• Monday, 27 July 2026
logo

D. Karwan Salih Weysî li Zanîngeha Zaxoyê: Aliyên siyasî yên Kurdistanê gelek caran berjewendiyên hizbî û teng ên xwe dixin pêşiya berjewendiyên nîştimanî û mafên giştî yên xelkê.

D. Karwan Salih Weysî li Zanîngeha Zaxoyê: Aliyên siyasî yên Kurdistanê gelek caran berjewendiyên hizbî û teng ên xwe dixin pêşiya berjewendiyên nîştimanî û mafên giştî yên xelkê.

 

 

Hebûna parlameneke çalak di her welat û qewareyekê de, yek ji nîşanên herî
sereke yên geşedan û demokrasiyê ye. Ji vê perspektîfê, nebûn an pekketina
(astengdarbûna) saziya parlamenê li Herêma Kurdistanê, bandoreke kûr û neyînî li
ser pêvajoya pêşkeftina siyasî di hemû astên cuda de ava kiriye. Ev rewş ne tenê
ziyan gihandiye aliyê yasayî û meşrûiyeta saziyan, lê belê bandora wê ya
rasterast li ser jiyana rojane ya hevwelatiyan û awayê birêvebirina karûbarên
giştî jî hebûye, bi vî awayî ku xavbûn û nezelalî di meşandina karên îdarî de tê
dîtin.

Di rehendekî din de, ev rewş dibe sedema qelsbûna pêgeha siyasî û destûrî ya
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî li hember Hikûmeta Fîderal a Iraqê û
welatên herêmê. Bexda di gelek deman de van celeb valahiyên yasayî bikar tîne da
ku bi rêya guşarên cuda û bikaranîna kartên siyasî, hewl bide pêgeha Herêmê
paşve bixe. Nebûna desthilateke bihêz a çavdêriyê mîna parlamenê, rê xweş dike
ku derveyî Herêmê bi hêsanî destwerdanê di karûbarên navxweyî de bikin. Li ser
asta navneteweyî jî, Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de wek qewareyeke
fîderal hatiye naskirin, lê nebûna parlameneke çalak dibe sedema peydabûna
gumanan li bal welatên Rojava û civaka navneteweyî li hember bingehên demokratîk
ên vê Herêmê; bi vî awayî ku pirsan li ser sedemên xitimbûna pêvajoya parlamenê
li vê herêmê derdixin.

Ev rastî nîşan dide ku aliyên siyasî yên Kurdistanê gelek caran berjewendiyên
hizbî û teng ên xwe dixin pêşiya berjewendiyên nîştimanî û mafên giştî yên
xelkê. Loma pêdiviyeke lezgîn heye ku hêzên siyasî bi girîngî li vê rewşê
binerin; ji ber ku hebûna parlameneke çalak bingeha sereke ye ji bo nivîsandina
destûreke giştgir û parastina şefafiyetê (zelaliyê) di karên desthilata
cîbicîkar de. Parlamen nûnertiya rastîn a vîna gel dike û dikare peyama rewa ya
kurdan bi rengekî fermî bigihîne cîhanê. Berovajî vê, derengxistina karên wê,
bandoreke neyînî û demdirêj li ser hemû beşên siyasî, îdarî û aborî yên Herêmê
ava dike.

Top