• Sunday, 26 April 2026
logo

11emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoyê li Amedê birêve çû

11emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoyê li Amedê birêve çû

Bi beşdariya Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê û bi amadebûna şandeya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 11emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoyê li Amed a Bakurê Kurdistanê bi dirûşma "Ji bo aştiyê diyalog" birêve çû.


Di vê festîvalê de hejmareke berçav a şanoger û hunermendên Bakurê Kurdistanê û tîp û komên şanoyê yên 30 welatan berhemên xwe pêşkêş kirin.

Roja çarşema borî, di dema vekirina festîvalê de, gotara bixêrhatina mêvanan û komên şanoyê hat xwendin. Piştre mêvan û beşdarên festîvalê li kûçe û cihên balkêş û dîrokî yên Amedê geriyan.

Roja pêncwşemê, di roja duyem a festîvalê de, şanonameya bi navê "Moraşîn" hat nîşandan. Ev şano ji nivîsandin û derhêneriya Dr. Qutbedîn Sadiqî ye û berhema koma Şaredariya Amedê ye ku li ser dika şanoyê ya bajêr hat lîstin.

Ev nîşandan dastaneke şanoyî ya kurdî bû û îsbat kir ku hêja ye bibe çavkaniya bi dehan karên hunerî yên din.

Ev festîvala çandî ku sê rojan berdewam kir, her sal wekî çalakiyeke kulturî ji bo nasandina berhemên şanoyî, bi beşdariya komên kurdî û biyanî li Ameda Bakurê Kurdistanê tê lidarxistin.

 

Basnews

Top