• Thursday, 26 February 2026
logo

'Xelata Baştirîn Youtuber a Perwerdehiyê' ji bo kanala Kurdî hat dayîn

Gulan Media October 24, 2021 Corane
'Xelata Baştirîn Youtuber a Perwerdehiyê' ji bo kanala Kurdî hat dayîn

Kanala Youtube ya bi navê "Kurdi Online" ku dersa kurdî dide, "Xelata Herî Baştirîn a Youtubera Perwerdehiyê" wergirt.

Li Tirkiyê “Xelatên Medyaya Zêrîn a Navneteweyî” ya ku ji aliyê organîzator û karsaz Enes Furkan Bilgiçli ve hat sazkirin, li Sheraton Istanbul City Center a li Taksîma Stenbolê hatin dayîn.

Kanala Youtube ya bi navê "Kurdi Online" ku nêzîkî 50 hezar aboneyên wê hene û dersên zimanê kurdî dide, "Xelata Herî Baştirîn Youtuber a Perwerdehiya Salê" wergirt.

Kanala ku 2 sal berê hat damezrandin, nêzîkî 2 mîlyon caran hate temaşekirin.

Xwediya kanalê Mizgîn Yalçin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê xelatê de daxuyaniyek da.

Mamsote Mizgîn Yalçin ku spasiya şopînerên xwe kiriye wiha dibêje: “Em bi hezkirina xwe ya ji bo Kurdî derketine rê. Em bi evîna xwe ya bêsînor ketine rê. Keda me êdî fêkiyê xwe dide, îro şanaziya me hebû ku me Xelata Perwerdekarê Herî Baş Youtuberê Salê wergirt. Xebatên me yên ku em bi hişmendiya hemû zimanên cîhanê yak malbat e tevdigerin, bi ecibandin, parvekirin, şîrove û aboneyên we serketin. Ez li ser navê hemû şopînerên me vê xelatê distînim. Ez ji we pir hez dikim û base hûn hene.”

 

Rudaw

Top