Hunermendek çend deqîqe beriya bidarvekirinê rizgar bû
Hunermendê navdar ê îranî Elî Mîrzayî, ku bi tohmeta kuştina bi qestî cezayê sêdaredanê lê hatibû birîn, îro di dema cîbicîkirina biryarê de, di kêliyên dawî de ji mirinê rizgar bû.
Serê sibehê îro Sêşemê, rêveberê girtîgeha Babolê ragihand ku biryara sêdaredana Elî Mîrzayî hatiye rawestandin. Ev ragihandin tenê çend deqîqe beriya ku biryara bidarvekirinê were cîbicîkirin, hat kirin.
Elî Mîrzayî bi tohmeta kuştina bi qestî cezayê sêdaredanê (qesas) lê hatibû birîn. Malbata wî ji bo ku bikaribin malbata qurbaniyê razî bikin da ku kurê wan efû bikin, daxwaza paşxistina biryarê kiribûn.
Di encamê de, malbata hember bi efûkirina vî hunermendê xelkê Mazenderanê razî bûn. Bi vî rengî jiyana wî ji mirinê rizgar bû û di deqîqeyên dawî de cezayê sêdaredanê li ser hat hildan.
Tê payîn ku li gorî rêkarên yasayî yên ku di rewşên "lêborîn û efûkirinê" de têne peyrewkirin, Elî Mîrzayî were azadkirin an jî cezayê wî were kêmkirin. Bi vê yekê dosyayeke ku di nava derdorên hunerî û medyaya Îranê de bibû sedema nîqaşên berfireh, hat girtin.
Basnews
