• Wednesday, 10 June 2026
logo

Lahib Higel, lêkolînera paye ya karûbarên Iraqê li Grûba Krîzên Navdewletî: Metirsiya daxistina Tengava Hurmuzê, hikûmeta El-Zeydî dixe ber krîzeke darayî ya xeniqîner

Lahib Higel, lêkolînera paye ya karûbarên Iraqê li Grûba Krîzên Navdewletî: Metirsiya daxistina Tengava Hurmuzê, hikûmeta El-Zeydî dixe ber krîzeke darayî ya xeniqîner

Lahib Higel, lêkolînera paye ya karûbarên Iraqê li Grûba Krîzên Navdewletî:
Metirsiya daxistina Tengava Hurmuzê, hikûmeta El-Zeydî dixe ber krîzeke darayî
ya xeniqîner

Di panela pêkanîna hikûmeta Iraqê de li Encumena Atlantîk (Atlantic Council),
Lahib Higel lêkolînera paye ya karûbarên Iraqê li Grûba Krîzên Navdewletî û
cîgira birêvebirê bernameya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (MENA), bi vî
awayî ronahî xiste ser proseya siyasî ya Iraqê:

Iraq niha di dilê cengeke navçeyî ya aloz de asê maye ku rehendên wê ji xeyala
piraniyê derbas kirine. Welat di heman demê de bûye qada yekalîkirina nakokiyan
û binkeyek ji bo êrîşkirina ser cîranan û berjewendiyên navxweyî. Hikûmeta
Sûdanî ji ber ku di bingeh de wekî hikûmeteke karger (karbirêker) dihat dîtin,
nekarî bersiveke pêşwext ji bo bûyeran hebe û zêdetir di çarçoveya "bertekê"
(kardanewe) de ma; çi li hember bikaranîna esmanê Iraqê ji aliyê Amerîka û
Îsraîlê ve, çi li hember bersivdayînên Îranê. Li vir, grûpên hevpeymanên Îranê
li Iraqê wekî "xeta dawî ya berevaniya hebûnê" (existential defense line) ji bo
Tehranê kar dikin. Ji ber vê yekê, asta alozî û geşedanan li dijî berjewendiyên
Amerîka, welatên Kendavê û bi taybetî Herêma Kurdistanê, beşek in ji wê nexşeya
giştî ya ku Tehranê ji bo parastina hebûna xwe amade kiriye.

Ji aliyekî din ve, proseya pêkanîna hikûmeta nû li ber fişareke derveyî ya mezin
e. Rêveberiya Trump piştgiriyeke "mercdar" ji bo namzedkirina Elî El-Zeydî nîşan
daye, ku mercê wê yê sereke bêçekkirina mîlîşyayan û dûrxistina wan ji biryara
siyasî ye. Lê di bin van şert û mercan de, bicîhanîna van daxwazan heta asta
"mehal" dijwar e. Sedem jî ew e ku grûpên çekdar û heta Çarçoveya Hevahengiyê
(Coordination Framework), li benda encama dawî ya cenga mezin a navçeyê ne. Her
çend dibe ku El-Zeydî hewl bide bi awayekî rûkeş û demkî hinek kesayetên nêzîkî
Îranê ji wezaretên hestiyar ên wekî Neftê dûr bixe da ku lihevketina ligel
Washingtonê kêm bike, lê pirsa bêçekkirinê di demekê de ku gefa cengê berdewam
e, ne waqîî ye.

Alingariyeke (Challenge) din a yekalîker, metirsiya hilweşîna aborî ye. Ger
nakokî bigihin asta daxistina Tengava Hurmuzê, Iraq ku ji bo %90ê dahata xwe
pişta xwe bi neftê girê dide, dê rûbirûyî krîzeke darayî ya xeniqîner bibe. Ji
vir ve, tenê derfet ji bo hikûmeta dahatû serlêdana ji bo cûre "nêzîkbûneke hûr
û pîvankirî" (Calibrated approach) ye; bi awayekî ku bikare sînorekî ji bo
reftarên grûpên çekdar deyne û Washingtonê jî qanî bike ku astek ji aramiyê
nîşan bide. Her çend hinek ji van grûpan ji bo parastina manewiyata xwe ya
siyasî û berjewendiyên xwe yên aborî cûre "pragmatîzmekê" nîşan didin, lê ev
hemû girêdayî wê ne ku encama cenga îqlîmî dê ber bi kîjan alî ve biçe. Loma
erka hikûmeta dahatû tenê birêvebirin nîn e, lê rizgarkirina Iraqê ye ji wê
bahoza hebûnê (existential storm) ya ku gefê li hemû sektoran dike.

Top