Zanko Serdar, mamosteyê zanîngehê li Silêmaniyê: Pêwîst e PDK û YNK nermiyê nîşan bidin û kar bo avakirina baweriyê bikin ku bingeha çareserkirina qeyranan e
Destpêşxeriya siyasî ji aliyê her serkirde, ronakbîr an aliyekî ve bê kirin،
gaveke girîng e bo hênikkirina rageşiyan û nîşana wê yekê ye ku hîn deriyê
diyalogê bi temamî nehatiye girtin. Di vê rewşa hestiyar de، destpêşxerî xwedî
girîngiyeke mezin in، ji ber ku peymana siyasî bandoreke rasterast li ser jiyana
welatiyan û parastina statûya Herêma Kurdistanê heye.
Niha herêm li ber guhertinên bilez de ye û di bin bandora hevrikiya hêzên zilhêz
de ye. Di demekê de ku bi dehan rewşên aloz ên derdorê em dorpêç kirine،
parçebûna navxweyî metirsiyeke pir mezin û cidî ye bo ser hemû destkeftên dîrokî
û xwîna şehîdan. Mezintirîn girift di pêvajoya siyasî de، nebûna baweriyê
(pêbaweriyê) ye di navbera aliyan de ku bûye sedema bêencambûna civînan û
lawazbûna pêgeha herêmê di asta navdewletî de. Sedema sereke ya zalbûna dengê
Bexdayê bi ser kurdan de، nebûna yekdengiya navxweyî ye. Vegera ser maseya
danûstandinê û bikaranîna dîplomasiyê bo çareserkirina kêşeyan pêdiviyeke demkî
ye، ji ber ku xitimbûna siyasî (çeqbestuyî) wê bandoreke nerênî bo paşerojeke
dûrdirêj hebe. Çendîn meh in pêvajoya hilbijartina parlamenê bi dawî bûye، lê ji
ber hevrikiya aliyan ne parlamen hatiye çalakkirin û ne jî hikûmeteke nû ya
berfireh bo birêvebirina karûbarên rojane yên xelkê hatiye pêkanîn.
Ji bo piştgirî û serxistina van destpêşxeriyên niştimanî، pêwîst e pispor،
nivîskar û akademîsyenên ku li derveyî bazneya (çembera) hevrikiya hizbî ne
werin nav mijarê، ji ber ku ew bi dîtineke bêlayen û zanistî dikarin bi hêsanî
çavkaniya sereke ya kêşeyan destnîşan bikin û rêçareyên guncaw pêşkêş bikin.
Destpêşxeriya Yekgirtûya Îslamî bi serokatiya Mamoste Selahedîn Behadîn، ku wek
kesayetiyekî nerm û dîplomatkar tê naskirin، ji ber ku li derveyî bazneya
hevrikiya PDK û YNKê ye، girîngiyeke wê ya taybet heye. Lê rastî ew e ku bêyî
peymana van her du hêzên sereke، tu destpêşxerî sernakeve. Lewma divê PDK û YNK
bi cidî pêشvaziya van hewldanan bikin. Sazişkirin (tewîzdayîn) li ser hinek
daxwaz û postên hikûmî ji bo berjewendiya giştî ya gelê me، nîşana mezinatî û
berpirsiyariyeke dîrokî ye. Dema hevrikiya li ser desthilatê dibe sedema
rawestana (sekinîna) jiyana xelkê، qurbaniyek mezin ji welatiyan dixwaze. Nexwe
pêwîst e her du alî nermiyê nîşan bidin û kar bo avakirina baweriyê bikin ku
bingeha çareserkirina qeyranan e.
Di cîhana siyaseta îro de، hevpeymantî demkî ne û tu dostanî an dijminatiya
herdemî nîn e. Pêkanîna hevpeymaniyên nû ji aliyê her aliyekî ve pêvajoyeke
siruştî، yasayî û destûrî ye û nabe bi tu şêweyî bibe sedema tundûtûjî û
rageشiyê. Tevî ku aliyekî siyasî piraniya herî zêde ya kursiyên parlamenê jî bi
dest bixe، bêyî hebûna parlamenekî çalak û yekdeng، ew destkeft tu feydeya xwe
nabe. Tiştê girîng çalakirina saziyan e، ne tenê hevrikiya li ser hejmara
kursiyan.
Di dawiyê de، piraniya kêşeyên niha yên navbera aliyan ne yasayî ne، belku
siyasî ne. Lewma penabirina bo hincetên yasayî tenê windakirina demê û
mijûlkirina hevdu ye. Girîngtirîn gav ew e ku PDK û YNK bigihin peymaneke
stratejîk، ji ber ku avakirina hevpeymaniyên cuda li derveyî hevdu، nikare cihê
lêktêgehiştina hevbeş a wan bigire. Ev her du hêzên dîrokî li ser erdê xwedî
nifûz û hêz in; dabeşbûna wan bo du zonên cuda ziyaneke mezin gihandiye
yekrêziya neteweyî. Lewma vegera wan a cidî bo ser hevpeymaniyeke rastîn، tekane
garantî ye bo parastina statûya Herêmê û dabînkirina jiyaneke şayiste û aram bo
gelê Kurdistanê.
