Li Şeqlaweyê Yekemîn Festîvala Tûyê hat lidarxistin
Li bajarokê Şeqlaweyê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, bi beşdariya bi hezaran geştyar û welatiyan, Yekemîn Festîvala Tûyê hat lidarxistin. Di roja yekem a festîvalê de zêdetirî 6 hezar kes beşdar bûn.
Bajarokê Şeqlaweyê ku bi meyweyên xwe û bi taybetî bi tûyê navdar e, mêvandariya yekemîn Festîvala Tûyê kir. Armanca festîvalê danasîna berhemên navxweyî, piştgirîkirina cotkaran û geşkirina kerta geştyariyê li herêmê ye. Di festîvalê de cûreyên cuda yên tûyê Şeqlaweyê hatin nîşandan û bihayê kîloya tûyê bi 5 hezar dînarî hat diyarkirin.
Firoşkar Sîrwan Mihemed, ku zêdetirî 10 salan e bi berhemanîna tûyê re mijûl dibe, kêfxweşiya xwe bi lidarxistina festîvalê anî ziman û got: "Beriya niha me berhemên xwe dibirin Hewlêrê û li bazara meyweyan difirotin. Lê niha bi rêya vê festîvalê, em li vir rasterast pêşkêşî geştyar û welatiyan dikin. Bazareke gelekî germ û baş çêbûye."
Welatiyê bi navê Mamxal Sorçî, ku ji bo dîtina festîvalê hatibû Şeqlaweyê, diyar kir ku ev çalakî ji bo naskirina çand û berhemên herêmî giring in. Sorçî got: "Em ji bo dîtina berhemên kurdewarî û tûyên resen ên vê herêmê hatine. Lidarxistina festîvalên wiha ji bo me û ji bo nasandina xwarin û berhemên gundewarî giring e."
Rêveberê Huner û Rewşenbîriya Şeqlaweyê Emîn Heyderî, behsa projeyên wan ên ji bo parastina nasnameya bajêr kir û ragihand, festîval beşek e ji projeyeke mezintir.
Heyderî wiha axivî: "Ev festîval di çarçoveya 'Projeya Tûyê' de hat lidarxistin. Me berê peykerê tûyê li Şeqlaweyê danî û di nava du mehên borî de nêzîkî hezar darên tûyê li bajarokê Şeqlaweyê çandin. Armanca me ew e ku em mîrateya Şeqlaweyê biparêzin û berhemên cotkarên xwe bixin bazarê."
Lidarxistina festîvalên bi vî rengî li Herêma Kurdistanê, ji bilî aliyê aborî, di warê parastina çand û geştyariyê de wekî gaveke stratejîk tê dîtin.
K24
