• Thursday, 23 July 2026
logo

Tirkiye û Sûriyeyê li ser vekirina Deriyê Nisêbîn-Qamişloyê li hev kir

Tirkiye û Sûriyeyê li ser vekirina Deriyê Nisêbîn-Qamişloyê li hev kir

Xebatên vekirina deriyê sînorî yê Nisêbîn-Qamişlo yê di navbera Bakur û Rojava de didomin.
Herî dawî Tirkiye û Sûriyeyê li ser vekirina deriyê Nisêbîn-Qamişloyê li hev kir.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat ragihand derî wê di dawiya salê de vebe.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat li Enqereyê bi Serokê Deriyên Sînorî yê Sûriyeyê.

Kuteybe Ehmed Bedewî û şandeya Sûriyeyê re civiya.

Bolat di civînê de anî ziman ku her du hikûmet dê di warê bazirganiyê bi hevkariyê bixebitin.

Omer Bolat li ser rewşa deriyê Nisêbîn-Qamişloyê yê de jî axivî û got:

“Em bi hev re dixebitin da ku Deriyê Gumrikê yê Nisêbîn-Qamişloyê di dema herî nêzîk de were vekirin.”

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê pişt re li ser hesabê xwe yê medyaya civakî jî daxuyaniyek belav kir.

Bolat ragihand ku ew dixwazin heta dawiya sala 2026an deriyê Nisêbîn-Qamişloyê vekin û got:

“Me bi hevkarê xwe yê Sûriyeyî re biryar da ku em heta dawiya îsal derî bixin xizmeta xelkê.

Ev gav dê bazirganiya me ya bi Rojhilata Navîn û welatên Kendavê re hêsantir û bihêztir bike.”

 

Ronahi.tv

Top