Prof. Dr. Evdilhusên Şaban: Ramanyar û akademisyenekî ereb ji bo Gulan: Yek ji taybetmendiyên herî diyar ên Gulanê ew bûye ku ne tenê kovareke li pişt masê û dabeşbûyî (dapirandî) bûye, lê belê kovareke meydanî bûye ku li pey bûyeran ketiye.
Prof. Dr. Evdilhisên Şaban, yek ji ramanyarên navdar ên Iraqê ye ku di asta hemû
dewletên erebî de xwedî pêgeheke diyar e. Ew yek ji wan rewşenbîrên mezin e ku
roleke berçav di pêşxistina diyaloga "Kurdî û Erebî" de hetiye û li ser rûpelên
Gulanê jî her dem pênûsa wî xwedî cihekî girîng bûye. Bi helkefta salvegera
kovara Gulanê, bi gotarekî kûr nirxandina rola Gulanê di karwana rojnamegeriya
kurdî de kiriye. Em li vir nivîsa wî wek xwe belav dikin:
Heya ku ez agahdar bim, berî derketina kovara (Gulan) ku sê dehsal û du sal in
berdewam e, medyaya kurdî kovareke fikrî û çandî ya ku bi siyasetê re hatibe
hûnandin bi xwe ve nedîtibû. Ev rêbaz jî karekî hêsan ne bû, lê belê rûbirûyî
komek astengiyên kurdistanî, navçeyî û navdewletî bûye. Hevdem ligel wan
pirsgirêkên pîşeyî yên ku girêdayî ezmûna nû ya Herêma Kurdistanê bûn, bi
taybetî di warên azadiya derbirînê û parastina pirrengî û mafê cudabûnê de.
Qada ragihandin û rewşenbîriyê li Herêma Kurdistanê, piştî vekişîna stafa
kargêrî û darayî ya hikûmeta Iraqê di dawiya sala 1991ê de, ket nav pêleke
dijwar a alozîyên siyasî û yasayî. Ew vekişîn piştî biryara "Herêma Aram" û
qedexeya firînê hat, ku pişta xwe bi biryara 688 a Encumena Ewlekariyê (5ê
Nîsana 1991) ve girêdabû ji bo rawestandina çewsandina gel. Bexdayê jî bi wê
xeyalê ku Herêm nikare qewareyeke serbixwe ava bike, ew gav avêt.
Wê demê Kurd li beramberî ceribandineke îsbatkirina hebûna xwe bûn, ev jî ne
tenê ji bo çespandina rewayiya mafên xwe, lê belê ji bo çawaniya birêvebirina
kargêrî ya wan deverên ku jê re mabûn. Ev di pratîkê de tê wateya damezrandina
qewareyekê ji bo pêkanîna mafan. Ev rewşa çarenûssaz, di nav keşekî tije guman û
pirsên cewherî de bû: Gelo Herêm dê çawa were îdarekirin? Bi taybetî ku tenê
salek di ser serkutkirina raperîn û koça mîlyonî re derbas bibû. Gelo Herêm
dikare li hember astengiyên nû li ber xwe bide? Ev ew zehmetî bûn ku qirika
ragihandina kurdî û kovara Gulanê jî girtibûn.
Di wê serdemê de, Kurdan biryar da ku bi rêya sindoqên dengdanê ber bi
hilbijartinan ve gavan biavêjin, da ku nûnerên rastîn ên xwe ji bo birêvebirina
Herêmê destnîşan bikin. Ev biryar tije metrsî û dilgiranî bû ji tirsa têkçûna
ezmûnê, ku dikaribû bibe sedema paşekşêyeke metrsîdar. Her çend gava yekem ji
ber komek pirsgirêkên objektîf û subjektîf herî dijwar bû, lê di dawiyê de
aliyên kurdî piştî nîqaşên zêde, berê xwe dan bijardeya "teuafuq û parvekirina
nîv-bi-nîv (pêncî bi pêncî)". Her çend ev çareseriyeke demkî bû, lê di cewherê
xwe de tovê cudahiyekê tê de bû ku hêdî hêdî geş bû û bû sedema hildana şerê
navxwe yê ku çar salan (1994 heta 1998) berdewam kir.
Di nav cergera vê rewşa aloz de, kovara "Gulan" wek projeyek siyasî, çandî û
fikrî ji dayik bû. Erkekî giran li ser milê Gulanê bû ji bo çespandina nasnameya
xwe û pêşkêşkirina gotarekî nû. Her ew jî bû ku kar ji bo kir, tevî wan
astengiyên navxweyî û derveyî yên ku di dema damezrandina wê de rûbirû dibûn.
Bicîhanîna vê erkê di wê rewşê de, karekî pir giran û aloz bû.
Bi piştrastkirina li ser nêrîna ramanyar "Şêrzad Necear" û ji perspektîfa dîtina
"Habermas"ê ramanyarê elmanî, Gulan di rastiyê de wek "çalakiyeke ragihandinî"
(communicative action) derket û karîbû danûstandinên siyasî bi raya giştî û
hêzên bibandor re çarçove bike. Min ji seretaya derketina wê ve çavdêriya hûr
a Gulanê kiriye, bi taybetî wan hevpeyvînên siyasî yên ku bi karakterên diyar û
xwedî raman re dikirin, yên ku bandora wan li ser çêkirina gotara medyayî hebû.
Min dît ku kovar meyla xwe bi aliyê "pirrengî û pirdengiyê" de hebû bi rêya
belavkirina nêrînên cuda, ev jî bi mebesta teşwîqkirina diyalogê ku wek
pêdiviyeke neçar dihat dîtin.
Gulanê hewl dida nêrîna taybet a kurdî, an wê arasteya siyasî ya ku nûnertiya wê
dikir bixe rû, di heman demê de heya wê derê ku rewşê rê dida, cih ji bo raya
cuda vedikir. Ev jî ji ber baweriya wê bi azadiya derbirînê ku wê çaxê li Herêm
û Iraqê û heta di asta cîhanî de ezmûneke nû bû.
Yek ji taybetmendiyên herî diyar ên Gulanê ew bû ku ne tenê kovarek "li pişt
masê" û dabeşbûyî bû, lê belê kovareke meydanî bû ku li pey bûyeran bû ji bo
veguhastina wêneyên rastîn. Gulan hem amrazek bû ji bo gihandina nûçeyan bi
cemawer, hem jî sekoyek (platformek) bû ji bo danûstandinê bi rêya guftûgoyên
avaker, bi armanca çespandina bihayên azadî û mafê beşdarbûnê, li ser bingeha
peyam û armancên bilind ên "Rojiheriyê" (Enlightenment).
Bi dirêjahiya zêdetirî sê dehsalên borî, kovara "Gulan" hevalkar û platformeke
berdewam bûye ji bo belavkirina dîtin û nêrînên min di çarçoveya rêzehevpeyvîn,
gotar û lêkolînên hûr de. Ev mijar ne tenê di bazneya diyaloga "Kurd û Ereb" an
guftûgoya rewşenbîrên her çar neteweyan (Kurd, Ereb, Tirk û Fars) de man, lê
belê aliyên fikrî, çandî, teorî û praktîkî jî girtin nav xwe. Gulanê bi
berdewamî çavdêriya berhemên min ên fikrî kiriye û xwendin ji bo pirtûk û
nêrînên min derbarê nakokiyên navdewletî de kiriye.
Wek mînakek ji bo vê hevkariya fikrî, di sala 2000an de min waneyek (ders) bin
navê "Serwerî û prensîba destwerdana mirovî" pêşkêş kir. Li wir min hewl da di
bin ronahiya guhertinên navdewletî û yasaya navdewletî ya hevçerx de, analîzê ji
bo rewşa Iraqê bikim. Di wê waneyê de min bi dirêjî li ser biryara 688 rawesta û
min ew wek "biryara sêwî, windabûyî û piştguhkirî" bi nav kir, ji ber ku
berevajî biryarên din ên Encumena Ewlekariyê, di bin benda heftemîn de
derneketibû, tevî ku tekane biryar bû ku piştgiriya mezlûmiya gelê Kurd û Ereb
li Iraqê dikir. Kovara Gulanê jî wê çaxê di belavkirina vê pirsê de hevalkarê
min bû.
Wê demê min bi dengê bilind pirsî: Çima Encumena Ewlekariyê ev biryar ji nav bi
dehan biryarên din cuda kir û avêt perê (marjînal kir)? Çima wek biryara 687
tekezî li ser bicîhanîna wê nekir? Hêjayî gotinê ye ku biryara 687 ku tenê du
roj berî 688an derçûbû, dirêjtirîn û metrsîdartirîn biryar bû di dîroka
Neteweyên Yekbûyî de û komek pabendiyên neadilane bi ser Iraqê de sepandibû. Ev
pirs helwesta Dewletên Yekbûyî jî dihundand ku tenê di asta biryara 688an de
xemsar bû.
Hikûmeta Iraqê di wê serdemê de, hemû biryarên neadilane qebûl kirin, lê bi
tundî li dijî her behseke biryara 688 radiwesta. Heyta opozîsyona fermî ya
Iraqê jî nekarî nêrîneke giştgîr ji bo biryara 688 pêşkêş bike ku dibû sedema
veguhastineke aştiyane ya desthilatê bi rêya hilbijartinan.
Piştî waneya min, kovara Gulanê kurteya lêkolînê belav kir û piştre ji aliyê
Koleja Yasa û Siyaseta Zanîngeha Selahedînê ve bi şêweyê namîlke hat çapkirin.
Gulan pêşeng bû di gurkirina wan mijarên ku ne tenê li cem iraqiyan, lê di asta
welatên wek Îran, Sûriye û Tirkiyê de jî nîqaşên mezin çêkirin.
Bi baweriya min, kovara Gulanê sê berpirsiyariyên dîrokî li ser mil bûne: Yekem,
berpirsiyariyeke nîv-fermî wek nûnera gotara fikrî û çandî ya Partiya Demokrat a
Kurdistanê. Duyem, berpirsiyariyeke nîştimanî ya kurdistanî-iraqî di çarçoveya
projeya federalîzmê de. Sêyem, berpirsiyariyeke neteweyî ya kurdî. Di hemû van
de Gulanê hewl daye keresteyek rojnamevanî ya nû û cuda pêşkêş bike, bi wê
arasteyê ku "Albert Camus" dibêje: "Rojnamevan dîroknivîsê vê gavê ye". Gulan
wek avakerê bûyeran û beşdarekî çalak derdikeve ku her dem hewl daye ji
perçebûnê dûr bikeve.
Ez bawer dikim Gulanê karîbû bi şêweyek "nerm" xwe bixe nav qadên fikrî û bibe
neynika geşepêdana Herêmê. Niha ku em li beramberî "Şoreşa Çarem a Pîşesazî" û
serdema "Zîrekiya Destkird" (AI) de ne, pêwîst e Gulan û medyaya kurdî xwe bi
van guhertinan re biguncînin.
Di dawiyê de, silav û rêz ji bo kovara Gulan û stafa wê û edîtorê wê yê cuda
(Ferhad Mihemed). Silav li wê rêça birayetiya ereb û kurd ku hûn dimeşînin.
Silav li wê diyaloga navbera rewşenbîrên her çar neteweyan, ku şazade "Hesen bin
Telal" navê wê kiriye: "Diyaloga çar stûnên ummetê".8
