Nejad Mihemed, Çalakvanê Siyasî û Nûnerê Bereyê Gel: Nasyonalîzm sîstemeke aloz a fikrî û îdeolojîk e ku civakê di çarçoveya dewlet û neteweyê de ji nû ve rêk dixe.
Nejad Mihemed, Çalakvanê Siyasî û Nûnerê Bereyê Gel: Nasyonalîzm sîstemeke aloz
a fikrî û îdeolojîk e ku civakê di çarçoveya dewlet û neteweyê de ji nû ve rêk
dixe.
Nejad Mihemed, çalakvanê siyasî û nûnerê Bereyê Gel e, her wiha yek ji wan
lêkolîneran e ku li ser pirsa civak, netewe û çanda kurdî kar dike. Di gotûbêja
vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de (Nasyonalîzm û Îdeolojî: Pirs û Peywendî), bi
vî awayî dîtin, nerîn û pêşniyarên xwe anîn ziman:
Lêkolîna li ser dîroka siyasî û wêjeyî ya hizra neteweyî ya kurd, me rûbirûyî
paradokseke kûr dike ku di navbera hesta mezlûmiyetê û xwesteka serdestbûnê de
diçe û tê. Ev rewş, ku di wêjeya klasîk a kurdî de û bi taybetî ji aliyê Ehmedê
Xanî ve di şahberhema «Mem û Zîn» de wek gilî û gazindek ji perçebûn û nebûna
yekitiya neteweyî hatiye destnîşankirin, heta îro jî siyeke giran li ser dîroka
hevçerx a kurdî hiştiye. Ev perçebûn tenê dabeşbûneke siyasî nebûye, lê belê
ziyaneke laşî û ruhanî ya mezin li geşeya siruştî ya hizra neteweyî daye. Nebûna
desthilateke neteweyî ya navendî bûye sedem ku kurd nekarin qutbûneke dîrokî ya
erênî di navbera qonaxên cuda yên dîroka xwe de ava bikin; bi vî awayî gelek
caran di nav çerxeke girtî ya paşketina cografî, zimanî û wêjeyî de mane. Di
çendîn qonaxên cuda de, ji ber vê neîstîqrarî û jêrdestiyê, wêje û dîroka
nivîskî ya vê neteweyê tûşî qutbûn û heta windabûnê bûne. Ev yek bûye sedem ku
dîroka kurd li şûna ku bi rengekî berdewam û yekgirtî were nivîsandin, wek
perçe-çîrokên qutkirî diyar bibe, ku tê de ferdê kurd nikaribe baweriyê bi
berdewamiya nasnameya xwe bîne.
Îro di serdema aqilê destçêkirî (AI) û cîhanperweriyê de, pirsa nasyonalîzm û
îdeolojiyê rûbirûyî astengiyeke bi temamî cuda bûye. Di cîhanekê de ku tê de
sermayedariya modern hemû nirxên mirovî û rewşenbîrî di berjewendiya darayî û
dîtineke maddî ya rût de kurt kiriye, nirxên neteweyî jî di bin pirsiyariyê de
ne. Mesûd Mihemed, bîrmendê kurd, di berhemên xwe de bi hûrgulî amaje bi têgeha
«xwînrêjiya aborî» (nezîfa aborî) kiriye; dîtinek ku nîşan dide ka civaka
bêberhem û jêrdest her dem sermaye, hêza kar û şiyanên xwe ber bi derve ve
diherikîne û nikare bingehê aboriyeke serbixwe ji bo nasnameya xwe dabîn bike.
Ev xwînrêjiya aborî peywendiyeke wê ya rasterast bi paşketina kurdan ji şoreşa
pîşesaziyê re heye. Di demekê de ku gelên din bi rêya geşeya pîşesaziyê karîn
çînên civakî yên xwe ji nû ve rêk bixin û bingeha dewlet-neteweya modern ava
bikin, kurd ji vê guhertina mezin paş de man. Ev şikestina di pêgihandina çîneke
pîşesazî ya berhemhêner û aboriyeke serbixwe de heta îro jî baca wê tê dayîn, ku
xwe di bê-nasnameyiya navneteweyî û nebûna amrazên peywendiya tendirust bi
cîhana derve re dibîne.
Yek ji kêşeyên din ên fikrî û dîrokî yên gotara siyasî ya kurdî, piştguhkirina
aliyên jîopolîtîk ên girîng e. Di demekê de ku piraniya siyasetmedaran tenê
behsa çar parçeyên Kurdistanê dikin, parçeyê pêncem ku bi «Kurdistana Sor» an
Kurdistana Qefqasya û Ermenistanê tê naskirin, hatiye ji bîr kirin. Ev herêm ji
aliyê dîrokî û jîopolîtîk ve xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin bû, çimkî
dergehekî girîng bû bo Deryaya Reş û herêma Qefqasyayê, ligel hebûna çavkaniyên
dewlemend ên siruştî. Xedra dîrokî li vir tenê di sînoran de kurt nabe, lê belê
peywendiya wê bi helwesta hêzên navneteweyî ve heye, wek bêdengiya Yekitiya
Sovyetê û bersiv-nedana name û daxwazên serkirdeyên kurd ên wek Şêx Mehmûdê
Hefîd, ku nîşana xedreke dîrokî û nebûna hevsengiyê ye di peywendiyên
navneteweyî de.
Ev kêşeyên jîopolîtîk û aborî bandoreke rasterast li ser pêvajoya nivîsandina
dîroka kurd kirine. Dîroknivîsiya kurdî bi giştî li ser bingeha vegotina bûyerên
siyasî û dîroka «serdestan» û «serê civakê» hatiye avakirin, di demekê de ku
dîroka civakî, yan «dîroka ji jêr ve» ku jiyana rojane, çand û tevgerên cemawerî
digire nav xwe, bi temamî hatiye piştguhkirin. Ev qelsiya di nivîsandina dîrokê
de ziyana mezin gihandiye pergala perwerdeyê. Dema pergaleke perwerdehî nekaribe
ferdên hişyar bi maf û erkên neteweyî û mirovî perwerde bike, pêvajoya
netewesaziyê û avakirina hevwelatiyê hişyar astengdar dibe. Ferdê kurd di vê
cure pergalê de gelek caran nikare peywendiyeke tendirust di navbera nasnameya
ferdî û berpirsiyariya neteweyî de ava bike.
Encama van hemûyan, asêbûna hizra siyasî ya kurdî ye di têgeha mezlûmiyetê de.
Ji bo kurdan, nehametî û karesatên dîrokî tenê wek bîreweriyên hestiyarî û
merasîmên salane yên şînê mane, bêyî ku werin kirin çavkaniyek bo berhemhênana
hêz, yekrêzî an projeyeke siyasî ya hevbeş. Di beramber de, ezmûna Şîetiya li
herêmê nimûneyeke cuda pêşkêş dike; wan karî dîroka mezlûmiyeta xwe (wek
şehîdbûna Îmam Husên) bikin motorekî siyasî, civakî û îdeolojîk ê bihêz bo
avakirina yekrêziyê û bidestxistina desthilatê. Lê di nav kurdan de, ev kîn û
birînên dîrokî ne tenê nebûne sedema yekitiyê, lê belê gelek caran di hevrikiyên
navxweyî de li dijî hev hatine bikaranîn. Ji bo derbaskirina vê rewşê, pêdivî bi
dîtineke rexneyî ya nû bo dîrok, aborî û perwerdeyê heye, da ku kurd ji çerxa
qurbanîbûnê ber bi aktorekî dîrokî yê çalak ve gavan biavêjin.
Yek ji pirsên herî bingehîn di qada felsefeya siyasî û civaknasiya dîrokî de ev
e: Gelo netewe nasyonalîzmê berhem tîne, an nasyonalîzm neteweyê ava dike? Bi
nêrîna li çavkaniyên dîrokî û nerînên bîrmendan, mirov dikare bêje nasyonalîzm
wek tevgereke fikrî û siyasî, roleke sereke û bilind heye di darêştin û
avakirina neteweyê de. Nasyonalîzm tenê hestekî nîştimanî yê sade nîn e, lê belê
sistemeke aloz a têgehî û îdeolojîk e ku têgeha dewlet, desthilat û hikumraniyê
dide civakê û di çarçoveya «netewe» de rêk dixe. Di rewşa kurdan de, sînorên
cografî yên ferzkirî û perçebûna axê bûne asteng li pêşiya wê ku kurd bikarin bi
rengekî yekgirtî li dora projeyek nasyonalîst a giştgir kom bin, her çend guman
tê de nîne ku kurd wek netewe xwedî dîrok, çand û nasnameya xwe ya kevnar e.
Di serdema niha de ku cîhan ber bi qonaxa aqilê destçêkirî û teknolojiya
pêşkeftî ve diçe, pirsên derbarê paşeroja nasname û neteweyê rehendekî nû
digirin. Pêdivî ye em bipirsin: Di bin sîha vê veguhertina teknolojîk de çi bi
ser ziman, peywendiyên aborî û dînamîka peywendiyên siyasî de tê? Gelo elîta
siyasî û rewşenbîrî ya kurd dikare van pirsên nû bîne ziman û bersivên guncav jê
re bibîne? Mixabin, bi nihêrîna li rastiya me ya niha, diyar dibe ku em hêj di
asta pêdivî ya vê qonaxa dîrokî ya tije guhertin de nîn in, ku ev jî nîşana
cureyek ji paşketina fikrî ye.
Ji aliyekî din ve, divê em cudahiyeke bingehîn di navbera modela nasyonalîzma
Rojavayî û nasyonalîzma Rojhilata Navîn de bikin. Nasyonalîzma Rojavayî li gorî
mercên xwe yên dîrokî û aborî geşedan kir; bo nimûne modela Fransî li ser
bingeha maf, erk, hevwelatîbûn û berjewendiya hevbeş ava bû, di demekê de ku
modela Almanî bêtir tekezî li ser ziman, nijad û regezê dikir. Lê di Rojhilata
Navîn de piraniya dewletên avakirî, ne li ser bingeha daxwaz û mafên neteweyan û
ne jî li ser bingeha dadperweriyê hatine avakirin, lê belê sînorên wan li gorî
berjewendiyên hêzên mezin ên kolonyalîst di sedsala bîstem de hatine kişandin.
Kurd her dem qurbaniyê yekem ê vê dabeşkirinê bûye.
Ji perspektîfa teorîk ve, geşebûna nasyonalîzmê bi du faktoran ve girêdayî ye:
Yekem, pêşkeftina pîşesaziyê û duwem, koça mezin a nifûsê ji gundan ber bi
bajaran ve, ku ev koç dibe sedema tevlîheviya civakî û afirandina nasnameyeke nû
ya komî. Lêkolînerên wek Benedict Anderson jî tekez dikin ku nasyonalîzm û
netewe diyardeyeke modern in ku bi derketina «sermayedariya çapê» (Print
Capitalism) û belavbûna xwendewarî û medyayê ve girêdayî ne.
Ji vê dîtinê ve, rola çapemenî, pergala perwerdeyê, pirtûk û rojnameyan di
afirandina hişyariya neteweyî de biryarder e, lê li bal me ev qad hêj pir qels
e. Wek kesekî ku zêdetirî bîst û du salan e di warê pirtûkxaneyê de kar dikim,
ji nêz ve dibînim ku peywendiya ferdê kurd bi xwendin û pirtûkan re pir sist e.
Xwendin nebûye çandeke berdewam di jiyana me ya rojane de, ev nebûna zanînê jî
bandoreke neyînî ya rasterast li ser pêvajoya netewesaziyê û geşeya hişyariya
hevbeş kiriye.
Ev rewş dihêle em pirsê ji dîtin û nêrîna partiyên siyasî yên kurdî bikin: Gelo
ew çawa li pirtûkxaneya kurdî, berhemhênana fikir û qada rewşenbîrî dinêrin?
Gelo dîtina wan hêj di wê modela klasîk û hizbî de asê nemaye ku heftê-heştê sal
berê hebû? Di heman demê de, em nikarin jîngeha civakî ya cuda ya parçeyên
Kurdistanê piştguh bikin. Her parçeyek xwedî taybetmendî û rewşa xwe ya siyasî û
civakî ya bêhempa ye. Pêdivî ye rewşenbîr û siyasîyên kurd bi hûrgulî li ser van
cudahiyan rawestin û stratejiyên guncav bi rastiya her parçeyekî re darêjin.
Di dawiyê de, aliyekî din ê girîng ku pêdivî bi guhertina bingehîn heye, modela
têgihîştina me ye ji netewe û hikumraniyê. Gelo avabûna netewe an dewletê divê
li ser bingeha siruşta malbatê be? Gelek caran li Başûrê Kurdistanê, hevwelatî û
heta elîta siyasî jî bi çavekî malbatî an eşîrtî li hikumranî û dewletê dinêrin;
bi vî awayî ku çaverêyên wan ji dewletê mîna çaverêyên ji bav an serokê malbatê
ne. Ev model ziyana mezin gihandiye pêvajoya dewletdarî û avakirina nasnameya
neteweyî. Divê dîtina me bo neteweyê biguhere; netewe nabe li ser bingeha
pîrozkirina desthilata ferdî were avakirin. Pêdivî ye em ber bi modelek hevçerx
ve gavan biavêjin ku li ser bingeha saziyan, yasayê, hevwelatîbûna rastîn û maf
û erkan be, ne li ser bingeha hestên malbatî û eşîrtiyê. Tenê bi rêya vê
guhertina fikrî û avahî (strukturel) ye ku kurd dikare bersiveke guncav bide
qonaxên dîrokî yên nû.
