Murad Şem, Siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê: Ewropa jî di nav xwe de tûşî gelek şer û aloziyan bû û heta ku nebûn xwedî nasname û dewleta neteweyî, kesî rêz li mafên wan negirt.
Murad Şem, yek ji siyasetmedarên navdar ên Bakurê Kurdistanê û kadroyekî bilind
ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ye, ku di parlemanê de
xwedî fraksiyon in. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de (Nasyonalîzm û
Îdeolojî: Pirs û Peywendî), bi vî awayî nêrîn û dîtinên xwe anîn ziman:
Silav û rêzên min qebûl bikin. Ez vê fersendê wekî derfeteke zêrîn û pîroz
dibînim ku em bikaribin bi vî awayî guhertina fikrî û nêrînê bikin. Bi rastî di
vê serdemê de ku em tê re derbas dibin, pêdiviya miletê kurd bi van cure
gotûbêjan gelekî mezin e. Ez spasiya we dikim ku we ev qad amade kiriye da ku em
li ser paşeroj û nasnameya xwe biaxivin.
Di navbera nasyonalîzm û îdeolojiyê de peywendiyeke kûr û organîk heye. Heger
kesek ne xwedî îdeolojî û fikreke bihêz be, nikare bi rastî berevaniyê li
nasyonalîzm û doza neteweya xwe bike. Nasyonalîzm tenê hest nîn e, lê belê fikir
û stratejî ye. Dema ku axa Kurdistanê bi neheqî hate dabeşkirin, tenê sînor
nehatin kişandin, lê belê aliyê çandî, ziman, fikir û heta baweriya me jî tûşî
perçebûnê kirin. Vê yekê wisa kir ku her beşekî me bi rengekî ji yê din cuda
bifikire û hest bi xerîbiyê bike.
Wekî ku di dîrokê de hatîye, Mîr Bedirxan Paşa, dema ku li Şamê bû, wesiyeteke
pir girîng ji bo zarokên xwe û ji bo hemû kurdan li pey xwe hişt. Wî digot:
«Zimanê xwe winda nekin, çimkî her kesê zimanê xwe winda kir, bêguman neteweya
xwe jî winda dike.» Ev gotin heta îro jî bingeha man û nemana me ye. Di van
salên borî de, hemû hewl hatin dayîn da ku kurd ji ziman û çanda xwe dûr bixin,
ji bo ku hêza wan a fikrî parçe bikin.
Îro neyarên me di warê dîplomasî û siyasetê de hewl didin me wekî neteweyeke
bêdeng û bêxwedî nîşan bidin, loma erka neteweyî ya me ew e ku êdî em bêdeng
nebin. Me qurbaniyên mezin dane, ferman bi ser me de hatine û enfal û jenosîd li
dijî me hatine kirin. Em neçar in hêza nasyonalîzma xwe bi hêza dîplomasiyê ve
girê bidin, da ku cîhan guh bide êşên me. Nasyonalîzm divê bibe palderek ku em
li ser asta navneteweyî dengê xwe bilind bikin û nehêlin êdî mafên me werin
xwarin. Ew kesên ku bi salan e li hember doza kurd lal û ker û kor bûne, divê bi
hêza fikir û îradeya me hişyar bibin. Çimkî hebûna me bi hêza ziman, çand û
yekrêziya me ve hatiye girêdan.
Mexabin ji bo wê dîrokê ku wekî kurdên birayên hev, me nekarî bi dilekî pak û bi
nêrîneke neteweyî bi hev re rêzên xwe yek bikin. Heger me di wê demê de ev
yekitiya pêk bînaba, bêguman îro em di vê asta nizm û perçebûyî de nedibûn.
Tiştê ku çûye çûye, çi hizbayetî bûbe, çi nakokiya olî an her tiştekî din ku
bûbe sedema vê dabeşbûnê; lê tiştê ku cihê daxê ye ew e ku wekî netewe me nekarî
em xwe li hember van guhertinan rabigirin. Dijmin bi qestî ev milet kir çar
parçe, çimkî baş dizanibû heta nebe xwedî qewareyeke neteweyî ya yekbûyî, kes li
cîhanê mafên te nade te. Ev êşeke giran e di laşê me de û pêdiviya wê bi
rexnegirtineke rastgo heye, heger bi rastî em bixwazin paşeroja vê gelî geş
bikin.
Ev gelê me di dirêjiya dîrokê de tûşî gelek ferman û komkujiyan bûye. Lê ferman
tenê kuştina mirovan nîn e; fermana herî mezin û metirsîdar ew e ku zimanê
neteweyekê lê qedexe bikî û cih û waran lê zeft bikî. Plana herî mezin li dijî
me ew e ku li ser bingeha ol û eşîrtiyê fitne û fesadiyê bixin navbera birayan.
Yekî bikin misilman, yê din mesîhî û yê din êzidî, û paşê van cudahiyan li dijî
hev bikar bînin. Ev tişt hemû ji bo wê bûn ku em tu carî wekî neteweyekê hest bi
yekbûna xwe nekin û her dem mijûlî kêşeyên navxweyî bin.
Tiştê ku îro ji bo me ji her tiştî pêwîsttir e, hebûna îdeolojiyeke neteweyî ya
bihêz e ku hemû çîn û beşên me di nav xwe de bigire. Divê nasyonalîzm û
nasnameya me wekî hevîr bi hev re werin strandin heta ku qewareyeke bihêz ava
bibe. Serdema hizbayetî û berjewendiya teng a siyasî derbas bûye. Mexabin, hinek
caran siyasetmedarên me ji bo ku hinekî din li ser kursiyê desthilatê bimînin,
berjewendiyên neteweyî kirine qurbana berjewendiyên xwe yên taybet. Lê gel di vê
yekê gihîştiye. Gel dizane êşa Helebceyê û êşa Amedê yek êş in. Êşa Kobanê û êşa
Mehabadê tu cudahiya wan nîne. Gel hest bi vê dike, lê pêdiviya wê bi
serkirdetiyekê heye ku vê hestê bike kiryar.
Ewropa jî di nav xwe de tûşî gelek şer û aloziyan bibû, lê heta ku nebûn xwedî
nasnameyeke neteweyî û dewleta neteweyî, kesî rêz li mafên wan negirt. Îro em li
Rojavayê Kurdistanê dibînin rewş çiqas aloz e. Divê em baş bizanibin ku di
pergala sermayedarî û berjewendiyên cîhanî de, dewletên mezin her kengê
berjewendiya wan li derekê be, ew li wê derê ne. Îro rejîma Sûriyeyê û
siyasetmedarên wê di hewla wê de ne ku careke din hikumê xwe bisepînin. Loma
pêvîst e dîplomasî û siyasetê me bi hûrgulî li ser van guhertinan kar bike,
çimkî bi vî awayê klasîk em nagihîjin tu encaman.
Rêya rizgariya me tenê bi darêştina stratejiyeke neteweyî ya nû dibe. Miletê
kurd xwedî îdeolojiyeke bihêz e, heger ne wisa bûya, nekarîbû li hember vê her
cure fermana qirkirin û nehametiyan xweragir be. Ziman û çand stûnên vê
xweragirtinê ne. Heger me zimanê xwe ji bîr bikira, an çand û hunera me wekî
stranên Tehsin Teha û Şakir û Zêlan û yên din neba, nasnameya me jî winda dibû.
Ev aliyên manewî yên wê îdeolojiyê ne ku em wekî gel parastine. Parastina ziman
û govend û çandê, ne kêmtir e ji xebata siyasî, çimkî dijmin ji zimanê me
ditirse.
Pêwîst e li hemû cîhanê û li her derê ku kurdek lê be, em vê îdeolojiya neteweyî
bixin bin nîqaşê. Ji «Sykes-Picot» bigire heta «Lozan»ê, hemû peyman li dijî me
bûn, lê kurd tu carî dest ji hebûn û mana xwe bernedaye. Her wekî çawa
Ebdulrehman Paşayê Baban li vê herêmê hewl dida qewareyeke serbixwe ava bike,
îro jî derfet li pêşiya me heye. Kêşe ne ew e ku kurd nizane çi bike, lê kêşe li
serê hinek siyasetmedaran e ku naxwazin berjewendiyên giştî bixin pêşiya
berjewendiyên hizbî.
Dijmin bi hemû hêza xwe kar dike da ku em bê ziman û bê mekteb bimînin, çimkî
dizane birayetiya rastîn li ser bingeha hebûna mafên wekhev ava dibe. Di van du
salên dawî de, hesteke neteweyî ya baş li bal ciwanên me peyda bûye û
pêşketineke baş di aliyê hişyariya neteweyî de heye. Lê ev tenê ne bes e, pêwîst
e karekî berdewam û rêxistinkirî li ser were kirin. Divê em şev û roja xwe bikin
yek, heta ku ev hest bibe projeyeke siyasî ya giştgir ku tu parçe û tu ol û
mezhebekî piştguh nexe. Tenê bi vê rêyê em dikarin mafên xwe bi dest bixin û
wekî miletê xwedî rûmet di nav gelên cîhanê de bijîn.
Heger em li rewşa hemû parçeyên Kurdistanê binêrin, em dibînin ku em di qonaxeke
hesas re derbas dibin. Başûrê Kurdistanê wekî qewareyeke siyasî, cihêkî pîroz e
û erka her kurdekî ye rêzê lê bigire. Di vê serdemê de, heger em ne xwedî
siyaseteke jîrane û îdeolojiya rast bin, em ê baceke giran bidin. Em di nav
neteweyên fars, ereb û tirk de dijîn, tu dijminatiya me bi wan re wekî gel nîne,
lê her aliyekî ku li dijî hebûn, çand û nasnameya me be, divê em bi hêz
berevaniyê li xwe bikin.
Kurdên îro xwedî pêgeh in û nayên piştguhkirin, lê tiştê ku ji hemûyan girîngtir
e ji bo parastina vê hebûnê, «Yekgirtin» e. Wekî mamoste Cegerxwîn dibêje:
«Heger em nebin yek, em ê herin yek bi yek». Nexwe, yekrêzi tenê bijardeyek nîn
e, lê belê yekane rêya manewe û serkeftina me ye li hember hemû astengan.
