• Thursday, 12 February 2026
logo

Azerî nahêlin Kurdek bibe parêzgarê Ormiyê

Gulan Media October 18, 2013 Nûçe
Azerî nahêlin Kurdek bibe parêzgarê Ormiyê
Nûçeya danîna Kurdekî niştecihê bajarê Îlamê wek parêzgarê Ormiyê nerazîbûna Azeriyên vê parêzgehê li pey xwe anî. Lewma Kurdan dev ji posta parêzgar berda. Tê gotin ku soza cîgirê parêzgar ji bo Kurdan hatiye dan.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Encûmena Hevahengiyê ya Reformxwazan Hasil Dase ji bo posta parêzgarê Ormiyê pêşniyar kiribû. Lê Reformxwazan gotin ku deshilata wan nîne ku Kurdekî ji bo parêzgariya Ormiyê deynin, ji pêvî vê jî kes bi gotina wan nake, lewma niha derfet nîne ji bo danîna Kurdekî bo parêzgariyê. Lê ji bo cîgirê parêzgar ew amadeyî heye.

Rojnamenivîs Ebdulezîz Mewlûdî dibêje ku "nerazîbûneke mezin li ser asta parêzgehê ji bo danîna parêzgarekî kurd heye û gellek jî desthilatdar in. Lewma egera danîna parêzgarekî kurd yê ji mezhebê sunî dûr e."

Hasil Dase ji Pîranşar e û endazyarê çandiniyê ye. Wî doktora xwe di zanista siyasî de li zanîngeha Tehranê bi dest xistiye. Sala 2000ê ew wek nûnerê bajarên Serdeşt û Pîranşar ji bo dewra şeşem a parlementoya Îranê hate hilbijartin. Her di vê dewrê de bû ku yekem car fraksyona nûnerên kurd pêkhatibû. Ew di heman demê de ligel posta parêzgariyê ji bo rêveberê fermangeha çandiniya Ormiyê jî hatiye pêşniyar kirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, ji bo posta parêzgariya Ormiyê ji aliyê Encûmena Hevahengiyê ya Reformxwazan Mehmûd Mîrlewhî û Siyaweş Qehweçyan hatine pêşniyarkirin. Mîrlewhî reformxwazekî fars e, ji Esfehanê ye, ku di serdema Mihemed Xatemî de parêzgarê Ormiyê bû. Lê Qehweçyanê reformxwaz yê azerîziman ji parêzgeha Ormiyê ye, berê jî qaymeqamê bajarekî ji parêzgeha Îlamê bû. Herwiha rêveberê giştî yê rêxistina dabînkirina civaka parêzgeha Ormiyê bû. Kesekî din jî bi navê Selîmî, ku Kurdekî şîîmezheb e, ji bajarê Şahîn e, hat pêşniyarkirin, lê şensê wî kêm heye ku bibe parêzgar.

Gotegota ku Kurdek ji Îlamê bibe parêzgarê Ormiyê, nerazîbûna gellek Azeriyan li dûv xwe anî. Ebdulezîz Mewludî ji bajarê Bokan e, ew dibêje: "Ev nerazîbûn di nav xelkê de jî li ser kolanan heye, gellekî bêhtir e ji ya ser înternêtê." Mewludî hokara vê yekê jî vedigerîna pirsa neteweyî û mezhebî, “ku ev jî ne ku tenê li ser posta parêzgar, lê belê bandora wê li ser her tiştê din jî li vê parêzgehê hebû. Wek mînak di warê pêşketin û avadaniyê de, Ormiyê ji pêşketîtirîn parêzgehên Îranê ye."

Behs hebû ku kesayetiyê kurd Ferîdon Himmetî bibe parêzgarê Ormiyê. Lê ev kesayetî heta ji aliyê reformxwazên kurd ve jî nayê qebûlkirin. Ji ber ku ew 5 salan berpirsê giştî yê radyo û TV ya Îranê bû li Ormiyê, lê raportek jî li ser Kurdan belav nekiriye. Tenê ji ber ku dostê wezîrê navxweyî yê Îranê ye, navê wî ketiye nav navan.

Lê Mewludî danîna Himmetî wek parêzgarê Ormiyê wek tiştekî asayî dibîne. Herwiha li gor wî, eger kesekî kurd jî bibe parêzgarê Ormiyê, dîsa jî zehmet e ku bikaribe guhertineke gellekî mezin bi qezenca kurdî û ji bo pêşxistina beşên kurdî ya vê parêzgehê pêk bîne.

Heta niha Kurdek nebûye parêzgar


Jêdereke ji parêzgeha Ormiyê ji Rûdawê re got ku reformxwazên azerî yên parêzgeha Ormiyê ne razî ne bi piştguhxistina Kurdan, herwiha daxwaz dikin ku divê Kurd jî di rêveberiya vê parêzgehê de beşdar bin.

Parêzgeha Ormiyê pirranî ji Kurd û Azeriyan pêktê. Li bajarên Miyandwaw, Şahîn dij, Nexed, Ormiye, Mako, Xoy û Selmas Kurd û Azerî têkel in. Li vê parêzgehê ji destpêka şoreşa îslamî ya Îranê ve heta niha Kurdek lê nebûye parêzgar. Hemû parêzgar, ji pêvî parêzgarekî ji serdema reformxwazan, Azerî bûn.

Di van demên dawiyê de 60 çalakvanên kurd ên parêzgeha Ormiyê nerazîbûna xwe beramber van karan nîşan dan ku li ser asta vê parêzgehê li dijî Kurd û sunemezheban neheqî dibe. Wan doz li Hesen Rûhanî kirin ku ji bo bersivdana wan dengên ku ji vê parêzgehê gihane wî, sûdê ji kesayetiyên guncaw ên kurd werbigire ji bo rêveberiya îdareya parêzgeha Ormiyê. Hasil Dase ji bo çareserkirina van kêşeyan pêşniyar kir ku encûmeneke bilind pêk bê.

Rudaw
Top