• Tuesday, 21 July 2026
logo

Brîtanya tekezî li ser piştgirîkirina Herêma Kurdistanê dike

Brîtanya tekezî li ser piştgirîkirina Herêma Kurdistanê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta bi dawî hatina erkê wî, îro 21ê Tîrmeha 2026an pêşwazî li Konsulê Giştî yê Şanşîna Yekbûyî (Brîtanya) yê li Herêma Kurdistanê Andrew Bizley kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê kir ji bo xebatên wî yên di warê xurtkirina têkiliyên dualî yên di qadên cuda de.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, daxwaza Herêmê ya ji bo pêşxistina zêdetir a hevahengî û hevkariya li gel Şanşîna Yekbûyî careke din dubare kir.

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê jî, ji bo piştgirî û hevahengiya bihêz a aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, spasiyên xwe pêşkêş kirin. Herwiha tekezî li ser pabendbûna welatê xwe ya ji bo piştgirîkirina Herêma Kurdistanê kir.

Di beşeke din a guftûgoyan de, her du alî li ser girîngiya çalakkirina Perlemana Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûn.

 

K24

Top