• Thursday, 25 June 2026
logo

Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî ji Ewropayê vegeriyan

Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî ji Ewropayê vegeriyan

evseroka Daîreya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ku di 17’ê Hezîranê de çûbûn Ewropayê, vegeriyan.

Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî, hevditinên xwe li Îtalyayê dabûn destpêkirin. Ji Îtalyayê di 18’ê Hezîranê de derbasî Fransayê bûbûn. Piştî hevdîtinên ku di 18’ê Hezîranê de li Fransayê pêk anîn, çûbûn Hollandayê.

Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî bi wezîrê karên derve yê Fransayê Barrot re hevdîtin kir. Li Hollandayê jî çend hevdîtinên dîplomatîk pêk anîn û derbasî Belçîkayê bûbûn.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, Îlham Ehemd û Mezlûm Ebdî gera xwe ya Ewropayê bi serdana Almanyayê bi dawî kir.

Li ser naveroka hevdîtinan aliyên têkildar tu daxuyanî nedane.

Mezlum Ebdî di 16’ê Hezîranê de li Hewlêrê bi nûnerê taybet ê DYA’yê yê Sûriye û Iraqê û balyozê Tirkiyeyê Tom Barrack û Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtin kiribû.

 

ANHA

Top