Proseya siyasî li Herêma Kurdistanê û astengiyên wê
Proseya siyasî li Herêma Kurdistanê û astengiyên wê
Di roja 8ê Hezîranê de, «Bazneya Gotûbêjê» bi mebesta amadekarî ji bo gotûbêjeke
eşkere, kombûna xwe ya çil û duyemîn girê da.
Di vê kombûnê de, gotûbêj li ser çendîn pirs û babetên girîng ên taybet bi
proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û jiyan û guzeraniya xelkê hate
kirin. Lê di encamê de و bi berçavgirtina derengketina çalakkirina Parlamentoya
Kurdistanê û pêknehatina kabîneya dehem a hikûmeta Kurdistanê, lewma li ser
bingeha destpêşxeriya Serok Barzanî ku daxwaz kiriye aliyên siyasî bicivin da ku
dawî li vê çeqbestina (xitimandina) siyasî ya niha ya proseyê bê, kombûnê biryar
da ku xeleka vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» bibe (Proseya siyasî li Herêma
Kurdistanê û astengiyên wê) û ev xal hatin reçavkirin:
- Girîng e di vê gotûbêjê de nûnerên hemû alî û pêkhateyên Kurdistanê bên
vexwendin û bi eşkereyî beşdarî vê gotûbêjê bibin.
- Raporteke meydanî li hemû parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Kurdistanê bê
amadekirin û nerînên kesên siyasî û pispor bêne wergirtin, da ku bibe pirek
ji bo girêdana raya giştî ya kolanê bi jîngeha gotûbêjê re.
- Ev gotûbêj dê di roja 16ê Hezîrana 2026an de li hola Beşa Rewşenbîrî û
Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) birêve biçe û ev birêz
hatine vexwendin:
- Dr. Salar Osman - Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat
a Kurdistanê.
- Senan Qesab Axa - Yasanas û siyasetmedar.
- Rêbaz Bêrkotî - Berpirsê Melbenda Sêyem a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
(YNK).
- Yonadem Yûsif Kenna - Siyasetmedar û çavdêrê siyasî.
- Dilşad Baban - Serokê Hevpeymaniya Nîştimanî.
- Dilêr Ebdulxaliq - Endamê Encumena Siyasî ya Tevgera Goran.
- Necat Omer Axa - Serokê Partiya Parêzgarên Kurdistanê.
- Azad Osman - Kargêrê Melbenda Hewlêrê ya Komela Dadgerî ya Kurdistanê.
- Niştiman Kemal - Endama Mekteba Siyasî ya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê.
- Karwan Celal - Rêveberê Giştî yê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên
Kurdistanê.
- Mehmûd Neşet - Şêwirmend li Parlamentoya Kurdistanê.
Endamên Bazneya Gotûbêjê: «Şivan Hemdî, Îmad Teha, Dr. Celal Ehmed, Ferhad
Mihemed»
