Parêzera Kurd madalyaya herî bilind a New Zelandayê wergirt
Parêzer û Şêwirmenda Serokê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Rêz Gerdî medalyaya "hêjatiyê" ya New Zelandayê wergirt ku ev xelat di sîstema rêzlêgirtina niştimanî ya wî welatî de yek ji xelatên herî bilind e.
Çalakvana Kurd Rêz Gerdî bi malbata xwe re wekî penaber çûbû New Zelandayê.
Wê karî rêyeke akademîk û pîşeyî ya pir serkeftî ava bike.
Rêz Gerdiyê di merasîma xelatkirinê de cil û bergên Kurdam li xwe kiribûn wê ev xelat ji bo parastina çînên lawaz, piştgiriya penaberan û hewlên ji bo dadmendî û mafên mirovan wergirtiye.
Parêzera Kurd bû mêhvana Rûdawê û li ser wergirtina vê xelatê û çîroka xwe ya serkeftinê axivî.
Rûdaw: Bixêr hatî Rêz xan, wekî jineke Kurd û penabereke berê ev xelat û endambûna di sîstema rêzlêgirtinê ya New Zelandayê de ji bo te tê çi wateyê?
Rêz Gerdî: Dema ku ez wekî penaber gihîştim New Zelandayê, min qet nedikarî xeyal bikim ku ez dê rojekê li Koşka Hikûmetê bisekinim û xelata rêzlêgirtinê ya herî bilind a New Zelandayê wergirim. Ji bo min ev kêliyeke tijî serbilindî ye lê di heman demê de nîşaneya derfetên ewlehî û perwerdeya ku min wekî penaberekê li New Zelandayê bi dest xistine ye.
Her wiha min karî wan hemû derfetan bi kar bînim da ku ne tenê jiyana xwe ya pîşeyî bi pêş bixim, ji bo alîkariya civakan û avakirina cîhaneke wekhevtir û daddperwertir bixebitim. Lewma ji bo min ev kêliyekî gelekî cihê serbilindiyê ye lê ya girîngtir ew e ku tîne bîra me, em wekî penaber eger jîngeh û piştevaniya guncaw ji me re were dîtin em dikarin bigihin xewnên xwe.
Rûdaw: Dema ku te ev xelat wergirt, yekemîn tişta ku hat hişê te çi bû?
Rêz Gerdî: Bêguman, yekem tişta ku hat bîra min serbilindiya pesindayin û rêzgirtina li karên min bû. Lê ya giringtir fikirîna li wan zehmetî û ezmûnan bû ku wekî civakeke Kurd a bêdewlet me dîtine û em neçar man birevin û me ji ku dest pê kir û gihîşt ku derê.
Yekem hizra min ew ketwara zarokatiya min bû ku ez li kampeke penaberan a Pakistanê mezin bûm. Ev xelat nîşan dide ku rojeke ez wiha têm xelatkirin û rêz li min tê girtin. Ev ji bo min derfetek bû da ku ez bifikirim ka min rêyeke çi qasî dûr û dirêj qut kiriye, li wan hemû kesên ku piştgiriya min kirine û derfetên ku min dîtin bifikirim.
Mesele ne tenê xelat bi xwe ye, belkî pêzanînek e ji bo wê bandora ku min xwest li ser parastina mafên mirovan û dadmendiyê bi kar bînim. Bi baweriya min, mesele ji xelatê mezintir e.
Rûdaw: Di dîmenên merasîmê de xuya dike ku tu bi cil û bergên Kurdan beşdar bûyî û tu gelekî bedew û balkêş bûyî. Te xwest çi peyamê bidî?
Rêz Gerdî: Wekî ku tu di wêneyan de dibînî, min bi serbilindî cilên Kurdan li xwe kiribûn, ji ber ku min xwest nûnertiya nasnameya xwe, cihê jê hatime, dîrok û xebata gelê xwe bikim. Kurdbûn cihê serbilindiyê ye, beşek ji nasnameya min e û sedema wê yekê ye ku ez vî karî dikim.
Ez wekî kesekê mezin bûme ku ji dîrok û neheqiyên li gelê Kurd hatine kirin gelekî agahdar im. Ev yek bû sedem ku ez bixwazim bikevim warê hiqûqê û hêza yasa û sîstemên yasayî ji bo dadmendî û mafên mirovan bi kar bînim. Lewma nasnameya min a Kurdî bingeha karên min e û sedema wê yekê ye ku min dest bi vê rêyê kiriye.
Her wiha wekî tu dibînî, min xeftanek jî li xwe kiriye ku pê re dibêjin "Koroway". Ev zimanê resen ê Aotearoaya New Zelandayê ye, ango zimanê Mawirî. Ji bo min pir giring bû ku ez rêzê li çanda Mawirî bigirim ku xelkê resen ê New Zelandayê ne.
Min girêdaneke zêde di navbera çand û dîroka Mawirî û wan neheqiyên dîrokî yên jidestdana çand û ziman de dît ku bi tecrubeyên me wekî Kurd re wekhev in.
Lewma ji bo min tevlihevkirina nasnameya xwe ya Kurdî bi nasnameya Mawirî re gelekî girîng bû, da ku ez piştevaniya xelkê resen ê New Zelandayê yê ji bo penaberan ronî bikim. Girîng e ku em van her du çandan ji ber êş û neheqiyên dîrokî yên hevpar bi hev ve girê bidin û ji bo mafên civakên xwe bixebitin.
Rûdaw: Xelatkirin hem rêzgirtin e ji rabirdûyê re hem jî berpirsiyariyek e ji bo pêşerojê. Di qonaxa pêşerojê de karên te dê çi bin û gelo doz yan mijarên diyarkirî hene ku tu dixwazî li ser wan bixebitî?
Rêz Gerdî: Wekî ku te jî got, pêzanîn û rêzgirtinên wiha hem cihê serbilindiyê ne û hem jî berpirsiyariyan bi xwe re tînin. Ez ji ber karên xwe yên di warê mafên mirovan û penaberan de hatime xelatkirin û bingeha karên min her tim çêkirina bandorê li jiyana xelkê û misogerkirina selametî û rûmeta wan bûye.
Bi vê xelatê re, ez di platformên cuda de derdikevim û têm naskirin. Ez dixwazim van derfetan ji bo zêdetir nipêşvebirina karê xwe bi kar bînim ku her tim li ser bingehê mafên mirovan, dadmendî û ewlehiya xelkê ye.
Peyama min berdewamiya di vî karî de û bikaranîna zanyarî, perwerde û platforman ji bo mafên mirovan e. Ez dê xebata xwe bi civaka penaberan re bidomînim da ku piştrast bibin em ji bo parastina wan dixebitin. Em dê hewl bidin çareseriyan ji bo koçberiya bi zorê û çewisandinê bibînin, her wiha em dê bi hev re bixebitin ji bo avakirina hêviyê ji bo bi milyonan kesên ku neçar in li selametiyê bigerin.
Rûdaw: Ev endametî ji bo çi qasî berdewam dike û gelo sînorekî wê heye? Tu di nav çend kesan de hatî hilbijartin?
Rêz Gerdî: Endambûna di "Sîstema Rêzgirtina Hêjatiyê ya New Zelandayê" de, yek ji xelatên herî bilind e. Min ev xelat ji aliyê Hakima Giştî ve bi nûneratiya Şah Charlesê Sêyem wergirt. Ev sîstema rêzgirtinê, beşek ji dîroka şahatiyê ya Brîtanya, Awistralya, Kanada û New Zelandayê ye.
Ev endametiyeke herheyî ye, yanî ji bo hetahetayê ye. Di merasîma li Koşka Hikûmetê de bi qasî 5 kesên din jî wekî beşek ji vê sîstemê hatin xelatkirin. Ev pêvajoyeke salane ye ku xelk dikarin wan kesên ku bandoreke mezin li New Zelanda û cîhanê kirine, berbijêr bikin. Piştî erêkirina Serokwezîr, ev xelat ji aliyê Hakima Giştî ve tê dayîn.
Her sal tenê hejmareke pir kêm û diyarkirî vê xelatê werdigirin, bi taybetî di roja jidayikbûna Şah de ku 1ê Hezîranê ye. Pêvajoya berbijêrkirinê pir aloz e. Tu nikarî xwe berbijêr bikî. Lewma min gelekî hest bi pêzanîn û spasiyê kir dema ku ez ji aliyê hin kesan ve hatim berbijêrkirin û xelat bi nûneratiya Şah, ji aliyê Serokwezîr ve hat pesendkirin.
Rûdaw: Pirsa min a dawî, rewşa civaka Kurdî li New Zelandayê çawa ye? Gelo hejmara wan zêde ye û çi qasî çalak in?
Rêz Gerdî: Civakeke me ya biçûk a Kurdan li New Zelandayê heye ku ji hemû parçeyên Kurdistanê hatine. Her çend em hejmara rast nizanin, ji ber ku gelek kes dewleta ku jê hatine di serjimêriyê de dinivîsin, lê ez bawer dikim ku zêdetirî 1500 kes hene. Di salên dawî de gelek kes ji parçeyên din ên Kurdistanê jî hatine.
Civaka Kurd li New Zelandayê gelekî çalak e. Ew ji bo pîrozkirina çand û kevneşopiyên me, wekî mînak ji bo Newrozê, tim kom dibin. Ew di xwepêşandanên ji bo mafên mirovan de bi taybetî li pêşberî avahiyên hikûmetê yên li Auckland û Wellingtonê bi awayekî rêkxistî derdikevin pêş.
Herî zêde Kurd li Aucklandê ne lê li Christchurch û Wellingtonê jî civakên me hene. Erê ew civakên biçûk in lê di hundirê New Zelandayê de civakeke girîng in.
Rûdaw: Gelek spas ji bo te Rêz Gerdî ku tu ji Cenevreyê bûyî mêhvana me. Careke din pîroz be ev endametiya ku te wergirtiye, her bijî.
Rêz Gerdî: Gelekî spas. Ev ji bo min cihê serbilindiyê ye, her wiha spas ku we îro mêvandariya min kir.
Rudaw
