Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal gotûbêj kirin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Heşdî Şeibî guhartin û geşedanên dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.
Îro çarşemê 29.04.2026ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Heşdî Şeibî Falih Feyaz kir. Di hevdîtinê de, rewşa giştî û guhartin û geşedanên dawî yên Iraq û navçeyê hatin nirxandin.
Di beşeke din a danûstandinan de, Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz derbarê hewildanên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal de nêrînên xwe parve kirin. Her du aliyan tekezî li ser giringiya pêkanîna hikûmeteke xizmetguzar kirin ku daxwazên hemû pêkhateyên Iraqê bîne cih û rêzê li statûya destûrî û mafên gelê Kurdistanê bigire.
Basnews
