çekdarên Heşda Şeibî malên kurdan teftîş kirin!

Gulan Media December 20, 2019 Nûçe
Kerkûk - Çekdarên Heşda Şeibî malên kurdan teftîş kirin!
Li Kerkûkê, çekdarên Heşda Şeibî bi behaneya terorê ketin malên kurdan û teftîş kirin.

Peyamnêrê BasNews li Kerkûkê, Diyarî Ehmed ragihand, îro danê sibê çekdarên Heşda Şeibî bi alîkariya hêzên Iraqî ketin malên kurdan li taxên Azadî û Barûtxanê.

Li gorî agahiyên Diyarî Ehmed, çekdarên Heşda Şeibî bi behaneya terorê malên kurdan teftîş kirin û ew aciz kirin.

Heşda Şeibî û hêzên Iraqî di demekî de malên kurdan teftîş dikin ku terorîst û DAIŞ herî zêde li nav ereban û taxên ereban hene.

Basnews
Top