Xema mezin a Kurdên Êzidî: Perestgehên wêran
Ji dema êrîşa DAIŞê ve bo ser Şingalê û navçeyên derdora wê, çendîn perestgehên Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatine rûxandin û heta niha herifî mane û nehatine nûjenkirin.
Ji 29 mezargehên Kurdên Êzidî tenê hejmarek kêm ji wan avedan mane û yên din ji aliyê DAIŞê ve hatine rûxandin.
Yek ji şêxên Êzidiyan, Şêx Îsmaîl ji Rûdawê re dibêje: "Spas ji Xwedê re, tevî ku DAIŞê beşek ji perestgehên me rûxandin, lê belê hejmarek perestgehên me avedan mane û em li van deran duayên xwe dikin."
Şingal niha di kontrola hikûmeta Iraqê de ye. Kurdên Êzidî gazinan li herdu hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê dikin, ku heta niha bi awayekê cidî kar ji bo nûjenkirina wan mezargeh û perestgehan nekirine.
Kurdên Êzidî dibêjin, heta niha wek pêwîst hevkariya wan nehatiye kirin û ti awirek li wan nehatiye dayîn. Daxwaz dikin ku hikûmet û rêxistinên mirovî bi hewara wan ve biçin û di vê rewşa ku ew têde ne hevkariya wan bikin.
Di meha Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê êrîşî Şingalê kirin, piraniya perestgehên Kurdên Êzidî wêran kirin, bi hezaran kes kuştin û 6,417 kes ji wan jî revandin ku piraniya wan jin û zarok bûn.
Nêçîrvan Barzanî di dema serokwezîriya xwe de ofîsek taybet ji bo rizgarkirina wan revandiyên Kurdên Êzidî damezrand û bi hewldanên wê ofîsê, zêdetir ji 3,500 kes ji wan revandiyan hatin rizgarkirin.
Di meha Tebaxa 2014an de, çekdarên DAIŞê êrîşî Şingalê kiribûn, û piraniya perestgehên Kurdên Êzidî wêran kiribûn, û heta niha ew perstgeh nehatine nûjenkirin, herwiha alîkariya wan kesên li wê derê dijîn jî nehatiye kirin.
Kurdên Êzidî jî dibêjin, heta niha wek pêwîst hevkariya wan nehatiye kirin û daxwaz dikin, ku hikûmet û rêxistinên mirovî bi hewara wan ve biçin, û di vê rewşa ku tê de ne, alîkariya wan bikin.
Rudaw
