Bayiz HACÎ Çavdêrê Siyasî li Zaxoyê: Danîna bingeheke saxlem û dirust, gava yekem e ji bo serkeftina her proseya siyasî
Bayiz HACÎ Çavdêrê Siyasî li Zaxoyê: Danîna bingeheke saxlem û dirust, gava
yekem e ji bo serkeftina her proseya siyasî
Destpêşxeriyên Cenabê Serok Mesûd Barzanî her dem wek xaleke werçerxanê û
bingehîn di proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de têne dîtin. Dema ku
xitimandineke (deadlock) siyasî tê holê û alî li ser pêkanîna hikûmetê nagihin
rêkeftinê, çavdêr û hêzên siyasî bi girîngî li destpêşxeriyên Cenabê Serok
dinêrin. Ev hewildan wek nexşerêyekê ne ji bo derbasbûn ji krîzan û dîtina
zemîneke hevbeş di navbera aliyên cuda de.
Ji bo fêmkirina girîngiya van cure destpêşxeriyan, mirov dikare mîna proseya
avakirina xaniyekî lê binêre; dema mirov dixwaze avahiyekê yan xaniyekî ava
bike, berî her tiştî pêdivî bi danîna bingeheke (esaseke) saxlem û bihêz heye.
Heke bingeha xanî lawaz be, her çend hûn kar ber bi pêş ve bibin jî, di dawiyê
de avahî dê rastî xwarbûnê yan hilweşandinê bê û hûn dê neçar bimînin vegerin
seretayê da ku bingeheke dirusttir û qahîm-tir deynin. Destpêşxeriyên Cenabê
Serok Barzanî tam mîna wê bingeh û esasa sereke ne. Heke alî di destpêkê de wê
piştguh bikin û rêyên din biceribînin, dibe ku demeke zêde jî bi ser de biçe û
prose peyitî (astengdar) bibe, lê di dawiyê de divê her vegerin ser heman wan
dîtin û pêşniyarên ku di destpêşxeriyê de hatine pêşkêşkirin, ji ber ku bêyî
hebûna wê bingeha dirust, tu hikûmeteke seqamgîr nayê avakirin.
Ev rastî di çendîn qonaxên dîrokî de û li ser asta Bexda û Hewlêrê jî hatiye
selmandin. Pêkanîna hikûmetên berê yên Iraqê bi zelalî nîşan da ku bêyî
vegerandin bo destpêşxeriyên Cenabê Serok, aliyan nekarî li ser bernameyeke
hevbeş rêk bikevin. Ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, pêkanîna kabîneyeke
bihêz û çalak pêdivî bi heman wan bingehên nîştimanî û siyasî heye ku di
destpêşxeriyê de amaje pê hatiye kirin. Nexwe ev destpêşxerî ne tenê çareseriyên
demkî ne, lê belê nexşerêyeke bingehîn in ji bo misogerkirina seqamgiriya siyasî
û pêdivî ye alî ji destpêkê ve pişta xwe pê bibestin, da ku ji zayîkirina dem û
enerjiyê dûr bin.
