Nebîl Tikrîtî, profesorê beşa dîrok û dîrasatên Amerîkî li Zanîngeha Mary Washington ji bo Gulan: Împeratoriya Amerîkî li navçeyê paş ketiye, hîn ne diyar e ka çi cure sîstem yan hêzeke cîhanî ya nû dê cihê wê bigire
Nebîl Tikrîtî, profesorê beşa dîrok û dîrasatên Amerîkî li Zanîngeha Mary
Washington ji bo Gulan: Împeratoriya Amerîkî li navçeyê paş ketiye, hîn ne diyar
e ka çi cure sîstem yan hêzeke cîhanî ya nû dê cihê wê bigire
Di serdema îro de ku Rojhilata Navîn di qonaxeke nû ya guhertinên jeopolîtîk re
derbas dibe, gotûbêjkirina li ser ewlehiya navçeyî, rêyên enerjiyê û hevsengiya
hêzên navdewletî, bûne yek ji mijarên herî girîng ên nîqaşê. Di vê çarçoveyê de,
Profesor Nebîl Tikrîtî yek ji wan lêkolîneran e ku bi nêrîna xwe ya dîrokî û
analîza xwe ya kûr, xwedî şiyaneke taybet e ji bo têgihîştina guhertinên
stratejîk. Ew profesorê beşa dîrok û dîrasatên Amerîkî ye li Zanîngeha Mary
Washington û doktoraya wî di dîroka Osmanî de heye. Qadên dersdayîn û lêkolînên
wî pêk tên ji dîroka Tirkiyeyê ji qonaxa împeratoriyê heta serdema komarî,
şaristaniya Erebî, dîroka nakokiyên Ereb-Îsraîl û her wiha Iraqê modern.
Di vê hevpeyvînê de, ronahî tê xistin ser çend pirsên bingehîn ên girêdayî rewşa
niha ya Rojhilata Navîn: Ji girîngiya stratejîk a Tengava Hurmuzê û bandorên wê
li ser hevsengiya hêzê, heta wê yekê ka gelo navçe bi rastî ber bi "ji nû ve
darastina jeopolîtîk" ve diçe an na, her wiha pirsa wê yekê ku dewletan heta çi
astê şiyana wan li hember hêzên nadedewletî maye û çawaniya guhertina şêwazê şer
ji ber derketina teknolojiyên nû mîna dronan. Di dawiyê de, ev gotûbêj hewl dide
bi nêrîneke dîrokî-analîtîk, têkiliya navbera rabirdû û niha zelal bike û
ronahiyê bixe ser wê yekê ka gelo sîstema cîhanî di qonaxeke guhertineke kûr û
demdirêj de ye.
- Wekî tê zanîn di niha de Tengava Hurmuzê bûye navenda gotûbêjên girêdayî
ewlehiya cîhanî, bi taybetî ewlehiya enerjiyê. Ji aliyê dîrokî ve,
kontrolkirina rêyên bazirganiyê di rêya rêyên avî de bûne sedema bilindbûn û
hilweşîna împeratoriyan. Bi nêrîna we heta çi astê nakokiyên girêdayî
Tengava Hurmuzê dê bibe sedema ji nû ve darastina hevsengiya hêzê li
Rojhilata Navîn?
- Bi baweriya min, em niha li ber rûyekî werçerxaneke dîrokî û jeopolîtîk a
pir mezin de ne, ku hemû hevkêşeyên navçeyê guhertine. Ev geşedan bûne
sedema peydabûna gumaneke kûr û cidî li ser wê binyat û sîstema ewlehiyê ya
ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo çendîn dehsalan li Rojhilata Navîn
cîgir kiribû. Mebesta min ji vê binyatê, ew tora aloz a hevpeymaniyên
navdewletî ye ku di navbera Washington, Îsraîl û welatên navçeyê de hebûn,
bi taybetî ew dewletên ku mêvandariya binkeyên serbazî yên mezin ên
Amerîkayê dikin.
Şer û aloziyên dawî, wiha kir ku dewletên navçeya Kendavê bi awayekî din li
karîgerî û bandora wan binkeyên serbazî binerin. Niha pirsa cewherî ew e ku
gelo ev hêz heta çi astê dikarin di dema tengasiyan de ewlehiya nîştimanî ya van
dewletan biparêzin? Em hîn di qonaxa destpêkê ya têgihîştina vê guhertina mezin
de ne û bi temamî ne zelal e ku paşeroja van nakokiyan ber bi kîjan alî ve diçe.
Ger em li nexşeya têkiliyan binerin, em dibînin ku hevsengî wekî berê nemane. Bo
nimûne, Qeter ji bo demeke dirêj têkiliyeke tundutij û stratejîk ligel Îranê
hebû, di demekê de ku niha em dibînin welatên wekî Îmarat, Îsraîl û Erebistana
Siûdî, her yek li gorî berjewendiya xwe ya taybet bi alî û rêyên cuda de diçin û
êdî tenê sîwanek wan nade hev. Bi kurtî, em dikarin bêjin: Hegemonya û
împeratoriya Amerîkî li navçeyê tûşî paşketin û daketineke berçav bûye, ev
paşketin jî valahiyeke mezin drust kiriye ku hîn diyar nîn e çi hêz yan
sîstemeke nû dikare cihê wê bigire.
- Nexwe hûn hevnerîn in ligel wan daxuyanî û şiroveyên ku pê wa ne Rojhilata
Navîn di qonaxekê re derbas dibe ku jê re tê gotin "ji nû ve darastina
navçeyê". Gelo mirov dikare bêje ev hilweşîna sîstema piştî Cenga Cîhanî ya
Yekem e, yan ev tenê qonaxeke demdirêjtir a guhertina jeopolîtîk e?
- Ez bi hişyariyeke mezin reftarê ligel wê têgehê dikim ku pê wa ye em li ber
hilweşîna yekcarî ya sîstema "dewlet-netewe" de ne, ya ku piştî Cenga Cîhanî
ya Yekem nexşeya Rojhilata Navîn li ser hatibû avakirin. Ji ber ku ev
îdiayeke dîrokî ya pir mezin e û pêdiviya wê bi belgeyên yekalîker heye. Lê
bêguman em nikarin wê rastiyê piştguh bikin ku ev sîstem niha rûbirûyî
komeke alingariyên navxweyî û derveyî yên wisa bûye ku bi temamî şêwazê
berdewambûna wê xistiye bin pirseke cidî.
Bo nimûne, di asoya bûyeran de senaryoyek tê dîtin ku tê de proseya nêzîkbûneke
stratejîk a hêdî û karîger di navbera sê cemserên sereke (Çîn, Rûsya û Îran) de
tê birêvebirin. Ev bere mijûlî pêkanîna hevpeymaniyekê ne ku dibe di paşerojeke
nêzîk de bibe rikaberê herî karîger û bihêztir li beramberî hevpeymaniya klasîk
a navbera Amerîka, Îsraîl û Îmaratê. Ev guhertina di hevsengiya hêzê de, tenê
guhertineke serbazî nîn e, lê guhertina hemû nezma siyasî ya navçeyê ye. Di
heman demê de, senaryoyeke din a metirsîdar ku girêdayî ewlehiya enerjî û
bazirganiya cîhanî ye, pirsa Tengava Hurmuzê ye. Îhtîmala wê heye ku ev rêya avî
ya navdewletî bibe kêşeya serweriyê, bi awayekî ku derbasbûn tê de bi merc bê
kirin, yan bac û kireya derbasbûnê bidin welatên wekî Oman yan Îranê. Ev rewş dê
mîna kontrolkirina Tengava Bosfor û Dardanelê be ji aliyê Tirkiyeyê ve, yan
kontrolkirina Kanala Suweyşê ji aliyê dewleta Misirê ve. Bêguman ev rewşek e ku
Amerîka bi tu awayî bi hêsanî qebûl nake, ji ber ku têkdana hemû wê nezma aborî
ye ku Washington parastina wê dike. Di dawiyê de, dema em dibînin aboriya cîhanê
di bin guşareke giran de ye, em digihin wê baweriyê ku ew rewşa jeopolîtîk a ku
di demeke dûr de peyda dibe, bi tu awayî di berjewendiya stratejîk a Dewletên
Yekbûyî yên Amerîkayê de nabe.
- Di nivîseke we de derbarê Iraqê û geşedanên piştî sala 2003an, hûn behsa wê
dikin ku destwerdana derveyî bandora wê li ser civaka medenî dibe. Gelo hûn
pê wa ne ku niha ev navçe ber bi serweriyeke bihêztir a dewletê ve diçe, yan
paşerojek ku karakterên nedeveletî (non-state actors) li ser zal dibin?
- Di rastiyê de dewleta Iraqê piştî sala 2003an welatekî lawaz bû, heta beriya
wê salê jî her dewletekî lawaz bû. Bi awayekî ku ji sala 1991ê ve Iraq lawaz
û lawaztir dibû û gihîşt lûtkeya lawaziya xwe di salên 2004 û 2005an de.
Piştre di sala 2006an de hewl hat dayîn ji bo ji nû ve avakirina Iraqê, lê
pêla tayifegeriyê di bilindbûnê de bû, ev jî serdemekî pir xirab bû. Piştî
ku Malikî dest ji desthilatê berda û DAIŞ di sala 2017an de hat têkbirin,
rewş ber bi پێش (pêş) ve çû. Mebesta min ew e ku dewletek ber bi bihêzbûnê
ve çû, her çend hemû kes ne hevnerîn bûn ligel wê. Tiştê ku girêdayî grûpên
mîna DAIŞê be, ez pê wa nîn im ku niha di bilindbûnê de bin, lê belê di
rewşa lawazî û daketinê de ne. Her çend dibe ku rewş guhertin bi ser de
werin, ew jî ji ber ku teknolojiyê heta radekê rewş guhertiye. Em hemû
dibînin ka dronan (firokeyên bêfirokevan) çawa xisleta şer guhertiye. Ev
guhertin ji bo cara yekem di kêşeya Nagorno-Karabakh de di navbera
(Ermenistan û Azerbaycan) de hat dîtin, yanî ew nîşaneke destpêkê bû ji bo
wê rewşa ku piştre peyda dibe. Ne merc e guhertina xisleta vê cengê di
berjewendiya Amerîkayê de be, ku xwediyê keştiyên mezin ên firokehilgir û
firokeyên cengî yên mezin e, lê rewş dê di berjewendiya wan aliyan de be ku
dikarin çekên piçûktir berhem bînin.
- Her di pêwendiya bi Tengava Hurmuzê ve, wisa xuya dike welat bifikirin ku
çavkaniyên alternatîf ên enerjiyê peyda bikin. Gelo ev nabe sedema
kêmkirina girîngiya stratejîk a navçeya Kendavê, yan ev navçe di pêwendiya
bi ewlehiya enerjiyê de li ser asta cîhanê girîngiya xwe winda nake?
- Vê yekê çîrokek anî bîra min derbarê yek ji rûniştvanên navçeya Kendavê ku
gotibû: "Bapîrê min bi hştirê hatûçû dikir û bavê min bi otomobîla Cadillac,
lê neviyên min dê dîsa bi hştirê hatûçû bikin". Li vir mebesta min ew e ku
ez senaryoyekê dibînim ku ger cîhan ber bi enerjiyeke alternatîf ve biçe, wê
demê girîngiya navçeya Kendavê dê kêmtir bibe. Ji ber vê sedemê ye ku welatê
Îmaratê rêrewa welatê xwe guhertiye bi piralîkirina (hicûrekirina) aboriya
xwe, ev jî dê serkeftî bibe, bi mercê ku seqamgirî peyda bibe, yanî ev di
rewşa şer û nakokiyê de serkeftinê bi dest naxe. Ev nêrîna demdirêj dibe, lê
belê dibe ku mirov nekare ji aliyê jîngehî ve berdewamiyê pê bide, ji ber ku
divê avê ji kargehên şîrînkirina avê bikişîne û divê elektrîkê li cîhekî din
hilberîne. Lê gelo heta serî dê her wisa dewlemend bimîne? Mebesta min ew e
ger ji piştabestina bi neftê dûr bikevin, ev di demeke dûr de dê ziyanê
bigihîne wan.
- Tiştê ku girêdayî daketina împeratoriyan û parçebûn yan guhertina navçeyî be
ji aliyê dîrokî ve, çi tişt zêdetir we nîgeran dike di îhtîmala derketina
şerekî navçeyî de, ku dibe vê carê hêzên cîhanî yên din jî tê de asê bibin?
- Di rastiyê de dibe ku di demeke dûr de ev rû bide. Tiştê ku zêdetir min
nîgeran dike ew e ku mirov nikare baweriyê bi serokê Amerîkayê bîne di vê
kêliya ku karûbarên navdewletî tê de derbas dibin. Heta dibe ku Serok Trump
çekên nukleerî jî bi kar bîne, ev jî berê rû daye, ji ber ku Amerîka tenê
welat e ku ev çek bi kar aniye. Her wiha rexnelexogirtina Amerîkayê di
pêwendiya bi bikaranîna vê çekê de, ne ewqas bihêz e mîna rexneya Almanyayê
ya li ser bûyerên Cenga Cîhanî ya Duyem. Nexwe ez senaryoyekê dibînim ku tê
de Donald Trump were qanîkirin, yan ew bi xwe xwe qanî bike ku pêwîst e serî
li bikaranîna çekên atomî bide. Ger ev rû bide, wê demê her tişt dê
biguhere, ev jî cihê nîgeraniyeke mezin e.
Her wiha ez hinekî nîgeran im ji ber ku ez hemwelatiyekî Amerîkî me, ji ber ku
dibe rewşek peyda bibe ku dewleta Amerîkayê ber bi paşketin û hilweşînê ve biçe.
Ev jî di dema navîn û dibe di dehsala bê de cihê nîgeraniyê be. Her wiha
îhtîmala wê heye ku çarenivîsa dolara Amerîkî mîna lîreya Tirkiyeyê lê bê,
yanî nirxê xwe winda bike. Bi diltêperî (bêguman), Dewletên Yekbûyî yên
Amerîkayê çendîn bijardeyên aborî girtine ber ku pir metirsîdar in. Mesrefên wê
(xercî) pir ji budceya wê zêdetir in û wekî pêwîst bacê naxe ser dewlemendan û
darayiyeke pir ji bo warê berevaniyê terxan dike, di demekê de ku çavdêriya
tenduristiyê piştguh kiriye.
Her wiha niştecîh û hemwelatiyên Amerîkayê zêdetir ber bi bêomîdiyê ve diçin û
dibe ber bi rewşa hilweşînê ve biçin. Ger ev rû bide, wê demê Amerîka dê tûşî
windahiyeke mezin bibe, dibe ku ev dişibe wê çarenivîsa ku hat serê Yekîtiya
Sovyetê piştî salên 1993 û 1994an, dema ku nuxbeyeke kêm guşareke zêde li ser
xelkê drust kiribûn û piraniya herî zêde ya xelkê jî ji destê hejariyê
dinalandin. Mebesta min ew e ku hinek ji van aliyan di Amerîkaya niha de tên
dîtin di pêwendiya bi jiyana aborî û siyasî ya vê welatî de çi li ser asta
navxweyî û çi li ser asta navdewletî. Li vir dixwazim nîgeraniya xwe dubare
bikim derbarê daketina nirxê pereyê welatê min, yanî ew tiştê min paşekewt
(teserûf) kiriye ku di paşerojê de tu nirxekî wê nemîne.
