Senegalê dilê xwe li Îraqê rihet kir: 5-0
Tîma Neteweyî ya Îraqê bi awayekî karesatî û bi têkçûneke giran xatir ji Kupaya Cîhanê ya 2026an xwest.
Îraq di maça sêyem û dawî ya qonaxa koman de bi 5-0 li hemberî Senegalê têk çû.
Li bajarê Torontoyê yê Kanadayê, Îraqê nekarî li ber êrişên 'Şêrên Terangayê' bisekine.
Îraqê bi sê têkçûnên li pey hev û bêyî puanekê jî beşdariya xwe ya di Kupaya Cîhanê de bi dawî anî.
Karesata ji bo Îraqê her ji destpêka maçê dest pê kir.
Xuleka 4an M'Baye gola yekem a Senegalê avêt.
Dema ku Îraq hîn di şoka golê de bû, xuleka 12an parêzvanê Îraqê Rêbîn Sulaqa ji ber ku rê li ber Sadio Mane girt bi karta sor ji maçê hat derxistin.
Vê yekê Îraq neçar kir ku zêdetirî 75 xulekan bi 10 lîstikvanan bilîze.
Nîveka duyem de parastina Îraqê bi temamî herifî.
Ismaila Sarr xuleka 56an gola duyem avêt.
Paşê Gueyeyê ku wekî yedek ketibû stadyumê, xulekên 59 û 71ê de du golên bilez avêtin.
Beriya bidawîbûna maçê bi 8 xulekan, Iliman Ndiaye gola pêncem avêt û dawî li festîvala golan a Senegalê anî.
Amareke xerab ji bo Îraqê
Îraq piştî Tûnisê bû duyem tîma Ereban a ku di dîroka Kupaya Cîhanê de di qonaxa yekem de bi sê têkçûnên li pey hev xatir dixwaze.
Ev têkçûna 5-0 wekî têkçûna herî giran a dîroka Îraqê ya di Kupaya Cîhanê de tê dîtin.
Di maça din a heman komê de, Tîma Neteweyî ya Fransayê bi encama 4-1 zora Norwecê bir.
Stêrkê maçê Ousmane Dembele bû ku hat-trick kir, gola çarem jî ji aliyê Desire Doue ve hat avêtin.
Tekane gola Norwecê jî Asgard xuleka 21ê de avêt.
Rêzbendiya Koma 9an
Fransa: 9 puan (Derbasî qonaxa 32yan bû)
Norwec: 6 puan (Derbasî qonaxa 32yan bû)
Senegal: 3 puan (Wekî sêyemê herî baş li benda encamên komên din e)
Îraq: 0 puan (Xatir xwest)
Îraqê bi vê têkçûnê Kupaya Cîhanê ya bêdeng û tijî nexweşî derbas kir ku alîgirên wê hêviyeke mezin ji vê nifşê dikir.
Rudaw
