• Sunday, 26 July 2026
logo

D. Dilên Edîb Mîro, Mamosteyê Zanîngehê li Zaxoyê: Tevî cudahiya desthilatan, hemû parçeyên Kurdistanê li ser armanca serbixwebûnê hevnerîn in.

D. Dilên Edîb Mîro, Mamosteyê Zanîngehê li Zaxoyê: Tevî cudahiya desthilatan, hemû parçeyên Kurdistanê li ser armanca serbixwebûnê hevnerîn in.

 

Nasyonalîzma kurdî, her çend li ser bingeheke trajedîk wek Enfal, Helebce û
karesatên li pey hev hatibe avakirin, lê nabe ku dîroka neteweyî tenê di
çarçoveya qurbanîdan û trajediyê de were kurtkirin. Di rastiyê de ev rêya tije
êş, mil bi milê têkoşîneke berdewam bûye ji bo gihîştina bi qewareyeke serbixwe.
Ev karesatên hevbeş bûn sedem ku peywendiya navbera ferdên kurd xurt bibe û
hevgirtineke kûr peyda bibe ku civakê zêdetir yekgirtî kiriye.

Ev girêdana dîrokî wisa kiriye ku alîgirî û dilsoziya ji bo pirsa neteweyî
bihêztir bibe. Asayî ye miletek ku bi dehan sal in di çar parçeyên cuda de
xebatê dike, daxwaza dîtina beşekî azad bike, wek tiştê ku li Herêma Kurdistanê
heye. Karkirina berdewam di rêya vê armancê de, di rastiyê de nîşana daxwazeke
dîrokî ye ji bo serbixwebûnê, ku wek hêviyekê ji bo parçeyên din jî tê dîtin.

Di serdema hevçerx de, avakirina qeware yan desthilatê tenê bi gotara neteweyî
pêk nayê, lê belê pêdivî bi saziyên nîştimanî yên çalak heye. Bandora rastîn a
saziyan jî di karkirina wan de ye, ne tenê di hebûna wan a rût de. Parastina
nasnameyê, wek bikaranîna zimanê kurdî di danûstandinên fermî de, belgeyeke
zelal a vê nasnameya zindî ye. Gelê kurd ne hewceyî îspatkirina hebûna xwe ye,
çimkî cîhan dizane ku ew neteweya herî mezin a bê dewlet e. Ji bo pêkanîna vê
yekê jî, pêdiviyeke mezin bi şefafiyetê (zelaliyê) di karê hikûmetê de heye, bi
taybetî di awayê pêşkêşkirina projeyên xizmetguzariyê de. Pêdivî ye hevwelatî bi
rengekî çalak di van saziyan de beşdar bin, çimkî di niha de nabe ku xelk tenê
bi dirûşman werin qanîkirin. Li vir nasyonalîzm û saziyên dewletê temamkerên
hevdu ne ji bo bihêzkirina baweriya giştî.

Pêdivî ye aliyê têkildar pişta xwe bi "siyaseta nerm" (soft power) di nav
saziyan de girê bide daku ramana neteweyê bibe bingehê avakirina dewletê.
Siyaseta nerm tê wateya girîngîdana bi geşepêdana rêxistinên civaka medenî,
medyaya nîştimanî û gihandina peyameke zelal û rastgo ji bo avakirina civakê. Bi
vî awayî em dikarin derbasî qonaxekê bibin ku tê de dewlet li ser bingeha
şefafiyeta saziyî were avakirin.

Bandora ramana neteweyî di her çar parçeyên Kurdistanê de dibe sedema yekdengî û
darêştina peyameke hevbeş. Ev hewlên li dervayî sînorên Herêmê jî deng vedane,
wek çawa Serok Barzanî gelek civîn bi aliyên Rojava û Bakur re, ji wan Mazlûm
Ebdî, pêk anîne bi mebesta rêkxistina navmala kurdî û afirandina gotareke hevbeş
li herêmê.

Peyama sereke ya kurdan di hemû parçeyan de yekgirtî ye, ku ew jî mafê
biryardana çarenûs û serbixwebûnê ye. Her çend ji aliyê dîrokî ve her parçeyek
di bin desthilateke cuda de bûye û partî bi bernameyên cuda kar dikin, lê di
dawiyê de li ser armancê hevnerîn in, her çend şêwazê têkoşîna wan li gorî rewşa
siyasî ya desthilatan hatibe guhertin.

Bi taybetî li Herêma Kurdistanê ku xwedî qewareyeke nîv-serbixwe ye, girîng e ku
parastina vê ezmûnê were kirin, tevî nebûna qinaeta tam li bal hikûmeta fîderal.
Ev pêdivî ji bo parçeyên din jî rast e; bo nimûne bûyerên Sûriye û Rojavayê
Kurdistanê nîşan dan ku gelê kurd pêdivî bi piştgiriya nîştimanî heye ji bo
rûbirûbûna astengan. Di vê pêvajoyê de, şefafiyet di peyman û gotûbêjên siyasî
de bingehê sereke ye ji bo serkeftinê.

Top