D. Xelat Mûsa, Mamosteyê Zanîngehê li Zakho: Nasyonalîzm têgeheke giştgir e û armanca wê avakirina dewletê ye ji bo neteweyê.
Dema em ji dîtineke hevçerx ve lêkolînê li ser nasyonalîzmê dikin, wek têgeheke
bingehîn di ferhenga siyasî, dîrokî û neteweyî de, diyar dibe ku rehendên
siyasî, civakî û neteweyî di nav xwe de digire. Ji aliyê dîrokî ve, her çend kok
û rîşên vê têgehê bo sedsalên hifdeh û hejdehan vedigerin, lê belê wêneyê wê yê
giştî nezelal bû heta gihîştina salên heştêyî yên sedsala borî, ku tê de
geşepêdaneke berçav bi xwe ve dît.
Bi giştî, nasyonalîzm ji bilî rêbazên felsefî û siyasî, wek têgeheke giştgir tê
dîtin ku di hemû civakan de pêş dikeve. Wek çawa bîrmendê îrlandî, «Fred
Halliday» amajeyê pê dike, ev têgeh xwedî dîrokeke diyarkirî nîn e, lê belê
qadeke berfireh di cîhanê de dagir kiriye.
Di heman demê de, siruşta nasyonalîzmê ji welatekî bo welatekî din û li gorî
cografyayê tê guhertin. Nasyonalîzma Ewropî li gel ya Amerîkî û Asyayî cuda ye.
Di vê navberê de, cudahiya navbera nasyonalîzma neteweyeke jêrdest û neteweyeke
serdest girîngiyeke taybet heye. Neteweya serdest xwedî qewareya siyasî,
serweriya nîştimanî, îstîkrara jîopolîtîk, zimanê fermî û dîrokeke hevbeş e di
çarçoveya dewleta xwe de. Lê ji bo me kurdan, nasyonalîzm li gorî dîtina zanyarê
brîtanî «Eric Hobsbawm», amrazek e ji bo avakirina dewletê. Kêşeya sereke ya
niha û paşeroja me pirsa ax û nasnameya siyasî ye. Heger di borî de nakokiyên me
li gel Bexdayê rehendekî siyasî yê zelal hebûbe, îro ew hevrikî di çarçoveyeke
darayî û aborî de hatiye komkirin ku bi şêweyê şerekî aborî li dijî Herêma
Kurdistanê tê birêvebirin.
Ji aliyekî din ve, dema em li reva îslama siyasî li Kurdistanê dinêrin, em
dibînin ku nasyonalîzmê wek têgeheke biyanî û hawirdekirî ya rojavayî pênase
dikin û baweriya wan a fikrî pê nîn e, lê li gorî berjewendî û rastiya siyasî,
têkiliyê bi wê re deynin. Ew mîna demokrasiyê bi vê têgehê re diçitûn
(diicivin), bi vî awayî felsefeya wê red dikin, lê mekanîzmayên wê mîna dengdan
û hilbijartinan ji bo gihîştina bi armancên xwe bikar tînin.
Di vê çarçoveyê de, du xalên sereke pêgeha îslama siyasî diyar dikin; Yekem,
tekezkirina li ser ramana ûmeta îslamî wek stratejiyeke hevbeş. Duwem,
pênasekirina nîştiman wek axa hemû misilmanan. Li vir cudahî diyar dibe, çimkî
nasyonalîzma kurdî tekeziyê li ser nasnameya neteweya kurd dike, di demekê de ku
ew tekeziyê li ser miletê misilman dikin. Ji bilî vê jî, zimanê erebî li bal wan
xwedî giringiyeke zêdetir e. Ev cure nêrîn metrsiyê li ser ziman, dîrok û axa
nîştimanî ava dike û ji aliyê stratejîk ve di dema gihîştina bi desthilatê de,
dibin metrsiyeke rastîn ji bo ser doza neteweyî.
