• Thursday, 30 July 2026
logo

Eger û derfeta şikandina taboyan... Piştî şerê vê carê yê Rojhilata Navîn

Eger û derfeta şikandina taboyan... Piştî şerê vê carê yê Rojhilata Navîn

 

Nakokiyên pêşerojê dê bêtir li dora gerû û rêyên aborî yên stratejîk û sereke
yên cîhanê wek (Hormuz, Taywan û Deryaya Sor) kom bibin. Bilindbûna lêçûna
sîgorteyê, giranbûna lêçûna veguhastina deryayî, zextên siyasî ji bo hilberîna
navxweyî û hewcehiya bi yedekên stratejîk, gerdûnîbûnê (globalîzmê) ber bi
perçebûnê ve dibin û astengiyên nû diafirînin. Serdestiya leşkerî ya Amerîkayê
êdî ne garantiya bidestxistina encamên siyasî bi lêçûnek kêm e. Her çend
Washington xwedî hêzeke wêranker a bêhempa ye, lê di kontrolkirina arasteya
geşbûna aloziyan de êdî xwedî serdestiya mutleq nîne; ji ber ku şoreşa çekên ورد
(bi daxwaz) û kêm-lêçûn û taybetmendiyên erdnîgarî rê didin aliyên qels ku
lêçûneke mezin bixin ser milê neyarên xwe yên bihêz.

Ji aliyekî din ve, destwerdana leşkerî û siyasî ya Amerîkayê êdî garantiya
îstîqrarê nake, belkî dibe sedema nezelalî û fikarên zêdetir. Aliyên qels ji bo
têkdana planên Amerîkayê ne hewceyî serkeftineke leşkerî ya klasîk in. Hêza
jeopolîtîk êdî tenê bi şiyana leşkerî, aborî û kontrolkirina rût nayê pîvandin.
Heger hevkêşeyên Hormuzê li dora Taywanê jî dubare bibin, qonaxa bê ya siyaseta
navneteweyî êdî bi geşbûna gerdûnîbûnê nayê naskirin, belkî bi wan lêçûnên
bilind tê pênasekirin ku ji bo parastina vê pergala cîhanî hewce ne.

Robert A. Pape, Profesorê Zanistên Siyasî û Rêveberê Projeya Zanîngeha Chicago
ya ji bo Ewlehî û Gefan. Kovara Foreign Affairs, 24ê Tîrmeha 2026an.

Di 24ê Tîrmeha 2026an de, Robert A. Pape gotarek analîzî ya girîng bi sernavê
"Îran û Yasayên Nû yên Hêza Cîhanî: Avabûn û Hilweşandina Serdestiya Amerîkayê"
di kovara navdar a "Foreign Affairs" de weşand. Pape di vê gotarê de
berawurdiyeke dîrokî û stratejîk di navbera şerê niha yê sala 2026an ê navbera
Amerîka û Îranê, û şerê yekem ê Kendavê di sala 1991ê de dike.

Pape amaşe bi wê yekê dike ku di sala 1991ê de, Amerîka xwedî teknolojiyeke
leşkerî ya pir pêşketî bû ku dewletên wek Iraqê şiyana gihîştin an rûbirûbûna wê
nedihatin. Ji ber wê, hêzên hevpeyman tenê bi rêya êrîşên asmanî yên dijwar
karîn di demeke kurt de artêşa Iraqê neçarî paşvekişandinê bikin. Lê di
hevkêşeya îro de, her çend teknolojiya leşkerî ya Îranê nagihîje asta pêşketî ya
Amerîkayê, lê Tehranê kariye modelek nû ya "şerê nehevseng" (asymmetric warfare)
dahat bike. Ev yek bi rêya veguherandina teknolojiya medenî û bazirganî bo
amûrên leşkerî yên bi bandor pêk hatiye, ku pirsgirêkên mezin ji bo hêzên
deryayî û asmanî yên Amerîkayê çêkirine. Ji bo nimûne, droneke "Şahid 136" ku
lêçûna wê tenê 20 hezar dolar e, kariye helîkoptereke pêşketî ya "Apache" bixe
ku bihayê wê zêdetirî 35 mîlyon dolar e.

Ev guherîn di guherîna armancên leşkerî yên Washingtonê de jî diyar dibe. Di
destpêka vî şerî de di 28ê Sibata 2026an de, Serokê Amerîkayê ragihand ku
armanca wan a sereke bidawîkirina sazî û navendên atomî yên Îranê ye. Wê demê
Gerûya Hormuzê hîn vekirî bû. Lê niha, piştî derbasbûna demê û giranbûna
lêçûnan, armanca stratejîk a Amerîkayê piçûk bûye û tenê di xalekê de maye:
Vekirina Gerûya Hormuzê ku ji aliyê Îranê ve hatiye girtin.

Ji aliyekî din ve, dîplomatê bi ezmûn û balyozê berê, Dennis Ross, di semînera
xwe ya dawî de bi sernavê "Gelo Şerê bi Îranê re Derfeta Aştiyê li Rojhilata
Navîn Zêdetir Kiriye?" rexneyên tund li siyaseta Amerîkayê girtin. Ross tekez
dike ku Amerîka di vî şerî de ketiye bin bandora stratejî û armancên Benjamin
Netanyahu. Bi nêrîna Ross, piştî şerê 12 rojî yê meha Hezîrana borî ku bû sedema
kuştina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê û hejmareke zêde ji serkirdeyên
payebilind, nedibû ku Washington di 28ê Sibata 2026an de careke din û bêyî
armanceke zelal dest bi êrîşan bikira.

Ross amaşe bi wê yekê dike ku di 27ê Sibatê de Gerûya Hormuzê bi tevahî vekirî
bû, lê êrîşên Amerîkayê bûn sedem ku Îran vê derîçeya stratejîk bigire. Di vê
derbarê de, Mihemed Baqir Qalîbaf, Serokê Parlamentoya Îranê, bi eşkere
ragihand: "Kontrolkirina Gerûya Hormuzê ji aliyê Îranê ve, bi qasî deh bombeyên
atomî girîng û bi bandor e."

Hewlên Brîtanyayê ji bo pêkanîna hevpeymaniya navneteweyî

Şerê berdewam û alozîyên Rojhilata Navîn bûne sedem ku guherîneke berçav di
stratejiya hêzên navneteweyî de li hember parastina ewlehiya keştivaniyê li
Gerûya Hormuzê çêbibe. Niha Amerîka hewl dide hevpeymaniyekê ava bike ku bi rêya
biryareke Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî şerîeteke yasayî û siyasî bide
erkê parastina gerûyê. Di beramber de, Îran bi rêya kanalên dîplomatîk ligel
Oman, Çîn û Pakistanê dixwaze hevkêşeyekê deyne ku tê de hegemonyaya xwe ya
dîrokî li ser beşek ji gerûyê biparêze.

Amanca sereke ya Washingtonê di vê qonaxê de ew e ku piştgiriya siyasî ya
welatên wek Brîtanya û Fransayê bicivîne. Herwiha bi rakêşana aliyên Asyayî yên
ku gaza Kendavê bikar tînin (wek Korêya Başûr, Hindistan û Japon), Amerîka
dixwaze Tehranê bixe ber hevkêşeyeke navneteweyî ya weha ku her têkdanek li
Hormuzê wek rûbirûbûna berjewendiyên tevahiya cîhanê were dîtin.

Hatina Çînê bo nav danûstandinan: Pozîsyona Amerîkayê qels dike?

Piştî zêdebûna aloziyan û êrîşên li ser Gerûya Hormuzê û girava Xarkê, û herwiha
êrîşên Îranê bo ser saziyên li Kuweyt, Îmarat, Behrên û Siûdiyê, rewş gihîştiye
lûtkeya herî metirsîdar. Di vê navberê de, Çîn wek lîstikvanekî sereke derdikeve
pêş.

Pekîn wek girîngtirîn aliyê derveyî ji bo piştgiriya darayî û aborî ya Îranê tê
dîtin. Nêzîkî %90ê nefta Îranê diçe bazarên Çînê. Ji ber vê yekê, her biryarekê
Çînê bandorek rasterast li ser helwesta Îranê heye. Lê belê welatên Kendavê jî
xwedî karta fişarê ne; ji ber ku veberhênanên mezin ên Çînê li welatên wek Siûdî
û Îmaratê hene.

Lê belê, hatina Çînê wek navbeynkar, dibe sedema pirsgirêkekê li Washingtonê.
Her çend rêkeftinek bi serpêpariya Çînê alozî kêm bike, lê ev yek şerîeta siyasî
ya serokê Amerîkayê qels dike; ji ber ku ev yek tê wateya serkeftina dîplomatîk
a hevrikekî stratejîk ê wek Çînê li herêmê.

Şer her çawa bi dawî bibin: Derfetên guherînê diafirînin

Barûdoxa piştî şer dê bi dilê ti aliyan nebe. Lê belê şer, tevî karesatan,
dikarin deryayên nû yên guherînê vekin.

Di sala 1973an de, şerê navbera Misir û Îsraîlê rê li ber peymana aştiyê vekir.
Di sala 1991ê de piştî şerê Kendavê û "Korewa" (Koça Mezin) a gelê Kurdistanê,
biryara 688 a Encumena Ewlehiyê derçû ku bû bingeha qanûnî ya Herêma Kurdistanê.
Herwiha Kongreya Madrîdê taboya aştiya navbera Ereb û Îsraîlê şikand.

Li ser asta Iraqê, niha Elî Zeydî wek "Gorbachev"ê Sovyeta berê tevdigere. Ew
bawer dike ku tenê rêya rizgarkirina Iraqê reformên bingehîn, azadkirina aborî û
dawîanîna bi rûbirûbûna cîhanê ye. Tê pêşbînîkirin ku piştî vî şerî, ev model li
Îranê jî dubare bibe, nexasim ku "Bazara Îranê" ji ber daketina nirxê tûmen dest
bi grevên mezin kiriye.

Di encamê de, şerên Rojhilata Navîn her çend karesatbar bin jî, derfetên weha
yên guherînê diafirînin ku beriya şer nedihatin xeyalkirin.

Top