• Wednesday, 10 June 2026
logo

Yona Ami-Matisann, ustadê zanistên siyasî li Zanîngeha Wesleyan: Iraq bûye qada nakokiyên derveyî, evê jî qada lihevtêgehiştina navbera Hewlêr û Bexdayê dijwar kiriye

Yona Ami-Matisann, ustadê zanistên siyasî li Zanîngeha Wesleyan: Iraq bûye qada nakokiyên derveyî, evê jî qada lihevtêgehiştina navbera Hewlêr û Bexdayê dijwar kiriye

 

 

Yona Ami-Matisann, mamostaya zanistên siyasî û hîndekara Kolêja Lêkolînên Civakî
li Zanîngeha Wesleyan a Amerîkayê ye. Her wiha endameka sereke ya desteya
fêrkirinê ye di beşên lawekî yên lêkolînên Rojhilata Navîn û lêkolînên Îslamî
de.

Lêkolînên Matisann ronahiyê dixin ser nakokiyên siyasî û siyaseta Rojhilata
Navîn, û girîngiyeke taybet dide tundûtijiya siyasî, tevgerên civakî û komên
Îslamî. Pirtûka wê ya yekem bi sernavê "Pandoloma Tundûtijiyê" (The Pendulum of
Violence) hat weşandin û niha li ser pirtûka xwe ya duyem kar dike ku derbarê
çalakiyên Îslamî di xerîbiyê (diaspora) de ye. Ev proje lêkolînê li ser wê yekê
dike ka tevgerên Îslamî çawa piştî serkutkirin û çewsandinê xwe diguncînin, her
wiha hewl dide fêm bike ka çima hinek kom dikarin di xerîbiyê de ji nû ve geş
bibin, di demekê de ku hinekên din diçilmisin û ji nav diçin.

Ji bo axaftina li ser wan werçerxanên mezin ên jeopolîtîk ku Rojhilata Navîn bi
xwe ve dîtine, me ev hevpeyvîn ligel Profesor Yona encam da.

- Bi berçavgirtina dînamîkên niha yên agirbestan û riya nakokiyan, gelo
dîplomasî wekî amrazekî bawerîpêkirî li Rojhilata Navîn ber bi hilweşînê ve
diçe, yan tiştê em dibînin, veguhastinek e ber bi sîstemeke nû û parçebûyî
ku tê de rêkeftin li şûna çareserkirina bingehîn a kêşeyan, tenê wekî
amrazek ji bo 'birêvebirina asta girjiyan' tên bikaranîn?

- Ew rewşa niha ku li Rojhilata Navîn derbas dibe, nabe wekî "hilweşîna
dîplomasiyê" were binavkirin, lê belê pêwîst e wekî guhertineke bingehîn di
karkirin û armancên proseya dîplomasî de were pênasekirin. Di hevkêşeyên nû
de, dîplomasî ji amrazekî ji bo gihîştina bi çareseriya herdemî, veguheriye
bo mekanîzmayeke teknîkî bi mebesta birêvebirina qeyranan, rêgirtin li
berfirehbûna nakokiyên çekdarî û kirîna dema stratejîk. Gelek ji reh û
rîşalên bingehîn ên naseqamgiriyê, mîna rikaberiya îdeolojîk, rikaberyên
jeopolîtîk, qeyrana rewabûnê û şerê wekaletê, bê çareserî mane, lewma
agirbest di vê serdemê de ne wekî projeyeke siyasî ji bo aştiyê, lê tenê
wekî rawestaneke demkî ya taktîkî kar dikin.

Tiştê îro em dibînin, drustbûna sîstemeke navçeyî ya pir parçebûyî ye ku tê de
aktorên dewletî û nadedewletî (mîna mîlîşya û torên firehneteweyî) di perav û
navenda çarçoveyên dîplomasî yên neynîtî (klasîk) de kar dikin. Ev aktor bûne
pêkhateyeke sereke di diyarkirina çarenivîsa rêkeftinan de, evê jî wiha kiriye
ku dîplomasî bibe proseyeke "demkî, danûstandingir û qeyran-bizivîn". Tevî van
hemûyan jî, dîplomasî hîn wekî pêdiviyeke hatmî dimîne, ji ber ku tu hêzeke
navçeyî nikare ji bo demeke dirêj li beramberî lêçûnên berfirehbûna berdewam a
şerê serbazî bisekine. Heta ew aliyên ku stratejiya wan li ser bingeha hêzê
hatibe darizandin, hîn pêdiviya wan bi kanalên dîplomasî heye ji bo gihandina
"xetên sor" û parastina qada manovrakirina siyasî. Nexwe em dikarin bêjin
dîplomasî winda nebûye, lê belê tenê di jîngeheke stratejîk a alozter û
naseqamgirtir de mijûlî xwe-guncandinê ye.

- Heta çi astê bikaranîna nakokiyên çekdarî ji aliyê aktorên dewletî û
nadedewletî ve bi mebesta bihêzkirina rewabûna (legitimacy) navxweyî,
jîngehekê diafirîne ku tê de bilindkirina girjiyan bibe bijardeyeke siyasî,
heta ger ew gav li ser asta stratejîk û dema dûr de encamên ziyander bi xwe
re bînin?

- Bilindkirina girjiyan di hevkêşeyên siyasî yên îro de, tenê encama şikesta
dîplomasiyê nîn e, lê belê ji gelek aliyan ve mirov dikare wekî "karekî
aqilanê yê siyasî" lê binerê, heta ger li ser asta stratejîk a demdirêj
lêçûneke giran jî hebe. Ji bo gelek aktorên navçeyê, nakokî tenê amrazek
nîn e ji bo gihîştina bi armanca serbazî, lê belê bûye çavkaniyeke sereke ji
bo berhemanîna rewabûnê, çespandina sembolîzmê û misogerkirina manê di
desthilatê de. Aktorên nadedewletî mîna "Hûsiyan", nimûneyeke zelal a vê
diyardeyê ne. Wan karîbûye bi rêya beşdarbûna di nakokiyan de, wêneyekî
"xweragir" ji xwe nîşan bidin ku şiyana wan heye li hember hêzên mezin
bisekinin, bi vê yekê jî "bi xwe berxwedanî" (resistance itself) dibe
destkeveke siyasî ya wisa ku pêgeha wan a navxweyî bihêztir dike.

Ev cureyê lojîkê, dînamîkek metirsîdar diafirîne, ji ber ku di jîngeheke aloza
wisa de, her cure hewlek ji bo hênikkirina girjiyan yan serlêdana ji bo tawîzan
(compromise), dibe ku di navxwe de wekî nîşaneya lawazî û paşveçûnê were dîtin.
Pir caran serkirde û tevger wisa hîs dikin ku parastina wêneyê "sengergirtin û
berevaniyê", ji aliyê siyasî ve girîngiyeke pir zêdetir heye li hember girtina
siyaseta dandan-bi-xwe, bi taybetî dema ku rewabûna wan a cemawerî bi çîrokên
qurbanîdan û serhildanê ve hatibe girêdan. Di encamê de, nakokî dibe xelekeke
girtî ku xwe bi xwe têr dike û berdewamiyê dide xwe.

Ev lojîk tenê bi aktorên nadedewletî ve sînor nabe, lê belê dewlet jî bi heman
awayî rûbirûbûna derveyî wekî amrazek ji bo revandina guşarên navxweyî û
tepserkirina nerazîbûnan bikar tînin. Kêşeya bingehîn li vir e: Dema rewabûna
siyasî bi "berdewamiya nakokiyê" ve tê girêdan, proseya paşveçûnê yan vegera ser
maseya gotûbêjê ji bo aktoran pir dijwar bibe, ji ber ku naxwazin wekî aliyê
windaker derkevin. Her evê jî wiha kiriye ku gelek ji qeyranên navçeyê, pir
zêdetir ji tiştê berjewendiyên maddî û aborî dixwazin, dirêj bikişînin û
berdewam bin.

- Siyaseta Amerîkayê di navbera armanca guhertina rejîmê û sînordarkirina
atomî de tê û diçe, ev neronahiya stratejîk çawa bandorê li ser
bawerîpêkirina Washingtonê dike? Gelo ev dibe sedema peydabûna derfetê ji
bo hêzên mîna Îran û Siûdiyê da ku hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn bi
merc û berjewendiyên xwe û li gorî daxwazên xwe ji nû ve pênase bikin?

- Neronahiya stratejîk di siyaseta derve ya Amerîkayê de, bandoreke nerênî ya
kûr li ser bawerîpêkirina Washingtonê di navçeyê de drust kiriye. Dema
karakterên siyasî yên Amerîkayê di navbera gotareke tund û armancên teng ên
"sînordarkirinê" de dileyîzin, aktorên navçeyî tûşî cureyek ji dilaşoyiya
siyasî dibin derbarê asta pabendiyên Washingtonê û sînorên desthilata wê. Ev
cure ji temûmiya helwestan, bi kirdarî "hêza rêgiriyê" (Deterrence) lawaz
dike, ji ber ku ji aliyekî ve hevpeyman guman dikin di berdewamiya
piştevaniyên Amerîkayê de, ji aliyekî din ve jî neyaran han dide ku bi rêya
ceribandina meydanî bizanibin heta çi astê dikarin guşarê bikin bêyî ku
rûbirûyî bertekeke yekalîker bibin.

Di encama vê rewşê de, fêzayeke nû ji bo hêzên navçeyî rexsaye da ku li pey
nexşerêyeke stratejîk a serbixwetir bigerin. Welatên mîna Îran, Siûdî, Tirkiye
û dewletên Kendavê, gihîştine wê qinaetê ku êdî nikarin ji bo parastina
berjewendiyên xwe tenê pişta xwe bi çarçoveyeke pêşbînîkirî ya Amerîkî
girêbidin. Ev guhertin bûye sedem ku ev welat stratejiya "piralîkirina
hevkariyan" bigirin ber û bi awayekî wêrektir berê xwe bidin dîplomasiya
navçeyî, ji bo ji nû ve darastina hevsengiya hêzê li gorî mercên xwe. Nimûneya
herî diyar a vê guhertinê, nêzîkbûna Riyad û Tehranê bû bi navbeynkariya Çînê,
ku nîşaneyeke zelal e ji bo kêmkirina piştabestina reha bi Washingtonê re.

Her çend Amerîka wekî hêzeke serbazî û dîplomasî ya mezin di navçeyê de dimîne,
lê pêgeha wê di nav jîngeheke "fire-cemser" de rûbirûyî rikaberya cidî bûye. Em
li ber qonaxeke raguhestinê de ne ku tê de bandora Amerîkayê berdewam e, lê
baladestiya wê (Hegemony) derz ketiye navê. Ev veguhastin her çend derfeta nû ji
bo dîplomasiya navxweyî diafirîne, lê di heman demê de metirsiya têkçûna
seqamgiriyê û drustbûna nakokiyên nû jî jê peyda dibe.

- Hinceta rewabûnê, nakokiyan ji rikaberya maddî ve diguhere bo cenga nasname
û pîroziyê, ku tawîzdan tê de wekî şikesta exlaqî tê dîtin. Gelo ev wiha
dike ku berdewamî û hincetê bidin dirêjbûna cengan?

- Di qada nakokiyên hevçerx ên îro de, drustkirina vegotinan (Narratives) tenê
amrazekî lawaz nîn in, lê belê wekî bizivînerê navendî di cengan de kar
dikin. Ji ber ku niha bidestxistina rewabûnê ji aliyê siyasî û cemawerî ve,
ligel şiyana serbazî û teknolojî girîngiyeke stratejîk heye. Aktorên cuda,
ji hikûmetên fermî bigire heta mîlîşya û tevgerên siyasî, serî li darastina
komek gotarên mîna "berxwedanî, dij-împeryalîzm, parastina ewlehiya
nîştimanî û rûbirûbûna terorê" didin, da ku bi wê rêyê kirdarên xwe yên
tundûtij wekî erkê exlaqî û nîştimanî yê pêdivî nîşan bidin û piştgiriya
pêdivî ji bo gavên xwe kom bikin.

Ev hincetên îdeolojîk dibin sedema dirêjkirina temenê nakokiyan, heta di wan
deman de jî ku berjewendiyên maddî û lojîka waqîî daxwaza hênikkirinê dikin. Pir
caran aktorên siyasî di navbera xwe de fêm dikin ku tawîzdan ji aliyê stratejîk
ve bi fêde ye, lê ji ber ku paşveçûna eşkere ziyanê digihîne rewabûna wan a
sembolîk, nikarin gavan biavêjin. Di vê cure rewşan de, "bihaya sembolîk a
rûbirûbûnê" ji destkeftên praktîkî girîngtir dibe, ji ber ku di civakên
cemserbendbûyî de nasnameya siyasî bi kûrî bi têgehên serwerî û man-û-nemanê ve
hatiye girêdan.

Vegotinên şer, nakokiyan ji kêşeyeke dikare-were-danûstandinkirin ve diguherin
bo nakokiyeke hebûnî (existential). Dema nakokiyek diçe nav vê çarçoveyê, her
cure nermî yan tawîzek li şûna ku wekî "pragmatîzmeke siyasî" were dîtin, wekî
îxaneta mezin a li prensîban tê dîtin. Lewma, beşekî zêde yê nakokiyên navçeyê
tenê ji ber nebûna derfeta aştiyê berdewam nîn in, lê ji ber ku ew vegotinên şer
ên ku ceng tê de hatiye rismkirin, proseya aştiyê kiriye serkêşiyeke siyasî ya
tije metirsî. Ji vê nêrînê ve, cenga zanyariyan, şêwazên çarçove-saziya medyayî
û siyaseta sembolî bûne rehendên herî bingehîn ên rikaberya hêzê li ser asta
navçeyî û cîhanî.

- Iraq û Herêma Kurdistanê di navenda nakokiyeke herêmî ya giran de ne û di
navbera berjewendiyên Amerîka û Îranê û kêşeyên navxweyî de asê mane. Gelo
ev waqîê aloz bûye sedema wê yekê ku biryardana wan a siyasî bi temamî were
astengkirin?

- Iraq di nav dilê nakokî û rikaberyên tund ên navçeyî de, rûbirûyî komek
sînordariyên stratejîk bûye ku ji ber pêgeha wê ya jeopolîtîk û
fire-çeşniya têkiliyên wê yên ewlehî bi ser de hatine sepandin. Ev rewş
Iraq kiriye qadeke vekirî ji bo yekalîkirina nakokiyên derveyî, ne navendek
ji bo çareserkirina wan. Lê ev lawazî nayê wê wateyê ku dewlet bi temamî bê
îrade û bê desthilat be, lê belê astengan qada manovraya siyasî teng
kiriye. Ji aliyekî din ve, Herêma Kurdistanê di nav hevkêşeyeke pir aloztir
de ye, ji ber ku divê di navbera berjewendiyên dijberên hev ên Bexda,
Tehran, Enqere û Washingtonê de, ligel berçavgirtina daxwaza veberhênerên
navdewletî, hevsengiyeke hûr ragire. Ev piştabestina zêde ya Herêmê bi
hevkarên derveyî re ji bo dabînkirina ewlehî û seqamgiriya aborî, cureyek ji
hestiyariya stratejîk ji bo wê drust kiriye, ku di dema qeyranên navçeyî de
zêdetir derdikeve holê.

Tevî van hemû astengan jî, hîn derfet ji bo peyrewkirina "îradeya siyasî" maye.
Her du hikûmetên fîderal û ya Herêma Kurdistanê dikarin bi rêya dîplomasiyeke
karker, çaksaziya saziyî û darastina siyaseta aborî ya serbixwe, serê rûdanan
bigirin destê xwe. Herêma Kurdistanê bi taybetî, wekî aktorekî jêhatî di
parastina diyalogê ligel hêzên neyar de derketiye holê, ku ev xaleke bihêz e. Ji
bo ku ev hevsengî di jîngeheke tije cemserbendî de berdewam be, pêwîst e li şûna
taktîkên demkî, stratejiya demdirêj were şopandin. Derbaskirina parçebûna
navxweyî, kêmkirina piştabestina bi neftê û çareserkirina kêşeyên stuck
(helawistî) yên navbera Hewlêr û Bexdayê, ew merc in ku dibin sedema bihêzkirina
xweragiriya nîştimanî û firehkirina qada biryardana serbixwe li ser asta
navdewletî.

- Ji ber lawazbûna baweriyê bi garantiyên ewlehî yên navdewletî û guhertina
hevsengiyên siyasî, çi çarenivîsek li benda aktorên jêr-dewletî mîna Herêma
Kurdistanê ye?

- Lawazbûna pabendiyên navdewletî û paşveçûna garantiyên ewlehî, Herêma
Kurdistanê wekî aktorekî jêr-dewletî dixe ber dûrêyaneke stratejîk a pir
hestiyar û çarenivîssaz. Ji aliyekî ve, ev rewş dikare bibe handerekî dîrokî
ji bo ku Herêm ber bi "serxwebûna stratejîk" ve gavan biavêje, ev jî bi rêya
neçarkirina navendên biryardanê yên navxweyî ji bo bihêzkirina stûnên
saziyî, piralîkirina hevkariyên dîplomasî û dawîanîna bi piştabestina reha
bi yek cemsera hêza derveyî. Ji aliyê teorîk ve, kêmkirina baweriyê bi
derve, dikare bibe werçerxaneke ji bo avakirina modelek siyasî ya bixwebes
ku şiyana xweragiriya zêdetir hebe li beramberî guhertinên jeopolîtîk ên ji
nişka ve, lê ji aliyekî din ve, gihîştina bi otonomiya rastîn û serxwebûna
di biryarê de, bêyî hebûna jêrxaneke aborî ya serbixwe û yekrêziyeke siyasî
ya zexm, karekî pir zehmet e. Herêma Kurdistanê niha bi kûrî girêdayî
piştevaniya derveyî ye, ne tenê ji rehendê serbazî ve, lê belê ji bo
parastina rewabûna dîplomasî, rakêşana veberhênana biyanî di sektora
enerjiyê de û parastina seqamgiriya darayî. Di nebûna van garantiyên
navdewletî de, Herêm dibe ku bikeve nav xelekeke kûr a naseqamgiriyê ku tê
de gefên ewlehî û qeyranên aborî dibin barekî giran bi ser qewareyê ve.

Ev paşveçûna navdewletî rê ji bo dewletên navçeyê xweş dike ku guşarên xwe
hûrter bikin û berjewendiyên xwe yên danûstandingir ên demkî (Transactional) bi
ser pabendiyên exlaqî û yasayî yên demdirêj de bisepînin. Kêşeya bingehîn li vir
ev e: Gelo Herêm dikare vê girêdayîbûnê biguhere bo "hevkariyeke nerm û
fire-rehend"? Ev guhertin pêdivî bi plansaziya saziyî, yekrêziya navxweyî û
guhertina stratejiya aborî heye. Serxwebûna stratejîk bi tenê bi wateya
kêmkirina piştabestina bi derve nîn e, lê belê bi wateya avakirina wê şiyana
navxweyî ya cewherî ye ku pêdivî ye ji bo rizgarbûn ji bahozên siyasî yên
navçeyê, bêyî ku qewarea siyasî tûşî hilweşînê yan paşkoyiyeke temam bibe.

Top