• Sunday, 28 June 2026
logo

Boksorê Kurd Agît Kabayel wekî Şampiyonê Cîhanê hate ragihandin

Boksorê Kurd Agît Kabayel wekî Şampiyonê Cîhanê hate ragihandin

Konseya Boksa Cîhanê (WBC) boksorê Kurd Agît Kabayel, wekî Şampiyonê Cîhanê yê Sîkleta Giran îlan kir.
Piştî ku şampiyonê cîhanê yê Ukraynayî Oleksandr Usyk dev ji hemû navên xwe yên sîkleta giran berda WBC’yê ev nav da Agît.

Agît Kabayel di dîrokê de bû yekemîn boksorê Kurd ê ku vî serenavî werdigire.

11’ê Kanûna îsal li Oberhausenê li hemberî boksorê Polonyayî Damian Knyba kembera xwe bi serkeftî parastibû û navê “şampiyoniya demkî” ya WBC’yê di destê xwe de girtibû.

Agît 27’ê Hezîrana 2026’an bi awayê fermî bû Şampiyonê Cîhanê yê Sîkleta Giran.

Agît sala 1992’an li bajarê Leverkusenê yê Almanyayê ji dayîk bûye.

Malbata wî ji navçeya Bazarcixê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê ye.

Agît di 18 saliya xwe de, 2011’an dest bi karê xwe ya profesyonel kir.

Wî gelek şampiyoniyên Ewropayê û yên navneteweyî bi dest xistine.

Sala 2024’an jî Şampiyoniya Parzemîna Amerîkayê ya WBC’yê û Şampiyoniya Amerîkaya Bakur a NABO’yê biribûn mala xwe.

 

Ronahi tv

Top