Ebdulrehman Bamernî, Çavdêrê Siyasî li Duhokê: Artêşa nîştimanî stûnên qewareya siyasî bihêz dike, di demekê de ku hêza hizbî tenê dibe sedema hevrikî û perçebûna navxweyî.
Gelê kurd karîye bi rêya ziman û çanda xwe nasnameya xwe ya neteweyî biparêze.
Mirov dikare ji du dîtinên cuda ve li vê mijarê binerê: Yekem, asta girîngîdana
bi ziman û çandê li ser asta giştî ya parçeyên Kurdistanê, û duwem, bi taybetî
li Herêma Kurdistanê. Beriya raperînê (serhildanê) ku min ji sala 1987an ve dest
bi çalakiyan kiriye ــ her babetekî peywendîdar bi ziman û folklora me ve
hebûbe, em xebitîn ku em bînin nav rûpelên rojname û kovarên wê demê û belav
bikin. Ev karekî pir girîng bû, her çend sînorkirî bû jî, lê xwedî giringiyeke
taybet bû. Piştî raperînê, ev pêvajo bêtir geş bû. Heger em li parçeyên din ên
Kurdistanê binerin, ew lihevhatina ku li Bakurê Kurdistanê bi rêya proseya
aştiyê pêk hat, bû sedema derketina çendîn kovar û çalakiyên edebî û hunerî, ku
derfeteke baş bûn ji bo derxistina nasnameya me. Em wek neteweya kurd her dem
hewceyî karkirina berdewam in li ser ziman, çand û hunera xwe; çimkî ev stûnên
pêşkeftin û çespandina nasnameya me ne di paşerojê de.
Nebûna sîstemeke perwerdehiya nîştimanî û artêşeke yekgirtî, metrsiyeke kûr ji
bo ser Herêma Kurdistanê ava dike, ku bêguman metrsiyeke stratejîk û mezin e. Em
hewceyî artêşeke nîştimanî ya yekgirtî ne di bin navê Pêşmerge de. Beriya
raperînê, partî û hêzên çekdar ên cuda di qadê de hebûn, ku her aliyekî li gorî
şiyan û rewşa xwe hêz rêkxistibû. Lê piştî raperînê, li şûna ku ev hêz di bin
sîwana parlamen û hikûmeta Herêmê de bibin yek, wek hêzên çekdar ên hizbî man;
ev jî bû astengeke sereke li pêşiya avakirina artêşeke nîştimanî. Nebûna vê hêza
nîştimanî ziyaneke mezin gihandiye me, çimkî artêşa nîştimanî stûnên qewareya
siyasî bihêz dike, di demekê de ku hêza hizbî tenê dibe sedema hevrikî û
perçebûna navxweyî. Heger em bixwazin ber bi demokrasiyê û yekrêziya nav mala
kurd ve gavan biavêjin, pêdivî ye ev hêz bibin yek, da ku meşrûiyeta rastîn
bidin parlamen, hikûmet û proseya hilbijartinê. Heta ku ev yekitî pêk neyê,
metrsiya duberêkiyê her dem dê berdewam be.
Li vir hemû mijar bi hev ve hatine girêdan. Hêj bi lojîk û hişmendiya beriya
raperînê têkiliyek bi geşedanan re tê danîn û gavên kiryarî ji bo dabînkirina
yekitiyê nehatine avêtin. Gava ku tu hewleke rastîn ji bo yekbûnê tune be, alî
bêtir ji hevdu dûr dikevin. Mebesta min ji aliyên cuda tenê partiyên siyasî nîn
in, lê belê dabeşbûna Herêma me ye bo du zonên cuda. Di rewşeke wisa de, her
aliyek hewl dide çarçove û dirûşmên taybet bi xwe diyar bike. Heta heger
dirûşmeke giştî ji bo hemû Herêma Kurdistanê hebe jî, ji ber dabeşbûna hêzan
bandora wê namîne û nikare aliyan li dora bingeheke hevbeş kom bike.
Gelo partiyên siyasî karîne hevsengiyê di navbera berjewendiyên hizbî yên xwe û
doza nîştimanî de biparêzin? Heger ev pirsiyar ji her hevwelatiyekî asayî yan
kesayetekî navdar were kirin, bêguman bersiv dê «na» be; çimkî partiyên me her
dem berjewendiyên xwe yên hizbî xistine pêşiya berjewendiyên bilind ên neteweyê.
Derbarê wê modela siyasî ya niha Kurdistanê birêve dibe, em dikarin bêjin di
avakirina saziyên nîştimanî de em serkeftî nebûn, her wiha pekketina parlamenê
bêguman bandoreke pir neyînî hebûye. Partiyên me gavên pêwîst neavêtine û
dîtineke dûrbîn ji bo çalakkirina parlamenê li bal wan nebûye. Qada demokrasiyê
li bal me teng e, ne tenê li Herêma Kurdistanê, lê belê li seranserî Rojhilata
Navîn jî.
Beriya raperînê du armancên me yên sereke hebûn: Yekem, derbaskirina sîstema
eşîrtiyê, duwem, beşdarîkirina rastîn a xelkê di biryardanê de. Lê piştî
raperînê, dema partiyan dît ku eşîr dikare pêgeha wan bihêz bike, ketin nûkirina
pêgeha eşîrtiyê. Ev rol-dayîna bi eşîrê û lawazbûna têgeha hevwelatîbûnê, wisa
kiriye ku partiyên me nekarin ber bi pêş ve gavan biavêjin, çi ji bo
bidestxistina yekitiyê û çi ji bo afirandina hêviyê di nav cemawer de bi giştî.
