Sebah Beytulla, “Alîkarê Berpirsê Mekteba Rêkxistina Parêzgeha Duhokê”: Pêşwaziya germ a Partiya Demokrat a Kurdistanê ji destpêşxeriyan re, îsbata baweriya neguher a bi yekrêzî û diyaloga niştimanî ye
Destpêşxeriya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ji bo navbeynkariyê û nêzîkkirina
dîtin û nêrînên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya
Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de, gaveke erênî ye û dikare şansê serkeftinê hebe.
Partiya Demokrat a Kurdistanê wek prensîbeke xwe ya neguher, di hevdîtin û
guftûgoyên xwe de tu carî deriyê danûstandin û lihevkirinê li ber tu alî û
destpêşxeriyekê negirtiye, berovajî vê, her tim pêşwaziya her hewleke ku xizmeta
îstîqrara siyasî bike, kiriye. Di vê çarçoveyê de jî, ev gava Yekgirtûya Îslamî
ji aliyê serokatiya PDKê ve bi germî hat pêşwazîkirin.
Ji bo cîbicîkirina vê mebestê jî, berê gavên pratîkî hatine avêtin û serdanên
şandan di navbera her du aliyan de hatine kirin; çi bi riya serdana şanda
Yekgirtûyê bo baregeha Mekteba Siyasî ya PDKê, an serdana şanda PDKê bo baregeha
Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê.
Di bin ronahiya vê rewşa hesas de, pêwîst e û erkê ser milê hemû hêz û aliyên
siyasî yên din ên Kurdistanê ye ku werin pêş û destpêşxeriyên wekhev bikin.
Çunke di niha de Herêma Kurdistanê rûbirûyî komek metirsiyên cidî dibe. Plan û
nexşeyên neyaran ji bo lawazkirina pêgeha destûrî û qewara siyasî ya Herêmê pir
eşkere û rûn in. Lewma di vê qonaxa çarenûssaz de, tişta ku ji her kesî tê
xwestin tenê yekrêzî, hevhelwestî û yekîtî ye, çunke ev yekane rê ye ji bo
parastina Herêma Kurdistanê û destkeftên gelê me li hemberî wan astengiyên ku li
pêşiya me ne.
