• Sunday, 26 July 2026
logo

D. Qadir Mihemed, Mamoste li Zanîngeha Selahedîn – Hewlêr: Ji bo parastina qewareyê, divê yasaya hêzê bibe hêza yasayê.

D. Qadir Mihemed, Mamoste li Zanîngeha Selahedîn – Hewlêr: Ji bo parastina qewareyê, divê yasaya hêzê bibe hêza yasayê.

 

Nasyonalîzma kurdî yek ji nimûneyên herî diyar û balkêş ên «nasyonalîzma
bêdewlet» e di cîhana hevçerx de. Di demekê de ku piraniya bîrmend û lêkolînerên
klasîk ên vê qadê, mîna Benedict Anderson, Eric Hobsbawm û Ernest Gellner, di wê
baweriyê de bûn ku dewlet amrazekî pêwîst û mercekî bingehîn e ji bo pêşxistin,
parastin û berhemhênana nasnameya neteweyî; rewşa kurdan van hîpotezên teorîk
dixe bin pirsiyariyê. Di tunebûna qewareyeke siyasî ya serbixwe de, nasyonalîzma
kurdî karîye wek bingeheke bihêz ji bo parastina nasnameya neteweyî bimîne û geş
bibe.

Yek ji stûnên herî bingehîn ên vê xweragirtinê, zimanê kurdî ye. Di rewşekê de
ku cografyaya siyasî ya Kurdistanê di navbera dewletên herêmê de hatiye
dabeşkirin û dagirkerî lê heye, ziman bûye nîştimana rastîn a kurdan; ew hêla
parastinê ya ku ferdên vê neteweyê li dora hevdu kom kirine. Mil bi milê ziman
re, wêje û hunera kurdî roleke bêhempa di vê pêvajoyê de lîstine. Ji rêçka
Ehmedê Xanî bigire heta afirandinên helbestvan û nivîskarên serdemên nû mîna
Faiq Bêkes, Qedrî Can, Cegerxwîn, Goran û bi dehanên din; hemûyan bi rêya
tekstên xwe yên edebî rihê neteweperweriyê di dilê kesan de çandine û bilind
ragirtine. Aliyekî din ê vê dewlemediyê folklor û çanda resen a kurdî ye;
heyran, lawje, payîzok, beyt û qewlên dîrokî tenê keresteyên hunerî nebûn, lê
belê mekanîzmayeke zindî bûn ji bo nûkirina berdewam a bîreweriya neteweyî.

Meseleyeke din a girîng ku bandoreke kûr li ser darêştina vê nasyonalîzmê
hebûye, dîroka çewsandin û mezlûmiyeta kurdan e. Di zanista siyasetê de têgehek
heye bi navê «Hev-bîreweriya neteweya birîndar», ku tê de hestkirina berdewam bi
zilm û stema dagirkeran dibe sedema peydabûna yekitiyeke derûnî û civakî di nav
parçeyên cuda de. Lê metrsiyeke mezin di wê de ye ku ev hesta qurbanîbûn û
mezlûmiyetê bibe asteng li pêşiya rexnekirina li xwe û çaksaziya navxweyî. Nabe
hincetên Enfal, kîmyabaran û stema dîrokî werin bikaranîn ji bo çavpêgirtina li
ser kêmasiyên hikumraniya xwemalî; çimkî mana di qonaxa tenê lîstina rola
qurbaniyê de, civakê ji geşepêdana dîrokî astengdar dike.

Li vir em dibînin ku her çend kurd di parastina nasnameya neteweyî ya xwe de
serkeftî bûne û nehatine helandin, lê di qonaxa dewletsazî û xweberêvebirinê de
(bi taybetî li Başûrê Kurdistanê) rûbirûyî pirsgirêkên cidî bûne. Di zanista
siyaseta hevçerx de giringî tê dayîn bo têgeha «serweriya navxweyî». Ev têgeh ji
me re dibêje ku heger tu dewleteke fermî bî û Neteweyên Yekbûyî tu nas kiribî
jî, heger tu ne xwedî artêşeke nîştimanî ya yekgirtî, dîsplîna îdarî,
dadperweriya civakî, serweriya yasayê û aboriyeke binyadî bî, di dema rûbirûbûna
yekemîn astenga jîopolîtîk de tu dê herisî. Loma divê awayê birêvebirinê ji
«yasaya hêzê» were guhertin bo «hêza yasayê».

Dabeşkirina cografî ya Kurdistanê û girêdana berjewendiyên parçeyan bi paytextên
dewletên dagirker ve, astengên mezin li pêşiya projeyên neteweyî yên giştî ava
kirine, ku nimûneya herî diyar pekketina kongreya neteweyî ye. Heger projeya
mezin a neteweyî nekaribe dadperwerî, diltayî û rûmeta mirovan biparêze,
nasyonalîzm tûşî perçebûnê dibe û ber bi «nasyonalîzma lokalî» yan herêmgerî û
eşîrtiyê ve diçe. Di vê rewşê de, ferd gava di çarçoveya desthilata giştî de
hest bi diltayiyê nekin, vedigerin ser nasnameyên biçûk û seretayî yên beriya
nasyonalîzmê, wek malbat û herêmê, ku ev jî yekparçeyiya civakî hildiweşîne.

Îro nifşên vê serdemê li Kurdistanê dîtineke cuda ji bo têgeha «neyar yan
dijmin» hene. Heger di borî de tenê dagirkerê derveyî wek neyar hatibe dîtin û
meşrûiyeta şoreşgerî li ser hemû kêmasiyan serdest bûbe, niha ji bo nifşê nû,
desthilateke xwemalî ku nekaribe dadperwerî, azadî, jiyan û rûmeta mirov dabîn
bike, dibe cihê rexneyê û wek neyarekî navxweyî lê tê nêrîn. Tevî van hemûyan,
nasyonalîzma kurdî ji ber kûrahiya dîrokî, zimanî û çandî karîye nasnameya xwe
heta li penaberî û koçberiyê de jî biparêze, lê ji bo derbasbûna ji pirsgirêkên
niha, pêdivî bi gotarek aqilane, wêrekiya rexnekirina li xwe û avakirina saziyên
nîştimanî yên rastîn heye.

Top