• Sunday, 26 July 2026
logo

D. Emced Ubeyd, Mamosteyê Zanîngehê li Duhokê: Pekketina parlamenê, nîşana şikestineke mezin e di proseya avakirina dewletê de.

D. Emced Ubeyd, Mamosteyê Zanîngehê li Duhokê: Pekketina parlamenê, nîşana şikestineke mezin e di proseya avakirina dewletê de.

 

 

Her çend ev netewe di dîrokê de rûbirûyî herî dijwar stem û çewsandinê bûye, lê
tevî hemû zordarî û nehametiyan, di dawiyê de karîye ziman, folklor, qeware û
hebûna xwe ya neteweyî di nav wan dewletên ku lê hatiye dabeşkirin de bi zindî
bihêle.

Nebûna sîstemeke perwerdehî ya nîştimanî ya yekgirtî û hêzeke çekdar a yekgirtî,
metrsiyeke rastîn e. Heger em bi xwe re rastgo bin, em li şûna artêşeke
nîştimanî xwedî hêzên hizbî ne, ev bixwe jî serçaveya metrsiyeke mezin e. Ji
bilî vê jî, peywendiyên welatên cîran û zilhêzan bi hêzên hizbî û cuda re bi
şêwayekî tendurist û rêkupêk nayên birêvebirin, ku ev yek tu carî di
berjewendiya gelê kurd û bi taybetî Herêma Kurdistanê de nabe.

Heger Herêma Kurdistanê bixwaze bi rêya avakirina saziyên nîştimanî îstîkrara
siyasî dabîn bike, divê serkeftî be, lê pekketina parlamenê wek saziyeke
nîştimanî ya girîng, bandoreke neyînî ya mezin lê dike û nîşana şikestineke
mezin a proseya dewletsaziyê ye. Bêguman parlamen yek ji mezintirîn destkeftên
şoreşên sedsala borî bû ji bo kurdan, lê mixabin niha karên wê hatine
rawestandin, ku ev jî komek encamên metrsîdar bi dû xwe re tîne. Ya herî girîng,
qelsbûna baweriya hevwelatiyan e bi sîstema demokrasiyê, çimkî ferd dema deng
dide, hêviya wî bi çalakiya parlamen û hikûmetê heye, lê niha ew hêvî winda
bûye. Metrsiya duwem ku hevwelatî hest pê dikin, vegera "du-îdareyî" ye di
çarçoveya du zonên diyarkirî de. Her wiha pêgeha Herêmê di danûstandinên bi
Bexdayê re qels dibe û ji wê girîngtir, giranî û pêgeha dîplomatîk a Herêma
Kurdistanê li ser asta navneteweyî paşve diçe.

Derbarê pêşxistina berjewendiya hizbî li ser berjewendiya nîştimanî de,
nirxandina hemû aliyan bi yek çavî nedadperwerî ye, çimkî diyar e ku hinek
hizban gelek caran berjewendiya xwe ya taybet di rêya doza bilind a neteweyê de
qurban kirine, di demekê de ku aliyên din hene vê rewşê ji bo ferzkirina
berjewendiyên xwe yên hizbî bikar tînin. Heger ez rasterast biaxivim, bi
baweriya min Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yekemîn hizb e ku her dem
berjewendiya xwe û alîgirên xwe daye aliyekî ji bo bidestxistina berjewendiyên
bilind ên neteweya kurd.

Partiyên siyasî dikarin hevsengiyê di navbera peyrewa navxwe ya xwe û doza
nîştimanî de ava bikin. Heger em li peyrew û bernameyên van hizban binerin, em
dibînin ku pir rêkûpêk û pêşeng in, bi vî awayî heger bi temamî werin
cîbicîkirin, jiyan dê bibe bihuşt, lê mixabin di rastiyê de û di kiryarê de rewş
ne bi wî awayî ye.

Di qonaxa niha ya cîhanê de, sîstema navneteweyî li ser bingeha berjewendiyên
hevbeş hatiye avakirin. Pêdivî ye aliyê kurdî hemû hewla xwe bide da ku
berjewendiya dewletên mezin bi doza xwe ya rewa re bike yek, da ku em bikarin
wan armanc û dirûşmên ku li bal me hene bi rengekî serkeftî bi dest bixin.

Top