Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun îstîfa kir
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun bi ser hesabê xwe yê tora civakî re peyamek belav kir û îstîfaya xwe eşkere kir.
Di hilbijartina 29'e adara 2024'an de Serra Bucak û Dogan Hatun wekî hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê ji DEM Partî hatibûn hilbijartin. Niha Hatun dest ji kar berda. Hatun di peyama belav kiriye de qala serdemê kiriye, dûre gotin aniye ser "tiştên gelê me û partiya me ji min xwestiye di asta bilind de min nekariye bînim cih; di rewşa xizmetê de bi têra xwe ez hilberîn nebûne; bi têra xwe rol û mîsyona divê neaniye cih, li gor daxwazê min peywira xwe ya pêşengî neaniye cih."
Hatun gotiye di vê demê de gelê me rexneyên xwe yên sazkar kirine û hemûyan jî rê nîşan daye.
Hevşaredar Hatun qala tenduristiya xwe jî kirye û gotiye, "Ligel vê, rewşa tenduristiya min jî bandor li min kiriye, di serdema vê peywira min de ez sê caran anjiyo bûme, vê yekê bi awayê fîzîkî bandor li min kiriye, bi qasî hêvî ji min hene ez beşdarî xebatan nebûme."
Hatun gotiye ji ber van tşitan ez li gor "Rêgeza bi paş ve vekişîne" min biryara xwe ya vekişîna ji Hevşaredariya Bajarê Mezin ragihandiye beşên eleqedar ên partiay me û gotiye, "Ji îro de ez ji Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê vedikişim û vê biryara xwe radigihînim gelê me yê welatparêz."
Ronahi.tv
