• Friday, 26 June 2026
logo

P.D. Nezaket Hisên: Bersivdana destpêşxeriya Serok Barzanî yekane mifteya çareseriyê ye bo vegerandina peywendiyên siyasî û saziyên Herêma Kurdistanê

P.D. Nezaket Hisên: Bersivdana destpêşxeriya Serok Barzanî yekane mifteya çareseriyê ye bo vegerandina peywendiyên siyasî û saziyên Herêma Kurdistanê

 

P.D. Nezaket Hisên: Bersivdana destpêşxeriya Serok Barzanî yekane mifteya
çareseriyê ye bo vegerandina peywendiyên siyasî û saziyên Herêma Kurdistanê

P.D. Nezaket Hisên, endama Bazneya Guftûgo û endama beşa Rewşenbîrî û
Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ye. Di guftûgoya vê carê ya "Bazneya
Guftûgo" de (Pêvajoya siyasî li Herêma Kurdistanê û astengiyên wê) di vê nivîsê
de nêrînên xwe aniye ziman.

Ez vê rewşa Kurdistanê bi xitimbûna (çeqbestina) siyasî nav nakim. Rast e,
neçalakbûna hin sazî û organan di vê qonaxê de cureyek ji livandina siyasî û
saziyî rawestandiye, lê heger em bala xwe bidin van hemû bûyerên li pey hev û
hevrikî û aloziyên siyasî û aborî yên ku di çend salên borî de di vê navçeyê de
rû dane, em dibînin ku bandoreke rasterast û nerasterast li ser Herêma
Kurdistanê di hemû warên siyasî, jêrxaneya aborî û bîreweriya civakî de jî
hebûye. Em dikarin bibêjin hişyarî û zanatiya serokatiya Kurd bi serokatiya
Serok Barzanî bû ku karîbûn Herêma Kurdistanê ji pêl û bagerên alozî, perçebûn û
çirûskên agir û qeyranan biparêzin.

Qonax ewqas hestiyar bû ku te nedizan saet bi saet çi diqewime û te nedizan çi
helwest nîşan bide, yan çi li benda navçeyê ye û encama wê pêla şer û qeyran û
hevrikiyan bi ku ve diçe. Ji ber wê, derbasbûna wê qonaxê bi kêmtirîn ziyan ne
hêsan bû, belkî dijwar bû. Her çawa be, ligel hemû qeyranên ku rû li herêma me
kirin, di warê kiyan û selamiya welatiyan de heta radeyekê baş parastî bûn.
Helbet ev qeyran û şer û hevrikiyan bê bandor nebûn, ku lerzek xiste hinek
pêkhateyên siyasî û aborî, hinek ji peywendiyên siyasî û dîplomatîk di navbera
partî û aliyên Herêma Kurdistanê de guhert; hinek bi sedemên navxweyî û hinek jî
bi sedem û destwerdanên derveyî. Çinkî bila ji bîra me neçe, ew xweragiriya
Herêma Kurdistanê û hikumڕaniya wê bû ku karî xwe ji wan hemû plan û asteng û
ajandeyên ku ji bo qelskirin û ji navbirina ezmûna wê hatibûn amadekirin, rizgar
bike.

Şer û hevrikî li her der û navçeyekê rû bide, berî her tiştî bandorê li peywendî
û strukturên siyasî dike û li pey wê jî warên aborî, civakî, perwerdehiyê و htd.
Ew tiştê ku divê niha em li ser biaxivin ew e ku em çawa ji nû ve li peywendiyên
siyasî û rêkxistina struktura siyasî vegerin. Her çend dibe ku em nekarin wek
forma beriya bûyerên salên borî lê bikin, lê dikare kar bo wê bibe ku em bi vî
awayî rêk bixin ku niha di berjewendiya Kurd û Herêma Kurdistanê û navçeyê de
be. Çinkî em bixwazin an nexwazin, em çiqas herêmeke serbixwe û federal bin, em
nikarin karên xwe bi awayekî rêk bixin ku ne hevaheng be ligel siyasetên
navçeyê, yan dijî hev bin ligel hevkişên siyasî yên navçeyî û navdewletî di
hinek waran de. Çinkî aramiya navçeyê serçaveya mayîna kiyan û qeware û
serbixwebûna me ye.

Rêkxistina van peywendiyên siyasî ji bo navxweya Herêmê di serî de û paşê di
asta Iraq û welatên cîran de, karekî hêsan nîne. Çinkî rewş û bûyerên borî gelek
tişt guhertin û gelek formên nû di karkirinê de bo hinek partiyan afirandin, ku
mixabin livînên hinek ji wan kêm an zêde ne di berjewendiya aramiya herêma me de
bûn.

Ew tiştê ku dibe serçaveya vê rêkxistineve, destpêşxeriya cenabê Serok Barzanî
ye, ku wek merce’ û raberê Kurd dikare kar li ser bê kirin û bibe hengavek, herî
kêm bo nêzîkbûn û hatina ser maseya guftûgoyê ya aliyan, ku mixabin dûrketin û
hinek perçebûn çêbûye ji ber wê rewşa ku me li jor behs kir. Paşê jî çalakirina
Parlamentoya Kurdistanê wek saziyeke yansaz (teşrîî) ya welat, ku dikare gelek
tiştan bike biryar û emrê waqî’ bo cîbicîkirinê, dibe bingehek bo pêkanîna
kabîneya nû ya hikûmetê û çalakirina wan aliyên ku di xema herêmê de ne û
dixwazin dev ji berjewendiyên xwe yên kesî û hizbî berdin di ber berjewendiyên
neteweyî û nîştimanî û jiyana xelkê de. Ji ber wê, bangewazî û xistinegera
ragihandinê bo giringîdan û bersivdana vê destpêşxeriya cenabê Serok Barzanî, di
niha de yekane mifte ye (kilîl e) bo wêya ku aliyan bixine ser rêya wêya ku kar
bo rêkxistina Herêmê û peywendiyên siyasî û berdewamîdan bi geşepêdanên aborî û
hemû sektorên welat bê kirin.

 

 

Top