• Saturday, 20 June 2026
logo

Bijîşkekî Kurd li Rûsyayê xelata 'Bijîşkê Herî Baş' wergirt

Bijîşkekî Kurd li Rûsyayê xelata 'Bijîşkê Herî Baş' wergirt

Bijîşkê Kurd Dr. Ronî Beha Mayî, li paytexta Rûsyayê, Moskoyê, ji bo dahênaneke nû di warê neştergeriya mêjiyê zarokan de, xelata "Bijîşkê Herî Baş ê Rûsyayê" wergirt.

Li Moskoyê merasîma salane ya xelatkirina bijîşkên herî serkeftî bi navê "Prizvanie" (Bangawazî) hat lidarxistin. Di merasîmê de ku Cîgira Serokwezîrê Rûsyayê Tatiana Golikova û Wezîrê Tenduristiyê Mikhail Murashko amade bûn, bijîşkê Kurd Dr. Ronî Beha Mayî û tîma wî hatin xelatkirin.

Dr. Ronî Beha Mayî ku pisporê neştergeriya zarokan e, li gel du hevkarên xwe rêbazeke nûjen û serkeftî ji bo dermankirina nexweşiya "Kêmasiya Decarboxylase" (kêmasiya fîzîkî û mêjî) li cem zarokan pêş xistiye. Ev rêbaz rê li ber kembayî û seqetbûna zarokan digire û derfetê dide wan ku bi awayekî asayî mezin bibin.

Bijîşkê Kurd Dr. Ronî Beha Mayî derbarê vê serkeftinê de ji Kurdistan24ê re axivî û got: "Em neştergeriyê ji bo zarokên biçûk dikin. Ev rêbaza ku me li Rûsyayê pêk aniye, di asta cîhanê de rêbazeke nûjen e. Em bi rêya vê neştergeriyê genên (gene) baş dixin nav mêjiyê zarokan û genên xerab diguherînin. Bi vî rengî zarok dikarin xwe bimeşînin û jiyana xwe bi awayekî asayî berdewam bikin. Em du sal in li ser vê projeyê dixebitin û me gelek encamên baş bi dest xistin."

Hevkarê Dr. Ronî, bijîşkê neştergeriyê Dmitry Rishkev jî bal kişand ser giringiya vê dahênanê û wiha got: "Ev rêbaza nû dibe sedema rizgarkirina wan zarokên ku rûbirûyî seqetbûn an jî mirinê bûne. Bi taybetî ji bo zarokên ku temenê wan ji salekê kêmtir e, ev dermankirin gelekî giring e. Tîma me bi hewildaneke çend salan gihîşt vê astê û em serbilind in ku me karî xelata herî bilind a bijîşkiyê li Rûsyayê wergirin."

Dr. Ronî Beha Mayî, wekî tekane bijîşkê Kurd di nav bijîşkên herî navdar ên Rûsyayê de hat xelatkirin. Ev dahênan ne tenê ji bo Rûsyayê, lê di asta cîhanê de wekî pêngaveke nû ya bijîşkiyê tê dîtin ku hêviyê dide malbatên zarokên nexweş.

 

k24

Top