Faris Îsa, Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Bêyî rola çalak û merciyeta Cenabê Serok Barzanî, sererastkirina pêvajoya siyasî li Iraqê nayê encamdan
Faris Îsa, Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gorî wê
berpirsiyariya ku di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Iraqê heye, ji nêz ve
şarezayiyeke baş li ser hemû wan rêkeftin û guftûgoyên ku di navbera şandeyên
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de li ser mijarên mûçe,
budçe, dosyeya petrolê û maf û şayesteyên darayî yên din ên Herêma Kurdistanê di
çend salên borî de hatine kirin, heye. Di niha de jî ku aliyên siyasî ji bo
pêkanîna hikûmeta Iraqê guftûgoyên xwe dest pê kirine, careke din mijara mafên
gelê Kurdistanê di destûrê de tînin ber behs û guftûgoyan, bi taybetî girîngiya
serdana Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê. Li vir em
kurtahiya axaftinên wî ji bo kovara Gulan belav dikin.
Di dirêjiya temenê kabîneyên li pey hev ên Hikûmeta Federal a Iraqê de, bi
taybetî piştî pejirandina destûra herdemî ya sala 2005an, kêşeya herî mezin a
navbera Hewlêr û Bexdayê ew bûye ku serederiya navendê ligel Herêma Kurdistanê
her dem rehendekî «siyasî» hebûye, ne pabendiyeke «yasa û destûrî». Ev celebê
serederiyê, ku armanc jê lawazkirina pêgeh û qewareya destûrî ya Herêma
Kurdistanê bûye, ji eqliyeteke navendî (merkezî) ya tund serçavkanî digire.
Eqliyetek ku di bin bandora ajandeyên derve de, heta niha jî baweriyeke rastîn
bi çemkên federalîzm, demokrasiyê û mafên neteweyî yên gelê Kurd û pêkhateyên
din ên Iraqê nîne.
Li hember van hemû guşar û astengiyan, rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta
Herêma Kurdistanê, bi dîtineke nîştimanî û xweragiranە her dem zimanê diyalog û
jihevtêgihiştinê wekî mifteya çareseriyê hilbijartiye. Kabîneya nehem tevî hemû
wan qeyranên çêkirî (destkird) ku hatine danîn beranberî wê, karî hemû
pabendiyên xwe yên destûrî di dosyeyên petrolê, dahata nepetrolî û rêkxistina
mûçeyan de bi cih bîne, da ku tu hinceteke yasayî ji bo navendê nemîne.
Niha ku Iraq li ber qonaxeke nû ye û birêz (Elî Zeydî) wek serokwezîrê raspardî
hatiye destnîşankirin, pir girîng e ku peywendiyên Herêmê ligel serokwezîrê
raspardî û hemû serokên Çarçoveya Hevahengiyê (Çarçovey El-Tensîq), li ser
bingehên cîgir ji bo parastina maf û destkeftên gelê Kurdistanê werin darêştin.
Li vir, yekgirtûyî û yekdengiya aliyên Kurdî li Bexdayê ne tenê girîng e, belku
zerûreteke dîrokî ye, ji ber ku Kurd bêyî yekrêziyê, tu carî nikare li navendê
bibe hêzeke karkir û piraniyê bi dest bixe ji bo parastina rûmeta qewareya
Herêmê.
Herwiha divê ew yek zelal be ku kêşe zêdetir siyasî ne, lewma erka aliyên siyasî
yên Kurdistanê ye ku berjewendiyên bilind bixin ser her tiştî û ewlewiyeta karên
wan parastina qewareya Herêmê û mîsogerkirina mafên rewa yên xelkê Kurdistanê
be, ne ku hevrikiya teng a hizbî.
Ev serdan di xulgeyekî siyasî yê gelekî hestiyar de hat encamdan, ku tê de
Serokê Herêmê wek nûnerê bilind ê nîştimanî û bi hesteke kûr a neteweyî, erkeke
dîrokî bi cih anî. Ev livîna siyasî ku li ser raspardeya rasterast a Serok
Barzanî bû, armanc jê derbaskirina qeyranan û çespandina mafên destûrî yên gelê
Kurdistanê bû, dûr ji her celebê nêrîneke teng a hizbayetiyê.
Karnamaya serdanê giştgir û piralî bû. Ji bilî gotûbêjkirina peywendiyên siyasî
yên di navbera Partî û aliyên Iraqî de, tekeziyeke taybet li ser dosyeyên
cewherî yên navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin. Ji wan jî: pirsa mûçe, budçeya
giştî û îstîhkakên destûrî yên Herêma Kurdistanê. Herwiha, yek ji tewereyên
stratejîk ên guftûgoyan, pirsa parastina ewlehî û seqamgiriyê bû, bi taybetî di
rûbirûbûna êrişên dronî de û tekezkirin li ser pêwîstiya bêlayenbûna Iraqê di
milmilaneyên herêmî yên navbera Amerîka û Îranê de, da ku welat ji agirê kêşeyên
derve were parastin.
Îradeya serkirdayetiya siyasî ya Kurd ji bo parastina seqamgiriyê û bihêzkirina
bingehên hevparîya nîştimanî di çarçoveya sîstemeke federal de, peyameke zelal a
vê serdanê bû. Rastiyeke hinda (haşahilnegir) heye ku pêvajoya siyasî li Iraqê
bêyî rola çalak û merciyeta Cenabê Serok Barzanî sererast nabe, ji ber ku birêz
her dem dînamo û darêjerê bingehên "sazan, hevparî û hevsengiyê" bûye di Iraqa
nû de.
Serokê Herêma Kurdistanê di dîdarên xwe de careke din ew peyama neguhêr a Serok
Barzanî gihand aliyên Iraqî, ku pêk tê ji hilbijartina zimanê guftûgoyê û
jihevtêgihiştinê wekî yekane nexşerêya çareseriya kêşeyan. Ev felsefeya cîgir a
Serok Barzanî û her du birêzan Serokê Herêmê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
ye, ku her dem hewl dane paşerojeke geştir ji bo hemû Iraqî û Kurdistaniyan ava
bikin, dûr ji milmilaneya wêranker an hewlên şikandina îradeya aliyê beranber.
Ew rêbaza siyasî û neteweyî ya ku birêz Serok Barzanî wekî bingehê cîgir di
serederiyên xwe yên navxweyî û derveyî de peyrew dike, ne tenê stratejiyeke
hizbî ye, belku nexşerêyeke nîştimanî ye ji bo parastina berjewendiyên bilind
ên gelê Kurdistanê û seqamgiriya Iraqa federal. Her li ser bingeha vê dîtina
kûr, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, destpêşxeriyeke
dîplomatîk a berfireh li Bexdayê dest pê kir û zincîreyek civînên girîng ligel
aliyên «Çarçoveya Hevahengiyê», serokwezîrê berê, serokwezîrê raspardî û
serkirdeyên bilind ên siyasî yên Iraqê encam dan.
Mixabin, di nav van hewlên nîştimanî de, hinek aliyên navxweyî helwesteke
nadrust hilbijartine û berjewendiyên xwe yên teng û demkî xistine pêş
berjewendiyên stratejîk ên Herêma Kurdistanê. Ev celebê reftaran, ne tenê
xizmeta doza Kurd nakin, belku bûne amrazek ji bo lawazkirina pêgeha Kurd di
danûstandinên Bexdayê de. Ew helwestên neyekgirtî wisa kiriye ku şiyana Kurd ji
bo bidestxistina daxwazên destûrî kêmtir bibe.
Di niha de ku Iraq û navçe di qonaxeke gelekî aloz û tije guhartin re derbas
dibin, pêwîstî bi dîtin û hîkmeta merciyê bilind ê Kurd, Cenabê Mesûd Barzanî,
ji her demê zêdetir tê hîskirin. Serok Barzanî wek zeîmekî mezin ê siyasî li ser
asta Iraq û cîhanê, ne tenê kilîtek e ji bo çareseriya kêşeya Kurd, belku kilîta
aştî, seqamgirî û pêkvejiyana aştiyane ya hemû netewe û olên cuda yên Iraqê ye.
Rêya rast ji bo derbaskirina qeyranan, veger e bo zimanê diyalogê li ser bingeha
destûrê, ku ev jî felsefeya cîgir a rêbaza Barzanî ye ji bo çêkirina paşerojeke
geş û parastî ji bo hemû aliyan.
