Xesrew Caf, Siyasetmedar û Rewşenbîr li Hewlêrê: Parastina xewna serbixwebûnê pêdivî bi gavên konkrêt û yekrêziya navxweyî heye.
Em kurd wek neteweyekê, xwedî xewn û xeyalên gelek in ji bo bidestxistina
serbixwebûn û azadiyê. Di vê rêyê de hemû hêmanên bingehîn ên netewebûnê li bal
me hene: axeke diyarkirî û zimanekî dewlemend, rastiyeke cografî ya cuda û
dîrokeke kevnar. Lê kêşeya mezin ew e ku ev cografyaya me ya siruştî hatiye
dabeşkirin bi ser çar dewletan de ku ne ji aliyê ziman û ne jî ji aliyê çandê ve
tu hevbeşiya wan bi me re nîne. Vê dabeşkirina dîrokî û siyasî astengiyeke wisa
dijwar û aloz li pêşiya me ava kiriye ku heta îro me nekarîye wek gelekî
serbixwe pêgeha xwe ya şayiste di cîhanê de bibînin, an bi kêmanî gaveke kiryarî
û bandordar ber bi pêş ve biavêjin. Ev rewş daxwaz dike ku em bi kûrî û bi
rengekî realîst li kêşeya xwe ya neteweyî binerin û tenê ji dîtineke hestiyarî
ve lê nenerin.
Kêşeya me ya sereke ew e ku em her dem sedema hemû şikestin û nehametiyên xwe
dixin stûyê neyar û dagirkerên xwe. Bêguman dagirker tu carî xêra me naxwaze û
siruşta wî wek aliyekî destbiserdagir, ne gotûbêj û ne jî naskirina mafên me ye.
Lê pirsiyara bingehîn ev e: Em bixwe di kîjan asta vê cîhana hevçerx de ne? Di
serdemekê de ku mirovahî di warê zanist, teknolojî û fikir de gihîştiye asteke
pir bilind, gelo pêgeha me ya fikrî û zanistî li kîderê ye? Gelo em bi vê
perçebûn û nakokiyên navxweyî yên di nav me de hene, dê bigihîjin tu deran? Gelo
bi vê cure hevrikiya navxweyî û bi vê hişmendiyê em dikarin serkeftî bin? Bersiv
bêguman neyînî ye, heger em guhertineke bingehîn di hiş û fikrê xwe de nekin.
Wextê wê hatiye ku em li her derê vê cîhanê bin, li xwe vegerin. Cîhana îro bi
zimanê zanist, lojîk û bihêzkirina şiyanan diaxive, ne ku tenê bi gotarên
hestiyarî yên bê kiryar. Hêza me ya mirovî û cografî ya baş heye, lê rêjeya
nexwendevarî û ne-rewşenbîriyê jî di nav civaka me de ne kêm e. Di vê navberê de
siyasetmedarên me mixabin nekarîne bibin cihê hêviyê û ne di asta pêdivî ya
serkirdetiya projeyeke nîştimanî ya mezin wek serbixwebûnê de ne. Sedemên vê
bêdesthilatiyê gelek û curbecur in, lê yek ji rêçareyên destpêkê ew e ku em bi
kêmanî girîngiyê bidin perwerdeyeke rastîn û nîştimanî di nav malbat û
dibistanên xwe de ji bo zarokên xwe. Divê nifşê paşerojê bi rengekî werin
mezinkirin ku dema mezin dibin, wek nifşê me tûşî fikar, serlêşiwîn û bêhêvîtiyê
nebin.
Dema em li rastiya niha dinêrin, em neçar in bipirsin: Gelo bi vê rastiya tije
nakokî û perçebûnê em ê çawa rûbirûyî çar dewletan bibin? Gelo ev dê kengê rû
bide û dê çend salên din bikişîne? 10 an 20 an 100 salên din? Heger em bi vî
awayî herin, ez zêde geşbîn nînim ku di demeke nêz de ala Kurdistana azad li
Neteweyên Yekbûyî li rex alayên welatên din ba bibe. Parastina xewna
serbixwebûnê pêdivî bi gavên konkrêt heye, çimkî xewn bêyî stratejî û karkirinê
tenê wek xeyaleke vala dimîne.
Tevî van hemû bêhêvîtiyên ku ez di rewşa siyasî û civakî ya niha de dibînim, lê
ez hêj ji nifşê paşerojê bêhêvî nînim. Baweriya min a tam bi şiyana ciwanan heye
ku di qonaxên bê de pêşengiya guhertina rastîn bikin û civakê ji vê xitimbûnê
rizgar bikin. Dem hatiye ku aliyên nakok ên nav mala kurd werin ser maseya
gotûbêjê û lojîka siyasî bikin bingeha karên xwe û li gel hevdu li hev bikin.
Heger em bi vê hişmendiya ne-tendurist a niha berdewam bin, dibe ku heta 3 hezar
salên din jî em negihîjin armanca xwe û nebin xwedî qewareyeke serbixwe. Em wek
milet, xwedî reseniyeke dîrokî ne ku di gelek aliyan de şiyana me ji gelên din
ne kêmtir e, lê nebûna stratejiyeke hevbeş û hişmendiya perçebûyî ya li navxwe,
tenê ziyan gihandiye me. Hêvîdar im her ferdek, rewşenbîrek û bi taybetî
desthilatdar bi kûrî li helwest û karên xwe vegerin, çimkî dîrok bi bêdengî
derbas nabe û sibê nifşên paşerojê dê li ser me dadweriyê bikin û dê hesabê wan
derfetên ku me ji dest dane ji me bixwazin.
